Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin

  • rojane
  • 10:09 10 Sibat 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Tîmên taybet 2 sal berê di 11'ê Sibatê de Gundê Xirabê Bava yê Navçeya Nisêbînê bi tang û maşîneyên zixrî dorpêç kirin. Piştî dorpêça hefteyekî tîmên taybet îşkence li welatiyan kir û 3 welatî kuştin. Li  39 welatiyan îşkence kiribûn. Welatiyan diyar kirin ku 2 sal barîn, lê wekî duh zindî ye û bûyer ji bîr nekirine. 

 
Di 11'ê Sibata 2017'an de tîmên taybet bi tang û maşîneyên zirxî, bi ser gundê Xirabê Bavan de girtin û 3 hefteyan li gund qedexeya derketina derve îlan kirin. Qedexeya ku di 11'ê Sibatê de dest pê kir di 2'ê Adara 2017’an de bi dawî bû. Di qedexeyê de tîmên taybet hemû welatî derxistin qada gund û li gundiyan îşkence kir. Dîsa di bûyerê de 3 welatî hatin kuştin. Çawa ku qedexe hat îlankirin Walîtiya Mêrdînê û Wezareta Karên Hundir got: "Di qedexe û şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane" Lê şahidan diyar kirin ku 3 kes bi saxî hatin girtin û bêyî şer derkeve ew 3 kes bi îşkenceyê hatine kuştin. Di qedexeya gund de 39 welatî rastî îşkenceyê hatin. Welatî Abdî Aykut ku hat binçavkirin û demek dirêj agahî jê nehat girtin, piştre derket holê ku rastî îşkenceya giran hatiye. Di wêneyê hat belav kirin de derket holê ku îşkenceyek giran lê hatiye kirin. Aykut, ku bi îşkenceyê di nava xwîn û birînande mabû, piştre hat girtin û 6 meh şûnde hat berdan.
 
Piştî bûyerê ÎHD'ê rapor amade kir û di raporê de diyar kir ku di dorpeçê de gelek sewal hatine kuştin û gelek xani hatine şewitandin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku xanî bi kepçe û teqemeniyan hatine hilweşandin. Di qedexe û dorpêça gund ku zêdeyî 20 rojan berdewam kir de gelek gule li pey xwe hiştin. Welatiyên Xirabê Bava her çend 2 sal di ser bûyerê re derbas bûbe jî geşedanên li gund pêş ket ji bîr nekirine. Welatiyên ku piştî bûyerê xaniyên xwe yên hatin xerakirin disa ji nûve ava kirin, hin xanî jî bi alîkariya rêxistinên demokratîk ji nûve ava kirin. Li gund hêj li hemû kolanan û li ser dîwarê hemû xaniyan şopa şer xuya dike. Şopa guleyan a li ser dîwarê kerpîç û dîwarên kevir her tim bûyera ku 2 sal berê pêk hat zindî dihêle. Disa depoyên avê yên li ser baniyan ku bûbûn hedefa guleyan hêj wekî xwe rawestiya ne. Welatiyên gund, guleyên ku tîmên taybet li ser gund rejandin, tev di çuwalekî de kom kirine û li aliyekî veşartine. Welatî van guleyan wekî şahida  bûyerê vedişêrin. 
 
WELATIYAN GEŞEDAN JI BÎR NEKIRIYE
 
Pişti buyerê alav û amûrên mala Abdi Aykut yê rastî işkenceyê hatibû zerar dîtibûn. Alav û amûrên zerar ditibûn hêj li hewşa malbata Aykut li cihê xwe ne. Aykut, diyar kir ku wî nedît xaniyê wî hatiye şewitandin û wiha got: "Piştî ez binçav kirim xaniyên min şewitandine. Ez naxwazim îşkenceya ku li min hatiye kirin bînim bira xwe. 2 sal derbas bûn, lê ew roj û ew bûyer ji ber çavê min naçe. Tenê daxwazek min heye. Ez naxwazim disa bûyerek wisa dubare bibe. Bûyera ku 2 sal berê pêk hat ji salên 90'an dijwartir bû. " 
 
Welatiya Xerabê Bava Edûlê Bal jî diyar kir ku di sala 1994'an de eskerên di fermana Serbaz Erol Peynircî de, Bavê wê Bayram Bal û Pismamê wê Hamît Bal  hatin kuştin û li kêleka rê cenazeyê wan hat dîtin. Edulê Bal, anî ziman ku ew vê bûyera Xerabê Bava ji bîr nake û wiha got: "Bûyera Xerabê Bava pir zor bû. Ne pekan e bê ji bîr kirin. Ji bûyerên salên 1990'an dijwartir bû. Di salên 90’an de em di bin zextan de bûn. Lê zextên 2 sal berê li ser gundê me hatin kirin pir zahmet bû. Min pirsî 'Hûn çima bi çekan bi ser malên me de digirin' Tîmê taybet bi destê min girt û ez li dîwar xistim. Em 10-12 rojan di gunde hatin hepiskirin. Em tî û birçî di hundir de hatin hiştin. Ez ji vegotinê natirsim. Ji kişandina wêneyan jî natirsim. Çi bû ez her tiştî aşkere dibêjim. Ez tiştekî şaş nabêjim." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

11/02/2019
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir
11:29 Kesê li Tirkiye di ezmîna KPSS'ê de bû yekemîn bi cih nebû
10:56 Li bakurê Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:48 Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr
10:47 Li gundên Misircê 13 welatî hatin binçavkirin
10:41 Çalakgerê di grevê de Îba carek din rakirin nexweşxanê
09:54 Wezîrê Parastina Rûsya dê Wezîrê Parastina Tirkiye ziyaret dike
09:42 Şaredarî bi der û dorên AKP'iyan tije kirin
09:05 Girtiyan ji Girtîgeha tîpa F a Kirikkale pêkanînên nû vegotin
09:04 ‘Hunermendên ku Leyla stran: Navekî din yê hunermendan berxwedan e
09:04 Kontrola tenduristiya çalakgerên li Girtîgeha Alanya nakin
09:03 Dayik: Min Huseyinê xwe winda kir bila kesên din demirin
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2019'AN
10/02/2019
21:14 Sîrwan Barzanî: Ger ev herêm têkeve kontrola Tirkiye dê hemû kurd koçber bibin
21:05 Saziyên Elewiyan berxwedêrên Strasboûrgê ziyaret kirin
19:14 Mirovên Aqîl Leyla Guven ziyaret kir: Em dê hewl bidin vî dengî bêtir bidin bihîstin
17:13 ‘Axekê ku em piyê xwe danin ser jî nehiştin’
16:24 ‘Pêvajoya qetilkirina me dewam dike’
15:23 Wezîrê Karê Hûndir Soylû dîsan HDP kir hedefê
15:05 Li Mêrsînê, Komeleya Colemêrgiyan hat vekirin
14:43 Bîlgen: Em di wê hêviyê dene bajêr xwe bi rêve bibe
14:09 Buldan: Li ser vê axê ne hişmendiya qeyûm dê jin bijîn
14:02 Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin
13:43 Koçyîgît: Li dijî tecrîdê derketin, li dijî şer derketine
13:25 HDP'ê Beyannameya Hilbijartinê ya Jinê Aşkere kir: Em dê bi hevre ava bikin
12:20 Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi dirûşmeya ‘Jin bi hev re’ dakeve qadan
12:20 Kavak ê li bendêbû xizmên wî ji bin kavilan bên derxistin krîza dil derbas kir
12:05 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
11:43 Yên li Şeladizê hatin binçavkirin bi casûsiyê tên sucdarkirin
10:09 Gundiyên Xirabê Bava: Em bûyera 2 sal berê ji bîr nakin
09:28 Karkertên tekstîlê li dijî zama kêm dest bi kar nekirin
09:17 Ji girtîgehê name ji bo Leyla Guven: Sekna te biryara me xurt kir
09:16 Îmîr ji bo TOKÎ'yan hişyar kir: Ger birûxe wê bibe felaket
09:15 Kaya yê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin, bedêl çi dibe bila bibe em amade ne
09:09 Girtiyê 57 roj in di greva birçîbûnê de: Bedêl çi dibe bila bibe, em ê bi ser bikevin
09:06 HDP, ji bo hilbijêrên qeyda wan hat jêbirin serî li YSK'ê da
09:03 ‘Kesê qeyûm dişibîne Xizir, ji rê derketî ye'
09:01 Helbestakurdi.com dest bi weşanê kir: Helbesta kurdî digîhinin dinyayê
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2019'AN
09/02/2019
18:11 Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan
16:55 HDP li Serhedê lez daye xebatên hilbajirtinê
16:20 HDP’ê namzetên Giresîra bi gel dan nasandin
16:15 Bi hezaran kurd li dijî Tecrîdê ji Basel, Berlîn û Stockholmê dimeşin Strasboûrgê
15:59 Balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Zekî Eşîn
15:58 Çalakiya pirsîna aqûbeta windahan li Amed û Êlihê hat lidarxistin
15:49 Çalakiya nobetê bi dawî bû: Roj îro ye dibe sibê dereng be
15:35 ÎHD’ê rapora ‘Greva birçîbûnê' aşkere kir
15:17 ‘Dilê girtiyê nexweşîna giran Tenlî ji sedî 15 dixebite’
14:40 Ji bo girtiyê nexweş Abdulkadir Aksû bang kirin
14:12 Ozturk: Gelê Kurd tecrîd dikin, emê tecrîdê bişkînin
13:57 Dayika Şemiyê Sabriye Maltû: Ma em gorekê jî heq nakin?
13:41 Li Pîranê biryara veguhestina 13 sindoqan hat dayîn
13:25 Berfê rêya 104 gundên Dersîmê girt
12:11 Polîsan di serdegirtina malê de çek xistin serê zarokan
11:42 Turkdogan: DMME di bin bandora xebatên lobî de dimîne
11:28 Ji bo hevdîtina Îmraliyê qedexeyek nû anîn
10:50 Karkerên Jin amadekariya komcivînê dikin
10:12 Di avahiya hilweşiya de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 17’an
09:54 Aslan şevê li ber awaza curaya xwe şên kir
09:53 Sariyildiz: Biryara DMME dê heqîqeta li Cizîrê neguhere
09:23 Dadgehê 'Hêza Tirk' nîşan da û 56 sal ceza birî
09:18 Wê HDP, li dijî tecrîdê bimeşe
09:18 Aydin: Em ê ji bo dosyeya Elçî hinekî din jî sebir bikin
09:17 Hevseroka SES'ê ku piştgirî da Leya Guven ji peywirê dûr xistin
09:16 Ji bo 'cîhadê' daketin kuçeyan, ji bo AKP'ê doza dengan kirin
09:16 'Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike'
09:15 'Bila TOKÎ'yan birûxînin, em ê xaniyên xwe çêbikin'
09:14 Qeydênd zimanê kurdî didomin
09:14 'Em ê tecrîdê bişikînin'
09:13 Girtiyê nexweş Ahmet Çelîk nayê tedawîkirin
09:12 ‘Divê zarok di warê zayenda civakî de bên perwerdekirin'
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2019'AN
08/02/2019
17:23 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
15:44 ‘2 meh in têkildarî rapora cînayeta Elçî pêşketin tune ye’
15:20 Çalakiya nobetê ya li KCD’ê di roja 9’emîn de ye
15:14 Jinên Maya ji Guven re gotin: Em îsyana xwe ji tere dişînin
14:59 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê hestiyariya mirovî ya pêwîst bê nîşandan
14:47 Jinên Enqereyî: Em deng bidin dengê Leyla Guven
14:30 Li Girtîgeha Elbîstanê koma 6’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
14:16 Mêrsîn ji bo mîtînga ‘Edalet, Azad û Demokrasiyê’ amedeye
13:50 Li Amedê kesek ji ber cilên herêmî hat girtin
13:38 Şandeya YE'yê Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ziyaret kir û pirsa Guven kir
13:36 Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê ya 2018'an aşkere kir
13:35 Zanîngeha Londrayê 3 polîsên gumanbar ên cînayeta Tahîr Elçî tespît kir
13:06 Delagasyona Îmraliyê tê Tirkiyeyê
12:57 Rêxistinên HDP'ê yên bajaran piştgirî dan stratejiya hilbijartinê
11:52 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:35 ‘DMME ji hiqûqê û peymanên xwe qût bûye’
11:07 Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin
10:58 Çîroka malbateke Kurd
09:51 Îdîaya qeyûm fermana ‘heya Adarê budçeya 2019’an biqedînin’ daye