Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne

  • rojane
  • 11:35 23 Sibat 2019
  • |
img
AMED -  Dayik û bavê berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Ahmed Surme, têkildarî çalakiya grevên binçîbûnê diyar kirin zarokên wan di daxwazên xwe de mafdar in. Dayik û bavê Ahmet Surme, anî ziman ku ji bo deng û daxwazên zarokên xwe bidin bihîstin çi têkeve ser milê wan amade ne. 
 
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 108'emîn de, didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 95'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 69'emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 70'yemîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  
 
Yek ji çalakgerên ku li Girtîgehê di grevê de ye Ahmet Surme yê 59 rojin di grevê de ye. Ahmed Surme niha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, mil daye vê berxwedanê û ji 26’ê kanûna 2018’an de dest bi çalakiyê kir. Rojnameger û nûçegîhanê rojnameya e-rojname Kadrî Esen, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê xwe gihand malbata Surme. Kadrî Esen, li ser daxwazên girtiyan, helwesta dewletê û cemaweriyê nerînên malbatê stend. 
Dayik û bavê Surme xwestin ku dewlet dengê zarokê wan ê berxwedêr bibihîze û heke dewlet dengê zarokê wan paşguh bike dê ji bo bihîstina dengê zarokên xwe berê xwe bidin Enqereyê û dengê wan bidin bihîstin. Malbata Sûrme ku ji gundê Tercil ê navçeya Hezro ya Amedê ye guhê wan li ser girtîgehan e û dixwazin daxwazê zaroken wan pêk bê. Malbata Surme, piştî demekê koçî Îzmirê kirin niha dîsa vegeriya ne Amedê û li taxa Bagcilar a navçeya Rêzan a Amedê dijîn. Dayik û bavê Ahmet surme Fatma Surme û Takyeddîn Sûrme, li ser çalakiyan û daxwaza girtiyan axivîn.  Malbata Surme destpêkê ji ber hin pisgirêkan ji gundê xwe yê Tercilê koçî gundekî navçeya Bismil a Amedê bûn. Piştre ji bo debareke ji vî gundî koçî metropolê Îzmîrê yê Tirkiyeyê kirin. Niha jî baneke malbatê li Îzmîrê û baneke malbatê jî li Amedê dijîn. Di sala 2008’an li Îzmîrê teqînek pêk hatibû. Ji wê teqînê malbata Surme berspirsyar hatibû dîtin. Ji ber vê yekê Ahmed, bavê xwe û 4 birayên xwe bi hev re hatin girtin.
 
8 SALAN BI KURÊ XWE RE LI HEMAN GIRTÎGEHÊ MA
 
Piştî salekê Ahmed û 3 birayên xwe hatin berdan û bi hincetên çêker, li bavê wî Takyedîn Surme 13 sal û li birayê wî Bunyamîn Surme jî 2 muebetên giran ceza tê birîn. Takyedîn Surme piştî ku 10 salan girtî dimîne, beriya salekê bi şertê razandina 30 hezar TL’yî hat berdan. Takyedîn Surme û kurê xwe Bunyamîn Surme 8 salan li heman girtîgehê û pirî caran jî li heman kogûşê man. Ahmed jî piştî vê berdanê di sala 2009’an de berê xwe da çiya û tev li PKK'ê bû. Lê di sala 2017’an de dîl hat girtin û carek din hat girtin. 
 
Ahmed herî dawî di 26’ê kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dibe rêwiyê karwana azadî û aştîxwaziyê û beşdarî berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bû. Ji ber vê rêwitiyê rêveberiya girtîgehê cezayê hevdîtinê li Ahmed biriye û ji roja ku ketiye grevê heta niha malbatê pê re hevdîtin pêk naniye. Niha tenê bi rêya telefonê dikare bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û têkildarî rewşa xwe malbatê agahdar bike.
 
'EM Ê DENGE ZAROKÊN XWE BIDIN BIHÎSTIN
 
Bav û dayika Ahmet Surme Takyeddîn û Fatma Surme li ser çalakiya greva birçîbûnê axivîn. Bav Takyeddîn Surme, diyar kir ku ji bo piştgiriya çalakiyê pêwîst nake ku zarokên mirov di çalakiyê de bin û wiha got: “Her Ahmed kurê min e lê li ber dilê min hemû çalakger Ahmed in. Ji bo piştgiriya berxwedêran em gelek dereng man e. Ji bo ku em di pêşerojê de ax û of nekin divê em rojek zûtir li wan xwedî derkevin û dengê wan bilindtir bikin.”
 
Surme anî ziman ku dê bikevin nav liv û tevgerê û ji bo bihîstina dengê zarokên xwe kîjan sazî pêwîst bike li derê wan bixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke pêwîst bike em ê biçin AKP, CHP û MHP’ê jî û dengê zarokên xwe bikin guhê wan. Heke em vê yekê nekin dibe ku di demeke nêz de em agahiya şehadetên zarokên xwe jî bibihîzin.  Tirk û kurd ferq nake ji bo vemirandina agirê ku niha li welat geş dibe divê her kes dengê xwe bilind bike û ji aştiyê re rê vebike.”
 
'EM HEMÛ KESÊN KETINE XEWÊ HIŞYAR BIKIN'
 
Dayik Fatma Surme jî ku ji ber bêdengiya dewletê ya li hemberî çalakiya grevên birçîbûnê gelekî bi gazine, da zanîn ku ji bo bihîstina dengê berxwedêran ê li hemberî zilma li welat, peywirên mezin dikevin ser milên dayikan û wiha got: “Dayikên kurd û tirk ferq nakin divê em rabin ser pêya û vî dengî bigihînin cihê berpirsyar. Ji bo bihîstina vî dengî em dikarin bibin yek û herin Enqerê. Em dikarin biçin mala serokkomar jî. Êdî sekn û hedana nemaye.”
 
Dayika Ahmet Surme Fatma Surme, da zanîn ku bêdengiya li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê welat ber bi xeteriyeke mezin ve dibe û wiha lê zêde kir: “Divê em gavek berî gavekî bavêjin û pêşî li xeteriya ku diyar e bigirin. Banga min li hemû gelên me yên bindest e ku em rojek zûtir yekitiya xwwe ava bikin û li dijî zilmkaran der in û bibin dengê zarokên xwe. Dengê zarokên me dengê li dijî şer e, dengê aştiyê ye. Divê em hemû malbatên girtiyan bên cem hev û bi hevre biçin sazî bi sazî bigerin û daxwazên zarokên xwe j wan re bêjin. Divê em hemû kesên ketine xewê hişyar bikin.”

Sernavên din

26/02/2019
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN