Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 09:35 13 Sibat 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û bang li rayedarên dewletê kir ku demildest daxwaza Leyla Guven û girtiyan bê pejirandin û tecrîd bê rakirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 98'an de didome. Bi  heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û endorveger li gelek girtîgehan û li gelek bajarên Ewropayê jî didome. Ligel vê her diçe piştgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî zêdetir dibe. Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd  jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê dauxyand û bang kir ku divê demildest daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin û tecrîd ji holê bê rakirin.
 
Daxuyaniya Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd wiha ye:
 
"Wekî ku tê zanîn Abdullah Ocalan ji Nîsana 2015’an vir ve bi malbata xwe, parêzer û wasiyê xwe re nikare hevdîtinan bike. Ji bo ku ev tecrîda li ser wî rabe jî Wekîla Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva bîrçîbûnê ya bêveger û bêdem kir. Ji ber ku ev demeke dirêj e di greve de ye êdî jiyana Leyla Guven gihîştiye xetereyeke mezin.
 
DAXWAZA WAN DAXWAZA TEVAHIYA CIVAKÊ YE
 
Di girtîgehên Tirkiyê de gelek girtî û nivîskar ji bo ku daxwaza mafdar a Leyla Guven bi cî were ji bo piştgiriyê, wan jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Em bi xemgînî dişopînin her ku ev daxwaza mafdar bi cî nayê hejmara girtiyên ku dikevin grevan zêdetir dibe û rojên grevan jî bi paş de diçin. Hejmara girtiyên ku ketine grevan ji 300’î boriye. Hin girtî nêzîkî 60 roj in ku di grevê de ne. Encama van grevan dê çawa be tu kes nizane. Heta roja îro jî ji bo ku ev grev bi dawî bibin ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tu gav nehatiye avêtin. Wekî ku ev çalakî tune ne tev digerin û bi vî awayî jiyana mirovan ji nedîtinê ve tên. Ev greva ku tê kirin ne tenê daxwaza Leyla Guven û girtiyan e, her wiha di heman demê de daxwaza civakê bi xwe ye ku bandoreke neyênî li tevahiya civakê dike.
 
JI BO SAZKIRINA AŞTIYA NAV CIVAKÊ DIVÊ HIN GAV BÊN AVÊTIN
 
Em wek Înîsîyatîfa Nivîskarên Kurd ku parçeyek ji vê civakê ne, ji bo ku mafên wan ên tenduristî û jiyanî were parastin divê rayedarên dewleta Tirkiyê demildest bersiva çalakgeran bide. Bi ya me ev yek ne ew qas karekî zehmet e, lewre civak bi tevahî li hêviya hin gavan e. Hemû hemwelatiyên kul i Tirkiyê dijîn; çi kurd, çit irk, çi ereb her kesek dixwaze di nava civakê de her û her aramî serdest be. Divê rayedarên dewlet jî greva birçîbûnê wekî gaveke nû binirxîne û ji bo aştiya nav civakê were sazkirin hin gavan bavêje.
 
Ji bo ku aştiya nav civakê were sazkirin, daxwaz û banga me ji rayedarên dewletê ev in; daxwaza Leyla Guven û girtiyan ya ku divê li ser hemû girtiyan tecrît were rakirin, were pejirandin. Piştî vê yekê jî êdî ew daxwaza herî mezin ya civakê ku çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze, bi gavên pê wê re bixin meriyete. Em wek kesên neynika civakê wisa difikirin ku ev merheleya ku civaka Tirkiyê dijî ji bo tu kesî an jî komî destkeftinekê nayne. Em hemû di heman keştiyê de dijîn û ku keştî av bigire talûkeya fetisînê li pêşiya me tevan e. Îro ji bo tu tiştî ne dereng e, lê sibê dikare dereng be û wê gavê jî di nava civakê de texrîbatên mezintir dikarin peyde bibin. Di vê babetê te çi tiştên pêwîst ku bikevin ser milên me, em ji bo kirina wê amade ne."
 

Sernavên din

14/02/2019
09:46 20 jinên wekil ên Alman piştgirî dan Guven: Daxwazên wê daxwazên me ne'
09:22 Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin
09:21 Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê
09:20 Bavê Sebahat Tûncel: Divê hêzên demokrasiyê jî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
09:20 Dayika Aştiyê behsa 1999'an kir, ji bo grevên birçîbûnê bang kir
09:19 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike
09:18 'Bila daxwazên xizmên me yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin'
09:18 Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin
09:17 ‘Niha rengê berxwedanê grevên birçîbûnê ye'
09:16 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ew gotinên Erdogan mikurhatin e
09:15 Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû
09:15 'Em ê li Erdîşê bi rêjeyeke mezin bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN
08:16 Berxwedana Leyla Guven di roja 99'emîn de berdewa dike
13/02/2019
19:32 Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê
19:28 Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat
19:20 Guven ku rakirin nexweşxaneyê dîsa birin mala wê
18:18 Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin
18:03 Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin
17:10 HDP'iyan li Wanê barikata polîsan derbas kir
17:02 Namzetên HDP'ê li Amed, Mêrdîn û Dersimê di nav gel de ne
16:06 ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir
16:01 Cezayê hepsê li Dîcle Anter û Veysî Altay hat birîn
15:11 Leyla Guven rakirin nexweşxaneyê
Guven tedawî red kir
14:59 Girtiyê 62 salî Gok krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
14:18 Kontrola edlî ya derbarê Hevserokê DBP'ê de hat rakirin
13:15 Temellî: Emrê rejîmê 2021’an derbas nake
13:00 Namzeta Hevşaredariya Agiriyê Karaaslan hat binçavkirin
12:55 Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan
12:17 Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin
12:15 TRT'ê vîdeo ya Demirtaş ji YouTube'yê rakir
12:09 Meşên ji bo xwedîderketina Guven hatin astengkirin
11:52 Selma Irmak: Her kes bi înat divê li dijî tariyê findekê pêxin
11:03 Polîsan pêşiya wekîlên HDP'ê birîn û wan tehdît kirin
10:05 Dadgehê ji bo 'Doza Komîteya Serokatî' biryarek nû da
09:38 Rojnameger Ceyhan û gelek kes hatin binçavkirin
09:38 Wezîrê Karê Navxweyî yê Îzlandayê yê berê: Li Îmraliyê hiqûqeke taybet heye
09:37 Danişîna 7'an a 'doza panzêrê' sibê ye
09:37 Hem hatin derbkirin, hem jî ceza li wan hat birîn
09:36 Li ser maseya DYA û Rûsyayê Tirkiye û Îran tune ne!
09:35 Înîsyatîfa Nivîskarên Kurd: Divê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin, tecrîd bê rakirin
09:34 ‘Ocalan bi paradîgmaya xwe bû temînata aştiyê'
09:33 Serokê SP'a Dîlokê: 31 Adarê ji bo AKP'ê hilbijartina dawî ye
09:32 Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne
09:31 Ampûlên qeyûm yeko yeko ditefin!
09:31 Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin
09:30 Ubîç ê di greva birçîbûnê de: Xelekeke xurt divê
09:29 Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin
09:28 Li Qersê bayê HDP'ê tê
09:27 Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
09:27 Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2019'AN
08:55 Berxwedana Leyla Guven di roja 98'emîn de berdewa dike
08:55 Qedexeya li 21 gund û gundikên Licê rakirin
12/02/2019
17:41 Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn
17:25 Çalakiya sêva mêxekrêj tê lidarxistin
16:25 299 binpêkirina mafan li dijî jin û zarokan pêk hat
16:24 ‘Min pitika xwe ya 7 mehî hişt. Ew qatilê bombevan çima ne li vê derê ye?’
16:12 Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar'
15:24 Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin
15:04 Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin
14:58 HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin
14:54 HDP'iyên ji bo Guven li Colemêrgê meşiyan hatin astengkirin
14:12 DBP ji bo rojevên tecrîd û hilbijatina herêmî civiya
14:09 Temellî: Em bêdeng namînin teqez em ê bi ser bikevin
14:00 Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî: Divê tecrîd bê rakirin
13:38 Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane
13:26 Li Êlihê, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê tên astengkirin
13:06 Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye
12:25 HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe
12:24 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin
11:44 Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin
11:41 Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin
11:34 Polîsên Alman bi ser Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr muzîkê de girtin
10:40 Axa bin TOKî yên Şirnexê dîsa hilweşiya
10:14 IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan
09:17 Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e
09:15 Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin!
09:15 Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me
09:14 Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin
09:13 Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin
09:12 Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê
09:11 Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2019'AN
08:14 Li 21 gund û gundikên Licê qedexeya derketina derve îlan kirin
07:57 Berxwedana Leyla Guven di roja 97'emîn de berdewa dike
11/02/2019
22:05 Li Edeneyê ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan grevên birçîbûnê
19:05 Bi hezaran welatiyên Qamışlo û Şehba li dijî tecrîdê meşiyan
17:01 Di doza Çapxaneya Gunde 4 kes hatin berdan
16:58 Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê: Rewş dikeve xeterê têkevin nava tevgerê
16:46 3 girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê sewq kirin
16:36 Li HDP’ê coşa hilbijartinê mezin dibe
15:39 ÎHD’ê: Li Herêma Egeyê di sala 2018’an de 332 binpê kirin hatin jiyîn
13:48 Îstîxbarata Tirk-MÎT'ê li Dihokê Mizgeftan weke baregeh bi kar tîne
13:47 Lêpirsîna derbarê avahiya li Kartalê hilweşiya de didome
13:09 Wekîlên HDP’ê meşiyan Galatasarayê: Silav li Suleyman Soylu bikin
12:51 Meşa wekîlên HDP’ê hat astengkirin: Wêneyê tecrîdê ev e
12:36 Cîrît dîsan ji bo Serokatiya Dadgeha Bilind hat hilbijartin
12:08 Hevserokê HDP'a Kopê 4 roj in di binçavan de ye
11:53 Polîsan meşa wekîlên HDP'ê asteng kir