‘Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê'

  • rojane
  • 09:14 21 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL – Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi, destnîşan kir ku li ser kurdî zext û zorî tim hene û got: "Ji bo mirov zanibe ka li welatekî demokrasî heye, divê mirov li nêzîkatiya wî welatî a ji bo zimanan binere." 

UNESCO'yê 21'ê Sibata 1999'an wekî Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê îlan kir. Li cîhanê 6 hezar ziman hene û piraniya van zimanan li ber mirinê ne. Yek ji zimanê ku bi polîtîkayên asîmlasiyonê re rû bi rû dimîne jî kurdî ye. Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyup Sûbaşi, bal kişand ser zext û zoriyên li ser kurdî. 
 
Sûbaşi, destnîşan kir ku ji salên 1990'î ve dozaja zext û zoriyên li ser kurdî neguheriye û got: "Car caran ev çewisandin guherîn, lê belê li ser kurdî tim û tim hene. Çimkî, kurdî wekî mafekî nehatiye naskirin û qebûlkirin. Tenê tê gotin 'zimanekî bi navê kurdî heye.' Lê di fermiyetê de ji bo kurdî mafek jî tune ye. Ev jî awayekî êrîşê ye. Ger hebûna tiştekî neyê qebûlkirin, ew tê wateya ku êrîş û çewisandinên li ser ziman dewam dikin." 
 
PIŞTÎ TAYÎNKIRINA QEYÛMAN 
 
Sûbaşi, bal kişand ser êrîşên piştî îlankirina Rewşa Awarte rû dan û got: "Piştî qeyûm hatin tayînkirin, kreş û dibistanên bi kurdî hemû hatin girtin. Her wiha sazî û dezgehên der barê kurdî de dixebitîn jî hatin girtin. Jixwe qeyûman ewil êrîşî kurdî kirin. Hema bêje tabeleyên bi kurdî hemû hatin rakirin. peykerê Ehmedê Xanî rakirin. Ev jî nîşan dide ku; li ser kurdî êrîşên sîstematîk hene. Ev êrîş beriya qeyûman jî hebûn. Lê piştî qeyûm hatin tayînkirin bêtir xuya kirin." 
 
Sûbaşi, bilêv kir ku ji bo mirov zanibe li welatekî demokrasî heye, divê pêşî li nêzîkatiya wî welatî ya ji bo zimanan binere û got: "Niha polîtîkaya dewletê çî ye? Polîtîkaya yek ziman, yek netew e. Ger polîtîka ev be, ev tê wateya tu êrîşî zimanên din dikî. Niha bi milyonan kurd û gelên din ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in." 
 
'MAFÊ ZAROKAN TÊ BINPÊKIRIN'
 
Her wiha Sûbaşi, bal kişand ser Peymana Mafên Mirovan a Zarokan a Neteweyên Yekbûyî jî û got: "Di peymanê de tê gotin 'divê her zarok bi zimanê xwe yê zikmakî bê perwerdekirin.' Niha gelek zarok ji vî mafî bêpar in. Ev jî tê wateya ku tu mafê van zarokan bin pê dikî. Kurd û zarokên gelên din bi zimanê xwe perwerde nabin. Ev jî nîşaneya ku li Tirkiyeyê mafên zarokan nayê hesibandin." 
 
‘DIVÊ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ' 
 
Sûbaşi, anî ziman ku divê dewlet dev ji vê siyaseta xwe berde û got: "Divê hebûna kurdan û gelên din qebûl bike. Wexta hebûna wan bê qebûlkirin wê siyaset jî biguhere. Divê dewlet bizanibe, Tirkiye tenê ne ya tirka ye. Divê gelên din jî bibîne. Divê hebûna kurdan, laz, ermenî û gelên din bê qebûlkirin û ji bo vê gavine pratîk bên avêtin. Bêyî vê jî em dikarin li qadan bêjin 'em bira ne', lê belê wê ji bo ziman tiştek neguhere. Ji bo zimanan pêdivî bi mîsgerkirinê heye û divê bi awayekî fermî bên qebûlkirin." 
 
Sûbaşi, destnîşan kir ku ji bo talûkeya li ser kurdî bê rakirin, divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

23/02/2019
08:14 Berxwedana Leyla Guven di roja 108'emîn de didome
22/02/2019
19:48 Alayên li avahiya HDP'ê hatin şewitandin
19:42 Der barê 4 partiyên kurdî de doza girtinê
18:10 TJA û HDP'ê starta 8'ê Adarê dan
16:36 Înîsiyatîfa Bila Tecrîd Rabe Leyla Guven ziyaret kir
16:12 Di danişîna doza Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletî de kes nehat berdan
16:11 Serokê Baroya Amedê: Em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin
15:27 'Em ê qeyûman di sindoqan de veşêrin'
14:49 Li 62 girtîgehan 317 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne
14:45 Ahmet Turk: Em ê kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin
14:19 Serlêdana malbatan û parêzeran a Îmraliyê hat redkirin
14:00 QSD`ê hezar sivîl ji Baxozê rizgar kirin.
13:35 Girtiyên di grevê de ne: Hêvî û baweriya me gelekî mezin e
13:02 Di doza Komkujiya Enqereyê de berpirsyariya wezîfedarên cemaweriyê tune hat hesibandin
12:45 ÎHD: Divê polîsê êrîşa zayendî pêk anî bê cezakirin
12:10 Merve Demîrel: Fikarên min derbarê ewlekariya jiyana min û malbata min de, hene
11:15 Namzeta HDP'ê ya Serokatiya Meclîsê Serpîl Kemalbay e
10:41 Serokê Odeya Rêberê Turîstan: Em ji operasyona muhtemel a Sûriye bi fikar in
10:30 Berî ku nasnameyê tespît bikin dosye girtin
10:04 Êrîşî gorên kesên di komkujiyên Pirsûs û Enqerê de jiyana xwe ji destan dan, kirin
09:38 Ji Behra Reş heta Amedê du diyariyên watedar
09:37 5 kesên li Serê Kaniyê îstîsmara zayendî li zarokekê kirin hatin girtin
09:20 Girtiyên Doza Nisêbînê hatin derbkirin
09:19 Heta di vî deriyê 'modern' re derbas dibin perîşan dibin
09:17 Togrûl: Wê li Dîlokê dewra şaredariya rantê ya AKP'î bi dawî bibe
09:16 'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn'
09:15 Xwişka girtiyê di greva birçîbûnê de: Birayê min ji bo min bû cihê hêviyê
09:15 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Wê ev agir me hemiyan bişewitîne
09:14 Bîlgen: Wê Qersî lîstikê wan pûç bikin
09:14 Doza tazmînatê kir, lê dadgehê ew deyndar derxist!
09:00 Rojnameger Derya Okatan hat berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2019'AN
08:05 Berxwedana Leyla Guven di roja 107'an de berdewam dike
21/02/2019
21:39 Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Karaaslan hat berdan
20:51 Li Dêrazorê êrîşeke bombeyî: 15 sivîl jiyana xwe ji dest dan
18:53 Partiyên kurd ji bo îtifaqê protokol îmze kirin
17:11 Der barê Hatîp Dîcle de biryara girtinê
16:35 Turk: Em ê dersa kesên îradeya me îpotek kirine bidin
16:25 Huda Kaya: Em jî dibêjin haydê meydan
15:56 Welatiyên Derya Reş Guven ziyaret kirin: Emê daxwaza wê ji gelê xwe re vebêjin
15:41 DMME'yê serlêdana ji bo parastina Heskîfê red kir
15:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo Guven bang kirin: Em hestiyariya xwe zêde bikin
15:31 Dayikên Aştiyê çûn serdana Guven: Êdî dengê me bibihîzin
14:54 Rêxistinên Tenduristiyê: Em xizmetek bi zimanê dayikê diparêz in
14:40 'Zimanê zikmakî mafê nayê asteng kirin'
14:17 ‘Divê hemû jinên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin’
14:16 Hêzên Demokrasiyê: Dema vegera demokrasiyê ye
14:03 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Li Tirkiyeyê ji derveyî Tirkî zimanên din qedexene
13:55 Platforma Ziman: Zimanê Kurdî bikin fermî
13:54 Jinên KESK’î helwesta xwe ya hilbijartinê eşkere kirin: Ji bo hişmendiya qeyûm deng tuneye
13:34 Xwendekar û Mamostayên Mexmûrê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin
13:24 Soylû 'tacîz' parast: Di destên me de belge hene
13:23 HDP: Kîjan bêtir zik têr dike?
13:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 792'yemîn serlêdan kirin
12:14 MED -DER: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
12:13 Dayika keça wê di greva birçîbûnê deye: Parî di qirika min de dimînin
12:01 Dadgehê wezareta karê hundir mahkûmî tazmînatê kir
11:28 'Zimanê me dewlemendiya me ye'
11:19 Namzetên HDP’ê yên Basa: Em ê pergala axatiya 29 salan biguherînin
11:12 TJA: Ji bo tecrîda li ser ziman bişkê qadên jiyanê bikin berxwedana ji bo ziman
10:51 KCD: Em her derê veguherînin saziya zimanê kurdî
10:40 Fermandarê Giştî yê QSD'ê Ebdî: Şerê eniyê xelas bû, ji bo tunekirina DAİŞ’ê me stratejiyek nû diyar kir
09:57 Weqfa Mezopotamya: Ziman mîrateya mirovahiyê ye
09:31 Platforma Ziman: Mafê perwerdehiyê wek şîrê dayikê helal e
09:17 Gelê Dersimê ji bo qeyûm bişîne li benda 31'ê Adarê ye
09:16 Girtiya di grevê de; Divê rewşenbîr û demokrat rola xwe bilîzin
09:15 Canbek: Li Tirkiyeyê gelek ziman mirin
09:15 Girtiyên li Bûrsayê: Heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakî bidome
09:14 ‘Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê'
09:13 'Biryara dadgehê ji bo dozên îstismarê emsaleke xirab e'
09:13 'Leyla Guven êdî ji bo pêşeroja civakê dijî'
09:12 'Piştî greva birçîbûnê, zextên li ser girtiyan zêde bûn'
09:11 Nijadperestên êrîş kirin û bustê Ataturk dan maçîkirin, hatin xelatkirin
09:11 'Moralê me xurt e, em bihêz in û em ê bi ser bikevin'
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2019'AN
08:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 106'an de berdewam dike
08:44 Rojnameger Derya Okutan hat binçavkirin
20/02/2019
17:54 Fîncanci ku Leyla Guven muayene kir: Bila tecrîd bi dawî bibe, mirov nemirin
17:05 Îdîanameya derbarê Osman Kavala de hat amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
16:58 Temellî Leyla Guven ziyaret kir: Bila hikûmet li gorî zagonên xwe tev bigere
16:11 Li Derazorê bi sedan DAIŞ’î teslîm bûn
16:10 100 kes li Dêrikê ketin grevê
15:34 Dolmîşa karkeran qelibî: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:30 Malbatên xizmên wan di greva birçûbûnê dene: Piştgiriyê bidin vê berxwedanê
15:30 16 girtî ji Tarsûsê sewqî Mereşê hatin kirin
14:32 Bertek nîşanî tacîza polîs dan: Nêrîna dewletê ya ji bo jinan diyar dike
14:31 Baroya Wanê: EGM faîlên îşkencekar diparêz e
14:24 Wekîlê HDP’ê Bilgen: Hûn nikarin bi sembolên al û welat gemara xwe veşêrin
14:10 Serokê AKP'ê yê navçeyê îstîfa kir
14:02 Leyla Guven ji Konferansa Ciwanan a Kobanê re peyam şand
13:39 Belgefîlma 'Şeva Xîzê' li Êlihê hat pêşandan
12:59 HDP şerh danî: Pêşnûmeya Torbe xizmeta gel û wîcdanê gel nakin
12:49 DBP: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
12:43 Di konferansê de biryara avakirina Weqfa Demokrasiyê ya Abdullah Ocalan dan
12:23 Jinên ciwan ên HDP'yî: Em ê bi berxwedanê ji pêvajoyê re bibin bersiv
12:22 Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê berdewam dikin
11:32 Gergerlîoglu: Dîmena tacîza polîsan kêliya derewên hikûmetê dibişkivin e
11:13 Martîna Anderson: Leyla dixwaze li Îmraliyê qanûn pêk werin
11:04 Ev jî dora edaletê ye!
10:24 Li Osmaniyê binçavkirinên meday civakî