Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin

img
AMED – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) ya Amedê 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşên li ser gelê kurd û wiha got: “Duh tiştekî me yên em winda bikin tune bû. Lê îro ger ku em li ber xwe nedin gelek nirxên me yên mezin ku em winda bikin hene. Divê her kes li berxwedana grevê xwedî derkevin." Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Kurdan heta niha serî netewandin. Dîsa diyar dikin ku çong danînin û dê li ber xwe bidin." 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê 5'emin Kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan endam û rêveberên DBP'ê amade bûn. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Hevseroka me ya KCD'ê Leyla Guven ku 88 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide silavên xwe ji kongreyê re şandin. Tecrîda li ser Ocalan li ser gelê kurd tê meşandin. Îro girtî bi malbat û parêzerên xwe re dikarin hevdîtin bikin. Lê Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzêrên xwe re hevdîtin bike. Birêz Ocalan, rêberê gelê kurd e. Dewlet bê rûmetiyê li me ferz dike. Leyla Guven û hevalên me yên din carek din diyar kirin ku bê rûmetiyê qebûl nakin. 
 
'ME TU CARÎ ÇONG DANENÎ
 
Ozturk xwest hêzên demokratîk û gelê Tirkiye li dijî tecridê bêdeng nemîne û wiha got: "Tecrîd li dijî mirovahiyê bê rûmetî ye. Divê hemû kesên dibêjin 'ez mirov im' bêdeng nemîne. Ger ku tiştek bê serê hevala me Faşîzma AKP-MHP'ê berpirsiyar e. Gelê kurd her dem li ber xwe da. Rêberê Gelê Kurd heye. Em dê li ber xwe bidin. Serkeftin ya gelê kurd e. Yên bi bedena xwe li ber xwe didin serkeftin ya wan e. Gelê Kurd tu car çong danenî, ji niha û şûnde jî tu carî em çong û serî danînin û em dê li ber xwe bidin. 
 
'NIRXÊN ME YÊN MEZIN HENE' 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî anî ziman ku berxwedana Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, Nasir Yagiz û li zindanan berdewam dike û wiha got: "Gelê kurd bi salan e bedelên mezin dide. Îro kurd di cîhanê de mirovên herî bi rûmet in. Berê tiştekî ku kurd winda bikin tune bû. Lê îro ger ku em li ber xwe nedin gelek nirxên mezin ên kurdan winda bikin heye. Ji ber vê yekê divê em bêtir li ber xwe bidin. Divê em xwe li dora berxwedana zindanan û çalakgerên di grevê de bikin xelek. Divê em vî barî tenê li ser milê Leyla Gaven û hevalên din tenê nehêlin. Ev pirsgirêka me tevan e. Divê gelê kurd bi seferberî li ber xwe bide. Nêzîkatiya Birêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin. Tecrîdkirina Birêz Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Niha li ser Tirkiye û gelê Rojhilata Navin tecrid tê meşandin. Navnîşana çaraseriyê Îmralî ye. Çaserî Birêz Ocalan e. 3 salin bi polîtîkaya tecrida girankirî dixwazin Kurdan têxin rêzê. Bila her kes baş zanibe çi dibe bila bibe kurd dê li dijî vê zilm û zordariyê li ber xwe bidin. Tu car teslîm nabin. Em vê zilmê qebûl nakin. Gelê Kurd heta niha çawa li ber xwe da, dê ji niha û şûnde jî li ber xwe bide."
 
Aslan cezakirina Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel jî şermezar kir û anî ziman ku ew bi ser nakevin. 
 
Piştî axaftinan raporên xebatê û lêçûnê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan kongre bi yek lîsteyê çû hilbijartinê. Ji bo hevserokên DBP'ê yên Amedê Revşen Karademîr û Garip Kandemir hatin hilbijartin. 

Sernavên din

05/02/2019
15:00 Doza Komkujiya Pirsûsê: Hat xwestin şahid bên guhdar kirin
14:48 Kampanyaya ji bo piştgiriya çalakiya Guven 10 hezar û 500 îmze kom bûn
14:47 Şêniyên Firatê li dijî tecrîdkirina Ocalan daketin qadan
14:39 Cezayê zilamê Palandoken kuşt hat erêkirin
13:58 Ji bo Rojnameger Alagaş îdîanameyek din amade kirin
13:30 Cenazeyê Mîr Tehsîn Bek hat definkirin
13:19 Buldan: Hemû wekilên HDP'ê li meclîsê dest bi nobeta aştiyê dikin
13:04 Li Mexmûrê koma 18'emîn grev dewir girt
13:01 HDP’ê namzetên hevşaredarên Çinarê eşkere kirin
12:30 Ji ber Gergerlîoglu bertek nîşan neda fezleke jêre amade kirin
12:29 Hejmara girtiyên ketin greva birçûbûnê derket 291’an
11:42 Parêzerên Ocalan cara 787’emîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:37 ‘Li Girtîgeha Xarpêtê pîvanên tansiyon û şekir ên çalakgeran jî nayên kirin'
11:17 HDP dê li Dîlokê piştgiriyê bide Celal Dogan
10:30 Li Heskîfê kurd û ereban mil daye milê hev û dibêjin 'em tên'
10:26 Taşçier: Bêhiqûqî li Kurdistanê dest pê dike, li Tirkiyeyê belav dibe
10:06 Leyla Guven 3 meh in li dijî tecrîdê di grevê de ye
09:39 Qeyûmên Mêrdînê nû dest bi xizmetê kirin
09:38 Li Licê û Pasûrê qedexeya derketina derve û operasyon
09:36 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî em li malê xwarinê çênakin
09:35 ‘Sîweregê êdî ji qiraliyet û dîktatoriyê bêzar bûye'
09:35 Gora Pîr Sara Gîn ji bo defîneyê hat texrîbkirin?
09:34 ‘Pêwist be em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:34 Ji bo Komkujiya Pirsûsê komcivîna 'Em dev jê bernadin'
09:33 Helbesta çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê li dora roja xwe bigerin
09:32 ‘Eger wisa bidome em ê jî dest bi greva birçîbûnê bikin'
09:31 Erkmen: Mozaîka Qersê dişibe mozaîka HDP'ê
09:31 Penaber Fattahî: Ne li Îranê ne jî li Tirkiyeyê ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 5'YÊ SIBATA 2019'AN
07:36 Li Parisê agir bi avahiyekê ket: 7 kes mirin
04/02/2019
21:15 Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven didomin
18:25 Kongreya Star xwest rêxistinên mafên mirovan helwesta xwe diyar bikin
18:14 Ji bo Sîsê Bîngol serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê dan
16:57 Çalakiya nobetê di roja 5’emîn deye
16:43 Bernhard Guhl: Tirkiye Zeytûnê Efrînê difiroşe Yekîtiya Ewropayê
15:57 Tenduristiya Guven ne baş bû
15:48 TJA bertek nîşanî ceza dayîna Tuncel û Kişanak da
15:31 Cenazeyê Mîr Tehsîn Beg gihişt Hewlêrê
15:05 Ozturk a 6 mehan dibin çavan de ma neanîn dadgehê
15:04 OHP: Girtiyên di greva birçîbûnê de tên derbkirin
14:40 Malbatên girtiyan bang kirin: Dawî li tecrîd û îzolasyonê bînin
14:29 Li Colemêrgê starta hilbijartinê
14:17 Li Mêrdînê starta hilbijartinê hat dayîn
14:11 ÎHD: ‘Azadiya îfadeyê’ ya hezar û 166 kesî tune hat hesibandin
13:53 'Dadgehê di doza Tuncel û Kişanak de xwe mehkûm kir’
13:49 Bîlgen: Dê Tirkiye neçar bimîne bedelê polîtîkayên şaş bide
13:28 Mîrê Bilûrê Egîtê Cîmo hat oxirkirin
12:24 'Heya ku tecrîd bişike emê li qadan bin’
12:07 ÎSÎGM: Di Çile de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar
