* Vedat Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Ordû bi hevalên xwe re 45 rojin di greva birçîbûnê deye bi navbeynkariya malbata xwe ev peyam şand: “Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin.” Bavê Bozkûrt Cevher Bozkûrt jî, diyar kir ku ji ber kurê xwe li malê xwarinê naçêkin.
* Xwişka Turan Gunana yê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye Fener Gunana bang li hêzên demokratîk kir û got: “Tecrîd tenê pirsgirêka girtiyan nîne. Pirsgirêka me hemûyane. Divê em xwe ji vê çalakiyê dûr nekin û piştgiriyê bidin girtiyan.”
* Welatiyan, diyar kirin ku cihên firotina tenzîmê, ji bo zêdebûna buhayê sebze û fêkiyan ne çareseriye û gotin: “Ji bo vê çareseriyek bingehîn pêwîste. Berî hilbijartinê cihê tenzimê xistina rojevê watedare. Wisan xuya dike ku li ser vê hesabên cuda tên kirin.”
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê dene, diyar kirin ku ew ji ber di çalakiya li dijî tecrîdê dene pir keyfxweşin û gotin: “Moralê me bilinde. Divê hemû kesên dibêjin ez hiqûqnas, azadîxwaz û demokratim, ji bo vê pêvajoya xurt bibin deng.”
* Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bi armanca hîn zêdetir xwe ji bo hilbijartina herêmî amade bike û ji bo ku têkildarî projeyên piştî hilbijartinê bixe pratîkê nêrîn û pêşniyarên gel bigire her hefteyê dê bi tevlîbûna namezetên hevşaredariyan civînên gel li dar bixe.
*Rojnameger û Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundem Kemal Kiliç ê di 18'ê Sibata 1993'yan de hat kuştin, dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (13.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê dêkildarî binpêkirina mafên xwepêşandanên civakî li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, dê têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Înîsiyatifa “Leyla Guven Mafdar e, divê tecrîd rabe" dê têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Otelek Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.30)
* Komîsyona Girtîgehan Navenda ÎHD'ê dê têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê li avahiya xwe ya Taksîmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Silopiyê buroyên hilbijartinê veke. (13.30)