Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin

  • rojane
  • 09:11 12 Sibat 2019
  • |
img

AGIRÎ - Namzetên Şaredariya Agiriyê yên HDP'ê Yelîz Karaaslan û Abdûrrahman Dogar, diyar kirin ku wê di hilbijartina 31'ê Adarê de wê şaredarî têkeve destê vîna gel û gotin: "Wê hikûmet bibîne ku bi qeyûman, bi qirkirinan, bi çewisandinan encam nayê girtin." 

Di hilbijartina 30'yê Adara 2014'an de BDP bi ser ketibû, lê belê li ser îtiraza AKP'ê deng 14 caran hatibûn hijmartin, lê dîsa jî BDP bi ser ketibû. Lê belê piştî AKP'ê, cara 15'an îtiraz kir Desteya Hilbijartina Bajêr biryar dabû ku hilbijartin bê dubarekirin û li ser vê i 1'ê Hezîranê de hilbijartin hatibû dubarekirin. Wê demê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, beriya hilbijartina hatibû dubarekirin peyamek ji gelê Agiriyê re şandibû û di peyama xwe de gotibû: "Di 30'yê Adarê de hîle û xurde hatin kirin. Lê belê niha wê bersiva me tenê ne ji bo rûmeta me be, wê bibe nîşaneya helwesta me ya ji bo aştî û siyaseta demokratîk jî." Di 1'ê Hezîrana 2014'an de DBP, ji AKP'ê 2 hezar û 914 deng girtibûn û şaredarî dîsa bi dest xistibû. Di 1'ê Adara 2017'an de jî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin û ji hevşaredaran Mûkaddes Kûbîlay hatibû girtin. 
 
Namzetên ji bo Hevşaredariya Agiriyê yên HDP'ê Yelîz Karaaslan û Abdûrrahman Dogar in. Namzetan hevşaredariyê destnîşan kirin ku wê gelê Agiriyê di sibeha 1'ê Nîsanê de şaredariya xwe bi vîna xwe bi rê ve bibe. 
 
'WÊ EW BARIYERÊN BETONÎ BÊN RÛXANDIN' 
 
Namzet Karaaslan, destnîşan kir ku wê gelê Agiriyê di hilbijartinê de bersiveke baş bide qeyûman. Karaaslan, destnîşan kir ku cara ewil şaredariya DBP'ê xizmeta AKP'Ê kiriye, lê belê hikûmetê vîna gel nas nekiriye û qeyûm tayîn kiriye. Karaaslan, bilêv kir ku gel hay ji hemû tiştan heye û wê di vê hilbijartinê de bi dengên xwe yên bidin HDP'ê bariyerên di navbera gel û rêveberiya herêmî de hatine danîn birûxîne. 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Karaaslan, di dema rêveberiya DBP'ê de, şaredariyê bi awayekî pir baş xizmeta ji bo ciwan û jinan kiriye û got: "Bi tayînkirina qeyûman, destkeftiyên me hemû hatin tunekirin. Di hilbijartinê de çawa em bi ser bikevin, em ê saziyên hatine girtin ji nû ve vebikin û şaredariyê radestî gel bikin. Teqez em ê bi ser bikevin. Baweriya me bi gelê me heye." 
 
Karaaslan, diyar kir ku ji bo hilbijartinê ew li benda piştgiriya jina ne û got: "Em dikarin bi hev re vî bajarî ji vê talan û xespê rizgar bikin." 
 
'DEWLETÊ JI BO AGIRIYÊ BIZMAREK JÎ NEKUTAYE' 
 
Namzet Dogar jî, diyar kir ku ji bajarên Tirkiyeyê yek ji bajarên herî xizan Agirî ye û got: "Di warê tenduristî, perwerdehî û qadên din de hikûmet bi tu awayî piştgiriya bajêr nake. Ji bo Agiriyê tu proje nehatin çêkirin. Ji bo vê yekê tu tevrîdrên hikûmeyê jî tune ne. Çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê li Agiriyê ye û ji bo turîzmê devereke girîng e, lê belê heta niha bizmarek jî nekutaye. Em dizanin, li bajarekî wisa şaredarîvanî zehmet e, lê em li vir in û em ê bi ser bikevin." 
 
'31'Ê ADARÊ JI BO GELÊ AGIRIYÊ FIRSEND E' 
 
Dogar, bilêv kir ku bi wesayîtên zirxî şaredarî hatiye dorpêçkirin û wê gel helwesta xwe nîşan bide. Dogar, anî ziman ku wê gel bersiva vê bêrêzîtiya li hemberî vîna xwe bide û got: "Ji bo evan tiştan hilbijartina 31'ê Adarê firsendek e. Niha bi destê hikûmetekê li ser Agiriyê kabûsek heye. Em ê hewl bidin ku di 31'ê Adarê de vî kabîsê ji holê rakirin da aramî bê bajêr. Li vir em partiyeke xurt in. A dikeve ser milê me, em xwedî li sindoqan derkevın." 
 
'DIVÊ GEL XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE' 
 
Dogar, hîle û xurdeyên di hilbijartina 30'yê Adara 2014'an de bi bîr xist û got: "Ev hilbijartin ne li Yozgatê ye. Loma divê gelê me xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin. Helbet wê gelê me bertekeke tund nîşanî kesên bêhurmetiyê li vîna wê dike bide. Em ê di dema hilbijartinê de, ji bo gelê me berbayî provakasyona nebe, em ê gel hişyar bikin û em ê nehêlin berbayî van lîstikan bibin. Bi taybetî wê li bajarê me kesên bi vî awayî derkevin, lê wê gelê me tu prîmê nede wan." 
 
Dogar, anî ziman ku şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin, heta qirikê di nav deynan de ne û ev yek bi veberhênanên xeyalî hatiye kirin û pereyê şaredariyê pêşkeşî alîgiran hatiye kirin. Dogar, bal kişand ser raporên Dîwana Muhasebatê û got: "Çavkaniyên her bajarî hene. Em ê karibin bi van çavkanî û vê potansiyela Agiriyê, vê texrîbatê ji holê rabikin. Ji bo me êdî şaredarîvaniya klasîk qediyaye. Wê di vê serdemê de şaredarîvaniya civakiyî, çandeyî û hilberînê derkeve pêş. Divê potansiyelên bajaran bên kifşkirin û nasnameyek lê bê peyda kirin. Em ê çawa nasnameyekê li vî bajarî peyda bikin? Em ê bi xebatên rast vê yekê pêk bînin. Divê em nasnameyeke bajêr ku ciwan, jin û hemû şêniyên bajêr xwe tê de bibînin derxînin holê." 
 
Dogar got: "Wê ev hilbijartin, bibe hilbijartina bidawîbûna çewisandinan, înkarê û bibe cihê aştî û demokrasiyê. Wê gelê Agiriyê, di vê hilbijartinê de bigihê şaredariya xwe û vîna xwe. Wê hikûmet bibîne ku bi qeyûman, bi qirkirinan, bi çewisandinan encam nayê girtin." 
 
MA / Adnan Bilen

Sernavên din

14/02/2019
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir