MINBIC - Li Minbicê, li ser rêya El- Sein a ku dikeve başûr rojavayê bajêr, dema erebeya mamosteyan derbas dibû, mayîna hatibû bicihkirin hat teqandin. Di teqînê de ajokarê erebeyê jiyana xwe ji dest da û 5 mamosta jî birîndar bûn.
Li Minbicê, li ser rêya El- Sein a ku dikeve başûr rojavayê bajêr, saet di 10:10`an de dema maşîneya mamosteyan derbas dibû, mayînek hat teqandin. Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) di teqînê de ajokarê maşînê Raxib Bekir jiyana xwe ji dest da. 5 mamosteyên ku di erebeyê de birîndar bûn. Mamosteyên birîndar bûn wiha ne: Munîra Gelzî, Ehmed El-Hisên, Cemal Reşo, Mûeyed El-Hisên û Meseb El-Cedû. Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe dan cihê bûyerê û bi hevkariya şêniyan birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr. Li gorî kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa birîndaran başe.