'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin

  • rojane
  • 16:31 18 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Bi banga HDK'ê û hevparên wê bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên demokratîk “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" ava kirin. Înîsiyatifê diyar kir ku daxwazên çalakgeran daxwazên wan e. Înîsiyatifê da zanîn ku dê di rojên pêş de Leyla Guven ziyaret bikin. 

 
Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û hevparên wê bi tevlêbûna gelek nûnerên saziyên demokratîk li otelek li Taksîmê kom bûn û “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" ava kirin. Di civîna înîsiyatifê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Nûnerên Mala Gel û Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) amade bûn. Li salonê pankarta “Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" vekirin. Di civînê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit axivî. 
 
‘LI HER DERÊ TECRÎ HEYE'
 
Koçyîgît, anî ziman ku Leyla Guven 103 roj in û girtiyên li zindanan jî 65 roj in li dijî tecrîde di grevê de  ne û wiha got: "Her ku roj derbas dibin rewşa tenduristiya çalakgeran bêtir dikeve rewşek xerab û tenduristiya wan betir dikeve talûkeyê ku paşve venegerin. Em daxwazên çalakgeran dubare dikin. Ji 5'ê Nîsana 2015'an de bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re hevdîtin nayê kirin. 5'ê Nisanê, di milê siyasî de ji bo Tirkiye rojek guhertinê ye. Roja ku AKP ji pêvajoya aştiyê derbasî tundî û şer bûye ye. Piştî wê rojê her roj şer geş bûye. Êrîşên li dijî welatiyan her roj zêde bûne. Tecrida piştî 5'ê Nisana 2015'an li ser Birêz Ocalan dest pê kir, ne tenê li ser Ocalan li her qadê jiyanê û li ser hemû beşê cievakê tecrîdê dest pê kiriye. Îro di bingehê hemû pirsgirêkan de pirsgirêka Kurd heye. Em dizanin ku pirsgirêka Kurd bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiye ye."
 
'EM BANG LI HIKÛMETÊ DIKIN KU LI GORÎ HIQÛQA XWE TEV BIGERE'
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku Leyla Guven 103 rojin di grevê de ye û wiha lê zêde kir: "Kesên îro di greva birçîbûnê de dixwazin tecrîdkirina mutlaq a Ocalan bi dawî bibe. Dixwazin malbat, parêzer bi Ocalan re bi rêk û pêk hevdîtin bikin û hevdîtin bi rêk û pêk pên kirin. Ji bo ev daxwaz pêk bên em dixwazin hikûmet li gorî hiqûq û zagonên xwe tev bigere. Daxwaza Leyla Guven daxwaza milyonan e. Ji ber vê yekê em wekî Înîsiyatifa "Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe" dixwazin ku daxwazên Guven bên qebûl kirin û gavên çareseriyê bên avêtin. Her ku diçe em dikevin nava pêvajoyek aloz. Îro li Îmraliyê zagon û hiqûq hatiye binpêkirin û mafê hevdîtinê yên hiqûqî û zagonî tên binpêkirin. Xwedîderketina van daxwazan xwedîderketina aştî û aramiya Tirkiye ye. An em dê mirovahiyê biparêzin, an jî emê têkevin nava tariyê û winda bibin." 
 
DAXUYANIYA HEVPAR HAT DAYÎN 
 
Piştre li ser navê Înîsiyatifê û saziyan Cansu Kalender daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser pirsgirêkên Tirkiye yên aborî û civakî û sedemên wan. Kalender, anî ziman ku bariyerên li dora wan tên pêşçan, dorên li Nokteyên Firo tina Tanzîmê, ew ji gelek tişt qut kirine û wiha got: "Bi hezaran kes li pêş Îş-kurê di dorê de ne. Çi bi hezaran karkerên betal ji yên din cudatir dike? Mamosteyên ku tayina wan dernakeve û karmendên nikarin tewawît bibin, an jî kesên ku di nava çar dîwaran de hatine hepiskirin. Yên wan ji hev cuda dike çiye. Karkerên di çalakiyên grevê de ye, Yên li serê kuçeyan radiwestin, yên ji ber nikarin bi zimanê xwe bi axivin tên wêdekirin, yên çand û nasnameya wan tê tunekirin elewî û yên din, yên me ji hev cuda dike çiye. Em hemû li dora rastiyekê di zîvirin. Em hemû di bin tecridê de ne. Di serî de Leyla Guven û bi sedan girtî îro ji bo balê bikişînin ser van pirsgirêkan û tecrîdê bederna xwe ji mirinê re razandine. Kesen ketine grevê dibêjin “Ev tecrîd li ser me tevan e." Canê xwe feda dikin û dixwazin rûmeta mirovahiyê xelas bikin. Ji bo diwarên nayên dîtin hilweşînin li ber xwe didin. Ji bo dîwarê di navbera me de rake vê yekê pêk tînin. Dixwazin li dijî vê feraseta ku mirovan û gelan ji hev qut dike û wan ji nirxên wan dûr dixe, jiyana nû biparêzen, aştî, xwişk  û biratî û edaletê pêş bixin. Ji ber vê yekê daxwazên wan daxwazên me ne. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Vîna wan peşeroja me ye. Dive em deng bidin dengê wan û bêjin êdî bes e. Divê êdî her kes bêjin 'Êdî bes e'." 
 
 
ESP: ÇALAKIYA GUVEN LI SER MILÊ ME TEVAN E
 
Piştî daxuyaniyê  Wekîlê Serokê Gieşti ye Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Şahin Tumuklu, diyar kir ku di vê pêvajoyêde faşizm xwe ji nûve bi rêxistin dike û divê ew jî xwe ji nûve ava bikin û wiha got: "Çalakiya Birêz Leyla Guven ne tenê ji bo hevdîtinên li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re pêk bê ye. Peyamên din ên polîtîk jî dide me. Dixwaze polîtikayên şer bi dawî bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji ber vê yekê barê çalakiya Leyla Guven li ser milê me tevan e." 
 
PARTIYA ŞOREŞGER: ARMANC MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE
 
Cîgirê Serokê Gieşti yê Partiya Şoreşger Murat Bircan jî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Guven ji bo tecrîdkirina li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan  bi dawî bibe dest bi vê çalakiyê kiriye. Bang dike ku ev welat di bin tecrîde de ye. Dixwaze ev tecrîdali ser vî welatî rabe. karker, jin ciwan di bin tecrîdê de ye. Ne tenê Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Hemû welat di bin tecrîdê de ye."  
 
DGDD: ÇALAKIYA LEYLA JI BO PÊŞXISTINA DEMOKRASIYÊ YE
 
Li ser navê Federasyona Komeleyên Anatoliya Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku çalakiya Leyla Guven û hevalên wê ji bo pêşxistina demokratîkbûna vî welatî ye û wiha got: "Tu mafê kesî tune li ser vî welatî tecrîdê pêk bînin."
 
OHP: ÊME HEMÛ BI VÎ AGIRÎ BIŞEWITIN 
 
 
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Sinan Zîncîr jî anî ziman ku her çirûskek li derve pêş dibe bêtir ruh dide yên hundir û wiha got: "Daxwaza çalakgeran pir zelal e. Dixwaze dewlet hiqûqa xwe pêk bîne. Abdullah Ocalan li Grava Îmraliyê hikumxwar e. Ji bo hikûmxwaran parêzer her saet di nava hefteyê de dikarin biçin hevdîtin bikin. Lê em wekî parêzerên wî nikarin vê hevdîtinê pêk bînin. Girtiyên rastî cezayê muebetê tên malbat dikarin mehê du hefteyan hevdîtin pêk bînin. Ev mafê wan ê hiqûqî û zagonî ye. Ji 27'ê Tirmeha 2011'an heta niha parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Parêzerên wî her hefte serlêdan dikin, lê serlêdana wan tê redkirin. Malbat 4 salin nikarin hevdîtin pêk bînin. Li Îmraliyê qadek tarî hatiye avakirin. Daxwaz pir zelal in. Em dixwazin hiqûq û zagonên xwe pêk bînin. Ger ku ev yek pêk nê ev agir tê me tevan bişewitîne." 
 
SYKP: EM NEBIN ŞIRÎKÊ TECRÎDÊ
 
Nûnerê Partiya Partiya Ji Nûve Avakirinê ya Sosyalist (SYKP) Îlhan Yıldırım, jî anî ziman ku îktîdarê 20 salin nijaderestî û şovenizm kiriye lîstika dengan û wiha got: "Em nebin şirikê vê tecrîdê." 
 
Sazî û navên di nava ÎNisiyatifê de cih digirin wiha ne: "Alinteri, ÎNîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan, ESP, SYKP, Partiya Kesk û Çep, SODAP, Rojnameya Politika, KOZ, Kaldıraç, Partiya Şoreşger, DBP, EMEP, Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, Banga Ji bo Cîhana Nû, Hewldana 78’an, TOP, Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat, Îşçi Sozu, Teori û Politika, DAD, ÇHD." 
 

Sernavên din

20/02/2019
10:21 Namzetên bajarê Qedîm Mîdyadê dê tûrîzma çand û baweriyê pêş bixin
10:20 Girtiyê 66 rojin di grevê deye peyam şand: Em ê berxwedanê di asta herî jor de bidomînin
09:45 Ji bo standartkirina kurmanciyê gavek mezin: Rêbera Rastnivîsînê
09:45 'Bêdengiya me dê wan bikuje'
09:45 Bi kampanyaya 'bila zarok neqefilin' pêdiviyên 800 zarokî peyda kirin
09:41 Namzetên bajaroka Bûlamê: Bi çiyayên xwe, bi deşta xwe, bi tûtina xwe Bûlam a me ye
09:40 Namzetên bajaroka Periyê: Em ê şaredariyê radestî gel bikin
09:39 Girtiyê 67 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
09:38 'Nêviyê nifûsê Tirkiyeyê wek ku devokeke tirkî be nêzî zimanê lazî dibin'
09:37 'Ji bo aştî pêk bê, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:36 Girtiyê nexweş xistin hucreyê, bi mehan e malbat wî nabîne
09:32 'Bi JES'an bihiştê vediguherînin dojehê'
09:31 Halê Bazara Rûsê ne tu hal e
09:30 Kedkarên hatin îxrackirin: Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin
09:27 Tan: Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya 21'ê Sibatê dikin
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2019'AN
08:06 Berxwedana Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike
19/02/2019
18:50 Hunermendên jin Guven ziyaret kirin: Berxwedana wê berxwedana me ye
16:55 AKP’ê li Îdir û Qersê li hemberî HDP’ê namzetên xwe bi paş ve kişandin
16:32 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay şandin girtîgehê
16:27 Anderson a Guven ziyaret kir: Ez di rewşek bi kelecan û îlham girtî de veqetiyam
16:17 Namzetên HDP'ê buroyên hilbijartinê vedikin: Wê li pey xwe nenêrin û biçin
16:13 Merve Demirel der barê polîs de glî kir
15:57 Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Wanê: Demildest bikevin nava tevgerê
15:08 Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Girtîgeha Bakirkoy ziyaret kir
14:52 Demîrtaş ji bo Guven ji PE û MPKE’yê re name şand
14:31 ÎHD: Di sala 2018’an de 41 zarokan jiyana xwe ji dest dan
14:23 Ji ber îstîsmarkar nehat girtin, dayika zarokan krîz derbas kir
13:57 Buldan: Hûn li Trêna AKP'ê suyar bibin hûnê biçin nokteyên tanzîmê
13:37 Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Altay hat binçavkirin
13:27 Ji bo Hevserokê giştî yê HDP'ê Temellî lêpirsîn hat destpêkirin
13:23 HDP dê li Kocaelî Gulum û li 15 navçeyên Stenbolê jî namzetan nîşan bide
12:53 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 791'emîn hat redkirin
12:21 Heyeta Îrlanda Leyla Guven ziyaret kir
12:02 ‘Heya ku daxwazên me bên qebûlkirin emê çalakiya xwe bidomînin’
11:11 Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin
11:06 Dadgehê pirsa şahidê nepen kir
Midûrdiyeta polîsan bi nivîsa veşartî got 'kesekî wisa tune'
10:45 Girtiyên Girtîgeha Antalya: Em di hişmendiya çalakiya xwe de ne
10:11 Girtiyên di greva birçîbûnê: Heta daxwaz bê qebûlkirin em ê pirttir bibin
10:02 Welatî der barê wekîlê midûrê polîsan de li dozgeriyê gilî kir
09:49 3 karkerên di bin hezanê de man jiyana xwe ji dest dan
09:12 Gelên li Tirkiyeyê: Çareserî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye
09:11 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê em di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin
09:10 Namzetên Serêkaniyê: Em ê bi ser bikevin, ji niha ve ser xêrê be
09:09 'Bi kurdî biaxive, bixwîne, binivîse'
09:08 Rojnamevanê girtî Guleş: Xwê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de
09:07 Ji ber 'nîşaneya serketinê' ya bi bûka berfê hat cezakirin
09:06 'Pêşî fiyetê mazot û gubre kêm bikin'
09:05 Meha pîroz a elewiyan: Xizir
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2019'AN
08:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 104'an de berdewam dike
18/02/2019
22:37 Hevserokê HDP'a Mêrdînê Sîncar hat girtin
17:38 Bi fermana qeyûm darên li parkê rakirin
17:09 Wekîlê HDP’ê Ozguneş: Divê aliyekê têkoşîna li dijî tecrîdê be
16:31 'Înîsiyatifa Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd Rabe' ava kirin
16:30 Siyasetmedarên 11 rojin dibin çavan de sewqî edliyê hatin kirin
16:16 Karkerekê dibin axê de ma jiyana xwe ji dest da
15:41 Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:17 Kurtulan: Di 1'ê Nîsanê de dê hêzên demokratîk û Kurd bi ser bikevin
15:16 Di danişina Nisêbînê de kes nehat berdan
15:05 Ji bo grevên birçûnê ji 7 navendan bang kirin: Deng bidin jiyanê
14:49 Zarokên rastî îşkenceya polîsan hatin, hatin berdan
14:20 ÎHD: Azadiya ramanê di bin tecrîdê de ye
13:21 Saziyên Êzidiyan dê li pêş CPT çalaki pêk bînin
13:21 Zarokên rastî îşkeceya polîsan hatin derketin dozger
12:54 Jinên Wanî: Berxwedana Leyla ji bo mirovahiyê ye
12:54 Prof. Konukman: Hûn her tim şer bikin dê xela pêş bikeve
11:37 Kana madenê hilweşiya: Karker di bin axê de man
10:36 Îşkence li zarokan kirin û bêyî xwendinê belge dan îmzekirin
10:18 Mizrakli: Qeyûm malê şaredariyê dewrî Diyanetê dike
09:39 Leylayê 103 roj in li ber xwe dide: Berxwedan dide jiyandin, bêdengî dukuje
09:32 Ji bo zarok necemidin konser hat lidarxistin
09:11 Helbestkarê helbesta li ser zimanan: Şikoyê Hesen
09:10 HDP li Şirnexê dest bi civînên gel dike
09:09 ‘Di encamê de mirin jî hebe, emê çalakiya xwe berdewam bikin’’
09:08 ‘Tenzim ne firotine û çareseriyek bingehîn nîne’
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê hemû kes ji vê pêvajoya xurt re bibin deng
09:07 Malbata Gunana yê di greva birçîbûnê de bang li hêzên demokratîk kirin
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2019'AN
17/02/2019
17:41 Birca Keçike piştî sê salan bi ‘destûr' hat vekirin
16:48 TJA’yê bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsan da
16:05 Taşdemîr: Yên dibêjin 'em ê hesap bipirsin' divê hesab bidin
15:03 HDP'ê li Mêrdîn yekemîn buroya hilbijartinê vekir
14:39 Dolmîşa ji nîşaniyê vedigeriya qulipî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:03 Trûmp ji welatên Ewropa xwest DAÎŞ'iyên xwe darizînin
13:26 Berxwedana Leylayê di roja 102'yemîn de di dorpêça polîsan de didome
12:13 Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dest pê kir
11:48 Ehrar El-Şerqiya îşkence li Umer Eros ê 85 sali kirin û mala wî talan kirin
10:50 12 tor û hevpeymaniyan xwestin çalakvanên Behdînan bên berdan
09:41 3 zarokên rastî îşkenceya giran hatin: Serê me xistin klozetê
09:15 Çelîk: Em ê di 31'ê Adarê de bersiva wan bidin
09:12 Ji bo HDP'iyan fezleke bi lez, lê ji bo AKP'iyan nayê amadekirin
09:10 Qeyûm projeya şaredariya DBP'ê wekî ya xwe nîşan da
09:08 Firingiyên bexşî mexazeyên tanzîmê hatin kirin bi pereyan firotin!
09:06 Qeyûm deverên aîdî şaredariyê yeko yeko dewr dike!
09:05 Temellî: AKP, nikare welat bi rê ve bibe
09:03 Cotkar: Em deyn dikin didin deynan
09:01 'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2019'AN
08:03 Berxwedana Leyla Guven di roja 102'yemîn de berdewam dike