11:44 ‘Ji hêza jinê ya diguherîne ditirsin’
11:43 Kurdên Qazaxistanê: Egîdê Cimo hîmekî bingehîn bû
11:40 Hemama Cincikli wêran bû
10:19 Kiliçaslan ê CHP’yî: Grevên birçîbûnê ji bo me hemûyan mijara xwerexnekirinê ye
10:18 Ji ber berfa zêde li Wanê rê hatin gitin
10:18 Biryara bi hincet a doza Komkujiya Lîce: Delîl razber û xeyalî ne
09:33 Ciwanên HDP'î banga tevlîbûna Konferansa Jinên Ciwan kirin
09:32 Berxwedana Leyla Guven ket roja 89'an
09:07 Kaçmaz: Berxwedana çalakgeran ji bo rizgariya siberojê ye
09:06 Namzetên Hevşaredariya Yekîtiya Hêzê: Li dijî polîtîkayên qeyûm dê yekîtî bi ser bikeve
09:05 Projeyên şaredariya DBP'ê ji bo hatina Erdogan amade dikin
09:05 Faksa girtiyan a ragihandina greva birçîbûnê bifikar hat dîtin
09:04 Namzetên Hevşaredariya Îdirê: Wê biratiya azerî, terekem û kurdan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 04'Ê SIBATA 2019'AN
03/02/2019
22:24 Tevî astengkirinê jî piştgirî dan Guven
21:51 Li Bismilê danasîna namzetên hevşaredariyê veguherî mitîngê
17:35 Ozturk: Rêberê Gelê Kurd heye, emê li ber xwe bidin
Arslan: Em li ber xwe nedin emê gelek nirxên mezin winda bikin
17:08 Di nobeta li KCD'ê de çîrokên berxwedêran xwendin
16:36 Leyla Guven tev li mîtingê bû: Bi ruhê Zindana Amedê we silav dikim
16:24 YJC'ê li Minbicê piştgirî dan berxwedana Guven
15:44 ‘Bi rihê berxwedana zindanan em ê bendan bişikînin’
15:27 Taşdemir: Ev berxwedan wê tecrîdê bişkîne
14:58 Temellî: Em soz didin Leylayê em dê tecridê bişkînin
13:58 Bi deh hezaran li dijî tecridê di mîtînga Stenbolê de gihiştin hev
12:50 Gel li dijî tecrîdê dimeşin Bakirkoyê
12:36 ‘Cezakirina Kişanak û Tuncel, cezakirinia têkoşîna demokratik e'
11:40 HDP, dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike
11:08 Di derya Egeyê de 3 zarok xeniqîn
10:46 Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Tetwanê bi çapemeniyê re civiyan
10:34 Berxwedana Leyla Guven ket roja 88'an
10:08 Namzeta jin a Şaredariya Stenbolê Akman: Qad Ya Me Ye
09:07 Ocaxa tenduristiyê bû axur
09:06 ‘Ji bo girtiyan em dengê xwe bilind bikin'
09:05 Îdareyên girtîgehê ketin nav hewldanên qanehkirinê
09:04 Namzetên îtifaqê yên Şaxê: Em ê bi hev re jiyanê ava bikin
09:03 Bavê kurê wî di greva birçîbûnê de: Divê cîhan dengê wan bibihîse
09:02 ‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2019'AN
02/02/2019
22:10 Ber bi mala Leyla Guven ve meşiyan
17:16 Nûçegîhana Jinnewsê Melike Aydin hat berdan
17:13 Çalakî li çarhawîr belav dibin
17:09 Girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek nayê dermankirin
16:38 Gotin ‘Leyla Guven rûmeta me ye’
16:16 Gelê Wanê li dijî tecrîdê meşiya
16:05 Kemalbay: Leyla Guven gavek wêrek avêt
15:39 Çalakiya Nobetê li KCD'ê di roja 3'emîn de didome
15:35 Bal kişandin ser rewşa Apê Dedo
14:55 Di Çile de 100 rojnameger hatin darizandin
14:50 Li aqûbeta Kemal Mumbarîz û Mehmet Yaşar hat pirsîn
14:29 Zarokên Taniş û Deniz: Em dest ji lêgerîna we bernadin
13:09 HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeya 2'ê Adarê ye