Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin

  • rojane
  • 09:12 17 Sibat 2019
  • |
img
DÎLOK –  Der barê parlementerên HDP'î de bi lez û bez fezleke tên amadekirin. Lê ev sererastkirina fezlekeyê ji bo Parlementerên AKP'ê yê Hatayê Haci Bayram Turkoglû ku bi wesayîta xwe li penaberekî qeliband û kuşt nayê amadekirin. 
 
Di 13'ê Adara 2017'an de, li navçeya Dortyol a Hatayê Parlementerê AKP'ê yê Hatayê Haci Bayram Turkoglû, bi wesayîta xwe li penaberê sûriyeyî yê li ser motorsiklêtê bavê 4 zarokan Cîhat Kadro qeilaband û kuşt. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê der barê Turkoglû de bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar kuştina kesekî" lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê fezlekeya hat amadekirin, hîn jî wek berê ye bi qasî serê derziyê jî tiştek nehatiye kirin. Ji ber Turkoglû parlementere, îdianameya hat amadekirin veneguherî dozê. Dozgeriya Dortyolûyê, di 30'yê Gulana 2017'an de fezlekeya der barê Turkoglû de ji Meclîsê re şand lê belê 2 sal in neketiye meriyetê. 
 
ÎFADEYEKE HAZIR DAN ÎMZEKIRIN 
 
Hevjîna Kadro, Hudê Kadri, diyar kir ku roja bûyerê hevjînê wê serê sibehê çûye kar, lê belê wan heta saet 11'ê şevê xeber jê negirtiye. Kadro, anî ziman ku polîs wergervanek bi xwe re anîne û hatine mala wan û got: "Gotin, hevjînê te gazî te dike. Min birin emniyeta navçeyê. Li wir hay jê çêbûm ku hevjînê min miriye. Çend xizmên wekîl jî li wir bûn. Gotin, wesayîta wan lê qelibiye. Lê hezar qisûr li hevjînê min bar kirin. Gotin, bela hevjînê te bûye. Lê hemû bahane bûn. Wê çaxê xwişka min û kurê min jî li cem min bûn. Wê kêliyê ez û zarokên xwe tev de digiriyan. Min xwest cenazeyê xwe bigirim û biçim Sûriyeyê. Lê destûr nedan. Min birin odeyekê. Nehiştin xwişka min û kurê min werin. Ji min re gotin, hûn ê çi bikin. Ez jî li zarokên xwe vegeriyam û min got em ê biçin Stenbolê bixebitin. Çimkî tiştekî ku em li Dortyolê bikin tune bû. Wê kêliyê kaxezek bi min dan îmzekirin. Meger kaxeza dan îmzekirin îfade bûye. Îfadeya ku hazir kiribûn bi min dan îmzekirin." 
 
‘SERSAXÎ JÎ NEXWEST' 
 
Kadro, diyar kir ku parlementer soz dayê ku ew ê alîkariya wê bike. Kadro, anî ziman ku ji ber wê kêliyê pir diêşiya û bi tirkî niznibûye, nizane çi kiriye. Kadro got: "Ne di dema bûyerê de ne jî piştî bûyerê wekîl negeriya û sersaxî nexwest. Hevjînê min debara me dikir. Piştî ew mir kesekî bixebite tune ye. Xwişka min tim aliyê me kir. Niha bi alîkariya xwişka xwe û cînarên xwe debara xwe dikim. Wexta hevjînê min sax bû, me bi rihetî debara xwe dikir. Lê piştî mir, em perîşan bûn." 
 
‘SOZ DA LÊ BI CIH NEANÎN' 
 
Birayê Kadro, Behçet Hasan jî anî ziman ku piştî wan Kadro li Dortyolê veşartiyê ew çend hefteyan sekinîne, lê belê tu deng ji wekîl derneketiye. Hasan, bilêv kir ku paşê ew li birayê wekîl geriyaye û got: "Min ji birayê wekîl re got 'We lê qeliband û ew kuşt. We soz da ku hûn ê alîkariya malbatê bikin. We got, hûn ê xanî bikirin û alîkariyê bikin. We îfadeya hazir bi wan da îmzekirin. Lê niha hûn ne digerin ne qet.' Wî jî ji min re got 'Me heqê xwe da. Tu îşek me nema. Biçin sîgortayê û dozê vekin.' Min jî jê re got 'Ev malbat ji ber şer reviyaye û hatiye vir. Rewşa wan a aborî nebaş e. Wê kî debara vê malbatê bike. Ev kes niha tenê nanê tisî dixwin. Nanê tisî jî bixwin, mehê milyarek wan diçe.' Lê qet guh neda min. Paşê mecbûr mam wan bînim cem xwe. Min xanî ji wan re girt. Niha ez li wan dinerim. Lê a rast ez jî ditengijim. Ji ber Hudê nizanibûye bi tirkî îfadeya 'ez gilî nakim' pê dane îmzekirin. Kurê min û hevjîna min li emniyetê, li cem Hudê bûn. Lê nehiştine ew biçin cem wê. Jixwe re wergervanek anîne û li gor xwe eyar kirine." 
 
Haci Bayram Turkoglû, 4 serdemên parlementerê AKP'ê ye. Ji sala 2011'an ve fezlekyên der barê wî de hatine amadekirin qet nakevin meriyetê. Lê belê dema fezleke der barê parlementerên HDP'î de tên amadekirin demildest dikevin meriyetê. Piştî AKP-MHP'Ê li hev kir û CHP'Ê jî piştgirî da wan di sala 2015'an de destnedayîna parlementeran hat betalkirin. Û di 4'ê Mijdara 2016'an de Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nav de 11 parlementerên HDP'ê hatin binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Paşê hin parlementerên HDP'ê yên din jî hatin girtin. Piştî vê pêvajoyê bi giştî 15'ê parlementerên HDP'ê hatin girtin. Niha ji van parlementeran 9 jê hîn jî di girtîgehê de ne. 
 

Sernavên din

20/02/2019
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan
14:23 Ji ber îstîsmarkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir
13:57 Buldan: Hûn li Trêna AKP'ê suyar bibin hûnê biçin nokteyên tanzîmê
13:37 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay hat binçavkirin
13:27 Ji bo Hevserokê giştî yê HDP'ê Temellî lêpirsîn hat destpêkirin
13:23 HDP dê li Kocaelî Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide
12:53 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 791'emîn hat redkirin
12:21 Heyeta Îrlanda Leyla Guven ziyaret kir
12:02 ‘Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin’
11:11 Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin
11:06 Dadgehê pirsa şahidê nepen kir
Midûrdiyeta polîsan bi nivîsa veşartî got 'kesekî wisa tune'
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike