QAMIŞLO - Bi hezaran şêniyên Girkê Legê daketin kolanan û piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Girseya ku meşiyan got: “Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin.”
Şêniyên Girkê Legê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin" meşek girseyî li dar xist. Meş ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û di nav kolanên sereke yên navçeyê de dewam kir. Meşvanan dirûşmeyên silavkirina têkoşîna jinan û berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz kirin. Meşvan li navenda navçeya Girkê Legê rawestiyan. Endama Rêveberiya Kongreya Star Narîşan Berekat axivî û wiha got: "Qada berxwedan û têkoşînê ne tenê bi rakirina çekan, lê ew bi hemû awayî bersiva dijmin û dagirkeran dê bidin ku dixwazin derbeyê li doza gelê me bixin, di nav de komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz hate kirin."
Narîşan Berekat, destnîşan kir ku berxwedana Ocalan li Îmraliyê şoreşeke mezin di kesayeta jinan û gelê Kurd de çêkir û hişt ku berxwedana Îmraliyê bibe çavkaniya îradeya azad û têkoşîna gelan. Narîşan diyar kir ku berxwedana Leyla Guven û hemû kesên piştgiriya wê dikin, berdewama têkoşînê ye. Girseya gel herî dawî dirûşmên silavkirina berxwedana Leyla Guven berz kirin.