Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta nêzîkbûna salvegera 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiye kirin, bi hezaran Kurd û dostên Kurdan li Basel, Berlîn û Stackholmê  kom bûn berê xwe dan Strasboûrgê. Bi hezaran kurdên dimeşîn bê navber dirûşmeyên "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin", "Bê Serok Jiyan nabe"  û "Bijî Serok Apo" dimeşin. 
 
 
Di salvegera 20’emîn a radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de bi hezaran kurd û dostên kurdan bi dirûşmeya "Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin", "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" dest bi meşa dirêj a 8 rojan kirin. Meş dê heta Strasboûrgê bidome. 
 
BASEL 
 
Li Baselê meş, di pêşengiya KCDK-E’yê de li qada Barfusserplatzê ya Baselê bi mîtîngeke mezin dest pê kir. Girsê di mîtîngê de pankartên ji bo azadiya Ocalan û silavkirina çalakgerên greva birçîbûnê vekirin. Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur di destpêka meşê de axivî û wiha got: “Armanca me ya sereke ya vê meşê ev e ku, em daxwazên hevalên xwe ji cîhanê re ragihînin. Heta ku tecrîda li ser Ocalan neşikê wê ne gelên Tirkiyeyê û ne jî gelên Rojhilata Navîn azad nebin.”
 
AYDAR: EMÊ BI BERXWEDANÊ RÊBERTIYÊ AZAD BIKIN
 
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku gelê Kurd li her qadê li ber xwe didin û wiha got: “Di sala 20’emîn a komployê de, em ê bi berxwedana xwe Rêbertiya xwe azad bikin û em ê komployê hilweşînin. Em dizanin, bi berxwedana me re, tirsa rejîma faşîst jî zêde dibe.” 
 
Li ser navê SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê axaftin hate kirin û qala girîngiya meşê hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku “Bi şikandina tecrîsa li ser Ocalan re wê gelên Tirkiyeyê azad bibin.”
 
NÛNERÊN GELEK SAZIYAN TEVLÎ MEŞÊ BÛNE
 
Parlementer û hevşaredarên HDP’ê yên ji neçarî hatine Ewropayê, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevseroka KCDK’ê Fatoş Goksungur, endamên CÎK’ê, hunermend, endamên KNK’ê û nûnerên SYKP, MLKP, ATÎK, AvEG-KON, ADHK, KPP û PYD’ê jî di nav de nûnerên gelek saziyan tevlî meşê bûne.
 
STOCKHOLME 
 
Li Stockholmê meşa li dijî tecrîdê dest pê kir. Kurd û dostên wan bi heman armancê li paytexta Stockholmê ya Swêdê, dest bi meşeke 2 rojan kirin. Kurd û dostên wan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina çalakgerên greva birçîbûnê li Stockholmê dest bi meşeke 2 rojan kirin. Girse li Qada Medborgarplatsenê hatin ba hev û bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi pankartên ji bo rakirina tecrîdê dest bi meşê kirin. Çalakger li her ciha ku derbas dibin, derbarê zextên li ser mafên mirovan ên ku Tirkiye dike, tecrîda li ser Ocalan û derbarê çalakiyên greva birçîbûnê raya giştî haydar dikin. Meşvan bang li hikumeta Swêdê dikin da ku ji bo rakirina tecrîdê têkevin nav hewldanan. Çalakger di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Daxwazên Leyla Guven,daxwazên me ne", "PKK gel e, gel em in" û "Erdoganê faşîst" berz dikin.
 
Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ew ê 2 rojan bimeşin û destnîşan kirin ku bi sedan çalakgerên greva birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdkirna Ocalan ketine greva birçîbûnê. Meş dê sibê saet 11.00’an de li Parka Ralambshovê dest pê bike û bi mîtînga Qada Normalmê bi dawî bibe.

Sernavên din

11/02/2019
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye
09:42 Ji çalakgerê greva birçîbûnê peyama bi deng