NAVENDA NÛÇEYAN - 12 tor û hevpeymaniyên Iraqê bi daxuyaniyek hevbeş bang kirin û xwestin çalakvan û rojnamegerên ku li herêma Behdînan ji ber raperîna gel a li dijî baragehên eskerî yên Tirkiye hatin binçavkirin, bên berdan û gotin: "Yên ku çalakger binçav kirine qanûn binpê kirine. Çalakger li gorî zagonan tev geriya ne."
12 tor û hevpeymaniyên Iraqê têkildarî rojnameger û çalakvanên li herêma Behdînan ji ber raperîna gel a li dijî qereqol û baragehên eskerî yên Tirkiye hatin binçavkirina daxuyaniyekî hevbeş dan. Tor û hevpeymaniyan di daxuyaniyê de anîn ziman ku çalkavanan mafê zagonî pêk anîne û wiha gotin: "Nabe xelkê çalakvan li ser niyeta rêxistina xwepêşandana ku mafekî destûriye werin girtin û bi madeya 156 a yasayê ceza yê Iraqê ya hejmara 111 ya sala 1969'an sûcdar bikin. Ev ceza li Iraqê ji bo darvekirinê ye û li Herêma Kurdistanê cezayê hetaheta ye. Li gorî me ne ew kesanê li gorî vê madeyê sûcdarin, kesên ku ew kes binçavkirine, binpêkirina mafên destûrî ye, ew jî mafê rêxistinkirina xwepêşanane û nerazîbûnên bi awayekî aştiyane ye. Em daxwazê dikin ku binpêkirinên li ser yasa û astengiyên li ser azadiya xweifadekirinê bi dawî bibin. Hemû kesên hatine girtin werin berdan.
Tor û hevpeymaniyên Iraqê yên daxuyanî dane wiha ne:
Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran
Tora Şems a ji bo çavdêriya hilbijartinê
Tora Dadperwerî ya Behdînan
Hevpeymana Azadîxwaz
Hewbenda Rahênana Mafên Mirovan
Tora Iraqê ya ji bo mafê zarokan
Tora Hevpeymana ji bo kêmneteweyan a li Iraqê
Tora Mirov ji bo girîngîdana tendirustiyê
Tora Şefafiyekê ji bo Pîşesaziyê
Tora Pêşîlêgirtina Bazirganiya bi mirovan
Hevpeymana 1325
Tora Jinên Iraqê