Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me

  • rojane
  • 09:20 25 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL – Saddetîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên 71 roj in li Girtîgeha Kandirayê di greva birçîbûnê de ne bang li gel kirin û gotin: “Ji zîndana mezin a li derve mil bidin milê me. Berxwedana me bikin berxwedana xwe.” 

Saddetîn Yaşar, Turan Gunana û Mesut Atiş ên 71 roj in li Girtîgeha Jimara 2’an a Kandirayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Girtî bi daxuyaniyên xwe radigihînin ew di çalakiya xwe de xwedî biryara domandinê ne. Her sê girtiyan name şandin û bal kişandin ser armanca çalakiya xwe. 
 
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’ 
 
Girtiyan bi gotina “Derveyî rastiyê kes ji mirinê xerabtir dike” ya Ocalan nameya xwe nivîsandin û gotin: “Di şexsê Rêberê Apo de rastiyek tecrîdê heye ku dixwazin tecrîdê li ser gelê kurd, gelên Tirkiyeyê Rojhilata Navîn ferz bikin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de daxwaza azadiyê û têkoşîna gelan tasfiye bikin. Dixwazin xeta berxwedanê teslîm bigirin. Divê mirov polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê bibîne. Nedîtina vê ne mimkin e û derveyî rastiyê ye. ji ber vê yekê divê mirov nêzîkatiyek wiha qebûl neke. Em ê li dijî vê nêzîkatiya dijminane ku me tune dihesibîne ya em ê bi ser bikevin û ya em ê bi ser bikevin. Divê em bi vê şîarê tevger bikin.” 
 
‘YÊ VÊ GIYANÊ DAYE ME RÊBER APO YE’ 
 
Girtiyan di nameyê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 110’emîn de û wiha domandin: “Hevala Leyla bû pêşenga me. Berxwedana wê xwedî wîjdan û rûmetê ye. Berxwedan û meşa herî bi bandor a li dijî vê rejîma faşîst e. Yê ku giyan, azadiyê dide me û hezkirina civakek rastî aşî dike Rêber Apo ye. Divê em li dora Rêber Apo bibin xelek û bi berxwedanê bersiva spartina teslîmgirtinê bidin. Heqîqet, jiyana azad, Rêbertî û evîna azadiyê xwedî girîngiya hurmetê ye.” 
 
‘AZADIYA WÎ JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIR E’ 
 
Girtiyan di nameyê de diyar kir ku azadiya Ocalan ji nan û avê girîngtir e û wiha gotin: “Çimkî îro faşîzm dixwaze bi dîlgirtina Rêber Apo û pergala îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê pêl bi pêl li hemû qadên civakî belav kiriye. Gava ewil a pêkanîna aştî û azadiya civakî bi parçekirina pergala tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê pêkan e.” 
 
‘DERKETINA RAMANÊN JI ÎMRALIYÊ ASTENG DIKIN’ 
 
Girtiyan destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de 20 sal in li gelê kurd dîlgirtin û teslîmgitin tê ferzkirin û wiha pêde çûn: “Bi fizikî Rêber Apo xistine bin esarete, lê nikaribûne giyan û fikrên Rêber Apo dîl bigirin. Berevajî vê yekê 20 sal in Rêber Apo li gel derfetên kêm û şertên kêm jî bi qasî ku bi derziyê bîrê bikole fikir û felsefe afirandiye û bandora xwe li ser hemû herêmê û siyaseta cîhanê kiriye. Faşîzma TC û AKP-MHP’ê bi desteka hêzên hegomonîk ên navdewletî dixwaze ramanên Rêber Apo ku ji Îmraliyê derkevin asteng dike û bi gotina wan ji xwe re wek meseleya ‘bekayê’ dibînin û li dinêhirin. Lê divê bê zanîn ku dîrokî gelek caran şahidiyê kiriye ku kes nikare pêşiya ramanên heqîqetê bê girtin. Paradîgma Modernîteya Demokratîk a Rêberê Apo paradîgmayek serekeye ji bo hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn. Wê mirovahî bibe şahid ku kes nikare bikeve pêşiya Pergala Netew Demokratîk a ku dê bibe jiyan.” 
 
‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Girtiyan di dewama nameya xwe de wiha got: “Rêber Apo kesek bi tenê nîne. Li dijî wî pêkanînên derveyî ehlaqî û hiqûqê ku li tu devera cîhanê mînaka wê nîne pêk tê. Belê Rêber Apo ji bilî kesek bi tenêbûn wêdetir paradîgma û felsefe ye. Bi sekna xwe ya azadî, ehlaqî û polîtîk ji gelên bindest re bûye hêviya azadiyê û bûye remze û wîjdanek civakî ye. Ew bûye giyanek azadiyê. Ew bûye dermanê gelê hatiye bêdengkirin, dengên bindestan û êşên feryadan. Ev remza azadiyê û parazvanê gelê xwe êdî divê ne di din dîlgirtinê de be. Tecrîdkirin û îşkenceyek wiha li serê tê sepandin nayê qebûlkirin. Di salên dawî de îşkence jî li paş maye adeta ketine nava hewldanên Rêber Apo bi awayek zindî bişînin mirinê. Êrîşên wan vekirî ne ku qelsbûna wan nîşan dide. 
 
LI ŞÛNA JIYANEK BÊHEQÎQET Û BÊEVÎN MIRINEK BI BERXWEDANÊ RÛMETTIR E
 
Em wek çalagerên li zîndanan beriya her tiştî dibin şervanên hestewar ên Rêber Apo û li dijî ferzkirinên teslîmgirtinê li ber xwe didin û em fêrî helwest girtina li dijî koletiyê û kirêtiyê bûn. Me beden û jiyana xwe danî holê û me li dijî vê împaratoriya derew, bêperwa, zilm û îşkenceyê helwesta xwe nîşan da. Ev helwesta şervaniya heqîqetê, kesayetiya azad û civaka azad e. Ev helwesta li dijî rastiyê nejiyîn an jî paratîka li gorî wezîfeya demê ye. Li şûna jiyanek bêserokatî, bêheqîqet û bêevîniyê be, sekna herî bi rûmet a bi berxwedana mirinê helwest nîşandayînê ya xwe li rûyê bêrûyan dide ye. 
 
NAVÊ JIYANA ÎROYÎN RÊBER APO YE
 
Wek pêşeng Kemal Pîr got ‘Bi qasî oxira mirinê em ji jiyanê hez dikin.’ Em jî wek şopdarên wan dibêjin ku navê jiyana îro Rêber Apo ye. Em jiyanek bê wî qet qebûl nakin. Yên bêserokatî, bêrûmetiyê li me ferz dikin dibêjin; hûn nikarin me ji Serokatiya me û rûmeta me bikin. Hûn nikarin ruhê şoreşgerî yê Rêber Apo di me de daye afirandin hilweşînin. Dixwazin me jî bikin bêwîjdan û vê dîlgirtin û tecrîdê fêrî me bikin. Lê em qet fêrî vê dîlgirtin, tecrîdkirin û îşkenceyê nebûn û em ê nebin jî. Ev berxwedana me şahidiya vê yekê ya herî şênber e.”
 
‘WERIN MIL BIDIN MILÊ BERXWEDANA ME’ 
 
Girtiyan di nameya xwe da zanîn ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin û wiha gotin: “Li derve zîndanek mezin hatiye çêkirin. Gelên me, heval û dostên me yên di nava vê zîndanê de ne werin em li govenda ku me li derdora Rêber Apo hûnadiye geş bikin. Werin di berxwedana ji bo Rêber Apo de mil bidin milê me. Werin berxwedana me bikin berxwedana xwe. Vê wezîfeyê tenê li ser milên malbatên girtiyan nehêlin. Berxwedan ji wezîfeyekê wêdetir mafek e û xwedî li vî mafê xwe derkevin. Dibe ku faşîzmek giran hebe. Lê divê dengek xurt li dijî vê faşîzmê bilind bibe. Di vê pêvajoyê de heke em dil û berxwedana xwe bikin yek em ê dawî li zextan bînin. Berxwedana me êdî gihîştiye merhaleyek pirr kirîtîk. Dibe ku her kêlî şehadet pêk werin. Ji ber vê yekê jî her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im û alîgirê demokrasî û azadiyê divê bêyî dereng bimînin çi tişta dikeve ser milê wan bikin. Êdî roj roja xwedî derketina Serokatiyê ye û roj roja berxwedana azadiya Serokatiyê ye. Divê em her qadê bikin qada berxwedana azadiya Rêbertiyê. Em bi biryar in û em ê teqez vê zîhniyeta tecrîdê ku li me ferz dikin bişkênin. Hêviyên me yên serkeftinê ji her demê bêtir xurttir in. Soza em ê layîqî Serokatiya xwe, şehîdên xwe, gelê xwe û hevrêyên xwe bimînin dubare dikin.” 
 
MA / Sadiye Eser
 

Sernavên din

26/02/2019
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN