Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne

  • rojane
  • 09:15 10 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Ridvan Kaya ku 57 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku ew di çalakiya xwe de bibiryar in û got: "Heta em vê tecrîdê perçe nekin, wê çalakiya me dewam bike. Em hay ji encamên wê hene. Ji bo wê bedêl çi dibe bile bibe em amade ne, em ê bidin." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin, di roja 95'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê Ridvan Kaya ye ku ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Kaya, nameyk şand û bal kişand ser daxwazên girtiyan û pirsgirêkên tenduristiyê yên rû didin. 
 
'EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN' 
 
Kaya, destnîşan kir ku ew tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dîlgirtina wî bi tu awayî qebûl nakin û got: "Lê belê hîn jî Rêberê me girtiye û bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ev ji ber helwesta me ya lawaz û kêmasiyên me ye. Dev ji tecrîdkirinê berdin, divê ji bo nêzîkatiyeke biçûk a li ser Rêberê me, diviya me kevir li ser kefir nehiştana. Bi dehan hevrêyên me li dijî vê xwe fida kirin, bedena xwe şewitandin û bi awayekî bêhempa li ber xwe dan. Lê belê em yên mayî, me peywira xwe baş bi cih neanî û loma em niha behsa şert û mercên tecrîdê dikin. Ji ber em dereng man, em xwe rexne dikin." 
 
'BERXWEDANEKE BÊHEMPA' 
 
Kaya, diyar kir ku cara ewil e ku ew ketiye greva birçîbûnê û got: "Berxwedana mirovekî/ê ku bi rojan bedena xwe dide ber birçîbûnê ji bo min berxwedaneke bêhempa ye. Min tim xwestiye bibim perçeyeke berxwedaneke wisa. Ji ber kevneşopiay berxwedana me, em ne xerîbê berxwedanên bi vî rengî ne. Lê dema mirov bi xwe daxilî berxwedaneke wisa dibe, hesteke cuda li mirov peyda dibe. Wexta mijar Rêber Apo be, hemû çalakî watedar in." 
 
'DIVÊ TENÊ EV ROJEVA ME BE' 
 
Kaya, anî ziman ku daxwaza ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, daxwazeke mirovî û ehlaqî ye û got: "Ev yek di serî de kurdan û bi giştî jî hemû derdoran eleqedar dike. Wê şikandina tecrîdê, faşîzmê birûxîne û rê li ber azadiyê vebike. Sedema zilm, îşkence û çewisandina li ser civakê girêdayî tecrîdkirina Rêber Apo ye. Divê kes wek tiştekî asayî nêzî tecrîdê nebe. Divê ji bilî perçekirina tecrîdê wekî din rojeveke me tune be." 
 
MERCÊN TENDURISTÎ Û EWLEHIYÊ 
 
Kaya, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên berê û got: "Herî dawî di sala 2012 û 2016'an de bi heman armancê çalakiyên greva birçîbûnê çêbûn, lê belê ji hevdîtina dawî heta niha tecrîd girantir bûye. Hevdîtina 12'ê Çileyê, ji bo me û gelê me bixapînin hatiye kirin. Lê belê biryardariya me li holê ye. Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike. Em hay ji encamên wê hene. Ji bo wê bedêl çi dibe bile bibe em amade ne, em ê bidin." 
 
'ÇAVKANIYA ME YA JIYANÊ YE' 
 
Kaya, destnîşan kir ku bi tecrîdê tê xwestin ku civak bê tepisandin, lê belê wê ev yek pêk neyê û got: "Eger em îro der barê jiyanê, berxwedê de behsa hin tiştan dikin, ev bi saya berxwedana bêhempa ya şehîdên me û Rêberê me ye. Rêber Apo, her tiştê me ye. Canê me, ruhê me, nefesa me û çavkaniya jiyana me ye. Berî her tiştî tê. Faşîzm, di şexsê Rêberê me de bi awayekî hovane êrîşî nirxên me dike, hel wida hebûna me tune bike. Sedema girankirina tecrîdê ev e. Lê belê her diçe, aşkere dibe ku ev yek ne pêkan e û loma bi awayekî dijwar êrîş dikin." 
 
Kaya, diyar kir ku niha erihetiyên wekî serêşî, xwînîbûn hwd. li wan peyda bûne û ji ber deng û ronahiyê nerihet dibin. Kaya, anî ziman ku lê belê dîsa jî rojeva wan a sereke tecrîd e û got: "Her diçe em xurtir dibin. Rojeva me ya sereke rêberê me, tenduristiya û ewlehiya wî ye. Her çend pirsgirêkên tenduristiyê rû bidin jî, lê ev ji bo çalakiya me ne asteng e." 
 
Kaya, destnîşan kir ku liv û tevgera ji bo têkşikandina tecrîdê helwesteke wijdanî û mirovî ye û divê herkes ji bo vê yekê tev bigere. Kaya got: "Dibe herkes nikaribe têkeve greva birçîbûnê, lê miheqeq tiştekî ku ji destê mirov tê heye. Berî bi derengî bikeve divê herkes tev bigere. Ev berpirsiyariyeke ehlaqî ye. Eger em jiyaneke birûmet û azad dixwazin, nexwe divê em tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin. Em Leyla Guven û hemû çalakgerên di greva birçîbûnê silav dikin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin." 
 

Sernavên din

11/02/2019
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye