HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye

  • rojane
  • 15:57 23 Sibat 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê bi nêzikbûna hilbijartina Rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê re lez dan xebatên hilbijartinê. HDP li aliyekî buroyên hilbijartinê vedike û li aliyê din ziyareta gel û esnafan berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu di vekirina buroya hilbijartinê ya Sîweregê de got: "Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Ji bo aştiyek bi rûmet divê tecrîd bi dawî bibe." 
 
Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan ên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê li gelek bajar û navçeyan berdewam dike. HDP'ê lez dan xebatên xwe. Li aliyekî buroyê hilbijartinê vedikin, li aliyê din gel û esnafan ziyaret dikin. Endam û rêveberên HDP'ê yên di vekirina buroyan de hatin cem hev xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan bi dawi bibe û daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de pêk bê. Di vekirina buroyê de anîn ziman ku daxwaza Leyla Guven daxwaza milyonan e. 
 
RIHA 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sîweregê ya Rihayê xebatên hilbijartinê bi lez û bez berdewam dike. Jinan li Sîweregê yekem buroya jinan vekir. Di vekirina buroyê de Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Namzetên Hevşaredariyê yên Sîweregê Turan Tuysuz û Emine Çetiner, dayika Îbrahîm Ayhan ê di 20'ê Îlona 2018'an de li Hewlerê jiyanaxwe ji dest da, Zekiye Ayhan û gelek kesên din amade bûn. HDP'ê buro di bin dorpêça polisan de vekir. Dayika Îbrahîm Ayhan Zekiye Ayhan û jinan buroya hilbijartinê vekir. Li vir Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu di vekirina buroya hilbijartinê ya Sîweregê de got: "Tecrid sûcê mirovahiyê ye. Leyla Guven 108 rojin li dijî terîdê di greva birçîbûnê de ye. Li girtîgehan, Hewler, Bakurê Sûriye, Ewropa bi sedan mirov li dijî tecrîda Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê demek berî demekê malbat û parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Tu tişt ji rewatiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re rewatir tune ye. Piştî tecrîda li ser Birêz Ocalan, li ser aştiya Tirkiye jî tecrîd pêş ket. Ji bo aştiyek bi rûmet divê berî her tiştî tecrîdkirina Birêz Ocalan  bi dawî bibe. Daxwazên Leyla daxwazên me ne." Jinan di vekirina buroyê de bê navber dirdûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û "Siverek Ya Me Ye" berz kirin û govend gerandin. 
 
ERZIROM 
 
Rêxistina HDP'ê ya Qereyazî û Karaçobanê jî namzetên xwe bi gel dan naskirin û buroyên hilbijartinê vekirin. Di bernameya vekirina buroyê de Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya  Bajarê Mezin a Erziromê Bariş Kemaloglu, Namzetên Hevşaredariya Qereyazî Melike Goksu û Burhanettin Şahin, namzetên Hevşaredariya  Tekmanê Muzayir Karakuş û Yasen Çelik, Hevserokê HDP'ê yê Erziromê Muammer Duman û endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din tev li xebatên hilbijartinê bûn. Namzetên HDP'e yên Hevşaredariyan li ber avahiya HDP'ê ya Qereyazî kom b3un û heta buroya hilbijartinê ya Dortyolê meşiyan. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemaloglu, çalakiya Leyla Guven û girtiyên zindanan ên li girtîgehan di grevê de ne silav kir û wiha got: “Şaredarî ya gel in. Ya Me Ye, Qerêyazî Ya Me Ye" 
 
 
KONYA 
 
Rêxistina HDP'ê ya Cihanbeylî ya Konya jî buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP'ê yên Cîhanbeylî, Serap Kaya û Mehmet Yalçin û gelek endam û rêvberên HDP'ê tev li vekirina buroyên bûn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Dilan Taşdemir, Parlamenterê HDP'ê ya Şirnexê Huseyin Kaçmaz û rêveberên HDP’ê tev li vekirina buroyê bûn. Kaya, diyar kir ku ew dê xizmeta wekhev  bînin û temsiliyeta wekhev pêş bixin. 
 
'GUVEN DAXWAZA DEMOKRASIYÊ DIKE
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dirayet Dilan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketiye greva birçîbûnê. Guven hem li derve û hem li hundir li gel hemû astengiyan têkoşîna xwe û greva birçîbûnê berdewam dike. “Li gel Leyla Guven bi sedan hevalên me yên li girtîgehan di çalakiya grevê de ne. Leyla Guven ne ji bo xwe ji bo aştiya Tirkiye di grevê de ye. Leyla Guven dixwaze ev zalim dawî li vê bê hiqûqîyê bînin. Leyla Guven ji bo demokrasiye bedena xwe danîye holê. Ji bo me tevan aştî, demokrasî û hiqûqê dixwaze. Ji bo vê yekê jî dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Em jî ji bo daxwazên Leyla pêk bê li pişt daxwazên Leyla ne. Heta dawî emê bi hevre têbikoşin." 
 
ŞIRNEX 
 
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê didomin. Îro HDP'ê serdana esnafên Navçeya Cizîrê ya Şirnexê kir. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmir, Namzetên Hevserokatiya Şaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu, Rêveberên Navçeyê yên DBP'ê jî beşdarî serdana esnafan bû.  Gelê Cizîrê namzetên hevserokatiyê ya şaredariyê yê HDP'ê bi coş pêşwazî kir. Girseya ku serdana esnafan kir bi eleqeyek mezin rû bi rû man. Esnafan daxwaza serkeftinê ji bo namzetan kir.  Gel namzetan û girseya ku hat serdana wan bi tililîyan pêşwazî kir. Tevî Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên HDP'ê heyetek çê serdana malbatan jî. 
 
WAN 
 
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariyan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gund ziyaret kirin. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mustafa Avci, namzetên Tuşba  Ayşe Minaz û Yilmaz Berkî jî di navde girseyek mezin gundên Hidir, Kom, Zorewa Axceoren û gelek gundên din ziyaret kir. Heyeta HDP'ê û namzetên hevşaredariyan ji ailyê gundiyan ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Gundiyan bi dirûşme û tilîlîyan HDP'î pêşwazî kirin. Coş û kelecana zarokên ku bi dirûşmeyan HDP pêxwazî kir bêtir bal kişand ser xwe. Di ziyareta gundan de Namzetê hevşaredarê Tuşba Yilmaz Berkî bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha got: "Ji bo dawî li kriza Tirkiye bê divê berî her tiştî tecrida li Îmraliyê bi dawî bibe. Em dê bi gel re xizmeta navçeye bikin. Êdî dê li Tuşba şopa AKP'ê jî nemîne. 
 
Namzeta Hevşaredariya Tuşba Ayşe Minaz jî anî ziman ku bê heq û bê hiqûq qeyûm tayîni şaredariyê kirine û wiha got: "Ji ber ku şaredariyen me xizmeta gel kirin qeyûm tayîn kirin. Bifikirin Şaredarê me Bekir Kaya li ser daxwaza gel pir ava kir û îro ji ber avakirina pirê tê darizandin. Lê çi dibe bila bibe em dê li gorî daxwazên gel xizmetê pêş bixin. 
 
Namzete Hevşaredariya Bajarê Mezin Mustafa Avci jî anî ziman ku ne ji bo deng ji gel bixwazin hatine û wiha got: "Em ji bo li daxwaz û pirsgireken gel guhdar bikin em hatine we ziyaret bikin." 
 
 

Sernavên din

26/02/2019
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN