DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye

  • rojane
  • 09:06 16 Sibat 2019
  • |
img

AMED -  Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo cezayê muebeta giran ku li Tirkiyeyê tê birîn got, îşkence û mumaleyeke derî mirovahiyê ye. DMME, ji Tirkiyeyê xwest dev ji binpêkirina mafên mirovan berda. 

Civan Boltan ku di 24'ê Nîsana 2012'an de li Çewligê di pevçûnekê de bi birîndarî hat zevtkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bi tawanabariya "xerakirina yekparerya dewletê" cezayê muebeta giran û ji ber tawanbariyên din jî 95 sal ceza lê hat birîn. 
 
DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN SERLÊDAN RED KIR 
 
Piştî Dadgeha Bilind cezalê li Boltan birî pesend kir, parêzer Mehdî Ozdemîr serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Ozdemîr, di çarçoveya maddeya 17'an a Qanûna Bingehîn de ku dibêje "Divê tu kes neyê îşkencekirin û eziyet li wan neyê kirin. Divê li tu kesî cezayên derî heysiyeta mirovan neyê birîn" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê belê dadgehê serlêdana wî red kir. Piştî rêyên hiqûqa hundurîn hatin xitiman din, Ozdemîr der barê cezayê li muwekîlê wî hat birîn de û bi hinceta maddeya 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin serî li DMME'yê da. 
 
DMME: MADDEYA 3'YAN HATIYE BINPÊKIRIN 
 
DMME'yê di 12'ê Sibatê de serlêdan nirxand û biryara xwe de. DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku serlêdêr mafdar e û li Tirkiyeyê maddeya 3'yan a PMME'yê hatiye binpêkirin. DMME'yê mesrefê dadgehê hezar û 500 eûro li Tirkiyeyê bar kir û xwest binpêkirina mafan a rû daye ji holê bê rakirin. 
 
Ozdemîr, biryara DMME'yê ya der barê muwekîlê xwe de nirxand û destnîşan kir ku DMME, biryara der barê Ocalan û biryara László Magyar a der barê Macarîstanê de wekî biryara emsal esas girtiye û vê biryarê jî spartiye vê. 
 
Ozdemîr, ji bo cezayê muebeta giran got, DMME'yê gotiye ev yek di mewzûata hundurîn de tune ye û li gorî maddeya 3'yan a PMME'yê binpêkirina mafan e. Ozdemîr, diyar kir ku DMME'yê di briyara xwe de gotiye ji ber jiholêrakirina binpêkirina mafan a li dijî kesê navborî pêkan e, ew Tirkiyeyê mehkûmî tazmînata manewî nake. Ozdemîr got: "DMME'yê xwest ji nû ve bê darizandin û rewşa wî ji nû ve bê tespîtkirin." 
 
Ozdemîr, anî ziman ku ji bo ev binpêkirina mafan ji holê bê rakirin ew ê careke din serî li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê bidin. 
 
Her wiha Ozdemîr ji bo muwekîlê xwe jî got: "Civan di odeyeke yekkesî de tê ragirtin. Ji ber milê wî yê rastê ampûte ye û çavê wî yê çepê nabîne û perçeyên şerapnelê di serê wî de ye, nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Yek ji daxwazên me jî ev in. Jixwe biryara DMME'yê jî di vî warî de ye ku divê kesekî di vê rewşê de bi vî awayî neyê cezakirin." 
 
'DIVÊ HIKÛMET GUHERÎNEKE QANÛNÎ ÇÊBIKE' 
 
Ozdemîr got: "Niha ji bo vê biryara DMME'yê mewzûatek di hiqûqa hundirîn de tune ye. Loma divê hikûmet der barê binpêkirinên mafan de guherîneke qanûnî çêbike. Ji bo muebeta giran mewzûatê biguherîne. Ya divê vê yekê li gor hin perîyodan binrixîne an jî divê cezayê heta hetayê biguherîne û wekî sûcên edlî bike 36 salan." 
 
'EM Ê DÎSA SERÎ LÊ BIDIN' 
 
Ozdemîr, diyar kir ku biryara DMME'yê ji bo guherandina mewûzatê wê hinekî zorê bide Tirkiyeyê û got: "Wê ev yek tesîrê li rewşa kesên cezayê muebeta giran girtine jî bike. Wê herkes ji bo careke din cezayê wan bê nirxandin serî li ddagehê bide. Eger ev guherandina qanûnî çênebe, wê dadgehên ku ji ber biryara DMME'yê mecbûr bimînin ji nû ve bidarizînin. Di vî warî de serlêdana me girîng e. Eger serlêdana me bê redkirin em ê ji nû ve serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û DMME'yê bidin." 

Sernavên din

18/02/2019
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike
16/02/2019
19:35 Girtina Kaya û Karaaslan hat şermezarkirin
18:40 Bi deh hezaran kurd beşdarî mîtinga Strasboûrgê bûn û berxwedana Leyla silav kirin
18:25 Dayika Şemiyê Baskin li cem kurê xwe hat veşartin
18:17 Hevserokê HDP'a Hewengê hat girtin
16:57 6 kesên li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan
16:09 Aqubeta rojanemger Abayay û Tekdag pirsîn
15:50 ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan
15:41 'Girtiyê nexweş Îmam Çelîkdemîr bila bê berdan'
15:29 Li Stenbolê avahiya 4 qatî hilweşiya
15:28 11 kes li Bûrsayê hatin binçavkirin
14:24 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:18 Dayikên Aştiyê nobeta xwe bi dawî kirin
14:17 Dayikên Şemiyê: 24 salên din jî derbas bibe em ê têbikoşin
14:03 Bi deh hezaran Kurd li dijî tecrîdê li Strasbourgê dimeşin
13:44 Gotin întîxar kir û cenaze teslîmê malbatê kirin
13:43 Çiya Firat: Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê didome
13:37 Dayika Şemiyê Meryem Baskin jiyana xwe ji dest da
13:35 Bûldan: Dîrok 101 rojin şahidiya berxwedanê dike
Temellî: Tirkiye dinava krîzek pirhejmarî deye
13:04 HDP'ê beyannameya hilbijartina herêmî aşkere kir
12:35 Li 5 bajarên qeyûm bi rê ve dibin HDP ji sedî 60 partiya yekemîn e
11:52 Dirûşmeya hilbijartinê ya HDP’ê: Bi hevre ber bi demokrasiyê ve
11:49 Malbatên girtiyan: Beyî ku kes bimirin dengê xwe bilind bikin
11:40 Çalakî qediya lê dorpêç ranebû
11:28 13 kes li Edenê hatin berdan
10:58 KJAR'ê name ji Leyla Guven re şand: Faşîzm di şexsê we de careke din têk çû
10:38 Komeleya Komisyonvanan: Em buha dikirin em buha difiroşin
10:17 Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê dê di saetên peş de daxuyaniyek girîng bide
09:07 3 sal û meh û 15 roj ceza li rojnamevan Paksoy hat birîn
09:06 DMME'yê got 'cezayê muebeta giran' îşkence ye
09:05 Girtiyê 63 roj in di greva birçîbûnê de: Ji xeynî berxwedan û serketinê wekî din tu rê tune ye
09:05 Di doza gundê Xerabê Bava de dadgehê Wezareta Karê Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir
09:04 Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin
09:03 KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin
09:02 Girtiyê 32 roj in di greva birçîbûnê de: Em ê bi bedena xwe li ber xwe bidin
09:00 Bi paqijkirina berfa li ser banan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2019'AN
15/02/2019
23:51 Ciwanan bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
23:26 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
22:20 'Dema Ocalan diaxive rê li ber aştiyê vedibe, dema tê bêdengkirin şer û faşîzm bilind dibe'
20:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê Kaya hat girtin
18:31 Namzetên HDP'ê yên Qubînê guherîn
17:51 Meşa wan hat astengkirin
17:40 Dema binçavkirina HDP'iyan careke din hat dirêjkirin
16:58 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:44 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat girtin
15:50 ‘Heta tecrîd ranebe ev welat bêhnê nastine'
15:25 Ozturk: Ji bo şikandina tecrîdê em her derê bikin qadê têkoşînê
15:24 Girtiyên ji doza PJAK û PKK'ê yên li Îranê ketin greva birçîbûnê
15:11 Eniya Çep a Brezîlya bang li gelên cîhanê kir: Grevên birçîbûnê bixin rojên hikûmetên xwe
15:03 KCD, HDK, DBP û HDP'ê daxuyaniya hevpar dan: Divê tecrîd bi dawî bibe
14:42 ‘Heya ku tecrîd ranebe, li vî welatî kes nikare nefes bigire'
14:35 Leyla Guven: Ya ku min li ser piyan digire berxwedana girtîgehan û pêşengtiya jinan e
13:47 Li bendê ye Wekîlên HDP'ê yên nêzî mala Guven bûn daxuyanî bidin
13:44 'Dayika min dê bijî û emê êdî tenê li ser cesaretê biaxivin’
13:30 Di çile de 2 hezar û 159 mafên mirovan hatin binpêkirin
13:15 Parlementerên HDP’ê yên Rihayê: Dengê Leyla bibihîsin û tecrîdê rakin
12:38 Turan: Hikûmet dixwaze halên fêkî û sebze dewrî şîrketan bike
11:49 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:23 Li gel ablûkeya polîsan jî HDP’î di meşa xwe bi israrin
10:59 Serokê Federasyona 78’an: Birayên me tên kuştin agahiya we heye...
10:17 Li gelek bajêran serdegirtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Girtiyên Girtîgeha Şakranê banga hestiyariyê kirin
10:15 DBP: Aştiya Rojhilata Navîn dibin tecrîdê deye
09:47 Fêrî tembûrê bû û niha dersê dide: Her ku diçe em zêde dibin
09:14 Di Roja Çîrokan de çîrok û çîrokbêjî
09:14 Hatîp Dîcle: Tasfiyekirina komployê bi azadiya Ocalan pêkan e
09:13 Rîtma dirûşmeyên kurdan lêdikole
09:12 Sendîkavanê Îngilîz: Divê tecrîd bi dawî bibe, wekî din tu şansê Tirkiyeyê tune
09:11 Piştî hevdîtina li Îmraliyê û berdana Guvenê li ser girtiyan çewisandina derûnî
09:11 Sewalvan ji buhayê êm û kayê nerazî ne
09:10 Komîsyonvan: Pêşî maliyetê kêm bikin
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2019'AN