Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?

img

STENBOL – Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê heftê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn. Dayîka Maltû Sabriye Maltû, di nameya ji çalakiyê re şand de wiha got: “Ez dayîkim, ma em gorekê li ser dua bixwînin heq nakin? Ev 24 salin ez gorekê û cezakirina faîlên Mehmet Şirîn dixwazim.”

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 724'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê ku xwestin ji ÎHD'ê bimeşin Qada Galatasarayê rastî astengiya polîsan hatin. Dayikan li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Beriya ku dayik daxuyaniyê bidin polisan dora avahiya ÎHD'ê dorpêç kirin. Dayikan tîşortên ku wêneyê zarokên xwe yên winda lê zeliqandine li xwe kirin. Dîsa wêneyên zarokên xwe yên winda rakirin û qurnefîl kirin destê xwe. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên Stenbolê Huda Kaya, Oya Ersoy, Mûsa Pîroglu û gelek kes beşdarî çalakiya vê heftê bûn. 
 
Di çalakiya de, ji bo Mehmet Şîrîn Maltû yê di 31’ê Çileya 1995’an dibin çavan de hat windakirin, daxwaza edaletê hat kirin. Metna çapemeniyê ya vê heftê, xwişka Hasan Ocak ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Masîde Ocak xwend. 
 
‘QÎRÎNIYA MALTÛ HATIN BIHÎSTIN’
 
 Ocak, diyar kir ku Mehmet Şîrîn Maltû yê 17 salî li Goma Zediya ya ji 15 malbatan pêk dihat a navçeya Hezo ya Êlihê dijiya û wiha axivî: “Leşker, tîmên taybet û cerdevanên gund di şeva 31’ê Çileya 1995’an bi ser malê de girtin. Leşkerên kontrola nasnameyê kirin, Mehmet Şîrîn Maltû derxistin derve û heya saet 04.00 sibê li qadeke vekirî ya gund îşkence kirin. Dengê qîrînirya wî dihat biîstin. Dûre Şîrin bi xwe re birin. Dotirîna rojê, nêzî saet 12.00’an Şirîn destê û piyên wî girêdayî û kîs xistibûn serê wî paşve anîn gund. Dîsan li qadeke vekirî bi saetan rastî îşkenceya leşkeran hat. Leşkeran ji wî dixwestin cih nîşan bide. Lê wî tim digot ‘ez nizanim.’ Mehmet  Şîrîn Maltû yê ji ber işkenceya leşkeran nedikarî li ser piyan raweste, dîsan li wesayîtê siwar kirin û bi xwe re birin.”
 
DÛRE BI TU AWAYÎ AGAHÎ JI MALTÛ NEHAT GIRTIN 
 
Ocak, da zanîn ku ji wê rojê û  şûn de tu agahî ji Maltû nehat û wiha got: “Hemû serlêdanên malbata Maltû yên ji bo dîtinê bi encam man û carek din agahî ji kurê xwe negirtin. Em ji bo Maltû edaletê dixwazin. Heya ku daxwaza me ya heqîqet û edaletê pêk were emê li wandihiyên xwe bigirin û emê dest ji warê xwe Galatasarayê bernedin.” 
 
‘EZ Ê DEST JI LÊGERÎNA KURÊ XWE BERNEDIM’
 
Piştî daxuyaniyê, nameya dayika Mehmet Şîrîn Maltû ya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî beşdarî çalakiyê bibe, Sabriye Maltû hat xwndin. 
 
Dayik Maltû di nameya şand de wiha got: “Ez Sabriye Maltû. Ez dayika Mehmet Şirîn Maltû yê dibin çavan de hat windakirime. Mehmet Şîrîn 4’emîn zarokê min ê herî biçûk bû. 3 meh piştî hevjînê min di qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest, min ew kir hembêza xwe. Min ew bê bav mezin. Dema leşkeran ew bir hîna 17 salî bû. Bi şev ser mala me de girtin. Leşkeran di sermaya Çileyê de, heya serê sibê li ber çavên me îşkece kirin û dûre bi xwe re birin. Ev 24 salin li kurê xwe digerim û bi hêviya rojekê jê agahî bigirim dijîm. Ez dayîkim, ma em gorekê li ser dua bixwînin heq nakin? Ev 24 salin ez gorekê û cezakirina faîlên Mehmet Şirîn dixwazim. Ez pîr bûme û nexweşim. Heya nefesa xwe  ya dawiyê jî ezê dest ji lêgerîna kurê xwe bernedin. Ez hemû kesên ji bo kurê min û windayên me hatin gelhev hembêz dikim.”
 
'EMÊ DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'
 
Piştî xwendina nameya dayika Maltû, birayê Ridvan Karakoç ê di sala 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hasan Karakoç jî axaftinek kurt kir û wiha got: “Dewlet berî her tiştî divê  aqûbeta windayan bipirse, lê ligel vê jî xwe bêdeng, ker û lal dike. Van mirovan ev zilm heq nekiribûn. Tu mafê kesekê nîne ku van pêkanîna li ser vê gelî pêk bîne. Ev 24 salin em têkoşîna xwe berdewam dikin. 24 sali din jî derbas bibin emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Piştî daxuyanî û axaftinan çalakî bi dawî bû. 

Sernavên din

11/02/2019
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye