Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje

  • rojane
  • 10:52 25 Sibat 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 110'an de berdewam dike. Hunermend û rewşenbiran bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî bêdengiya li hemberî tecrîdê anîn ziman û wiha gotin: "Ne birçîbûn, bêdengî mirovan dikuje. Divê her kes deng bidin dengê Guven." 
 
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 110'emîn de, didome. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 97'emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 71'yemîn de, çalakiya koma ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 72'emîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.  
 
Hunermend û rewşenbiran li dijî tecrîdê û bêdengiya li hemberî daxwaza çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin her kes êdî bêdengiyê xera bikin û dengê xwe  bilind bikin. 
 
Hunermend, rewşenbir û nivîskaran ji Rojnameya Yenî Yaşamê bi Rojnameger Elîf Aydogmuş re axivîn û nerînên xwe parvekirin û diyar kirin ku tecrîd li dijî zagon û hiqûqê ye û xwestin bi lez tecrîd bi dawi bibe. 
 
LEVENT UZUMCU: DIVÊ RAYEDAR PARASTINA JIYANA WAN CANAN BIKIN
 
Lîstikvan Levent Uzumcu: “Ger ku girseyek li welatekî mirina mirovan a bi greva birçîbunê wekî serkeftinê bibîne divê her kes ji xwe şerm bike. Ger ku canek canê xwe dîne holê û tiştekî ku şaş dibîne şermezar dike, divê rayedar bifikirin û vê daxwazê bibînin. Dive rayedar jiyana van canan biparêze û li gorî wê gavan bavêjin. Dewlet ev e."  
 
ORHAN ALKAYA: DEWLET JI HIQÛQA XWE DÛR DIKEVE 
 
Oyuncu Orhan Alkaya: “Birêz Leyla Guven wekîlek bi dengê gel hatiye hilbijartin. Nûnera xalis a gel e. Li dijî ‘tecridê’ ku weki binpêkirina hiqûqa bingehîn dibîne dest bi grevê kiriye. Li Meclîsê şertên îfadeyê nemaye. Ger ku min ev maf di xwe de dîtibûya ji bo Birêz Leyla Guven dest ji ve çalakiyê berde minê çong li ber wê danîya. Ji ber ku pêdiviya gel bi nûnerê xalîs heye. Daxwaza min a mezin Leyla Guven bijî ye." 
 
BARBAROS ŞANSAL: DIVÊ BI LEZ HIQÛQA ADÎL PÊK BÊ
 
Pêvebestiyê Modayê: Barbaros Şansal: “Li erdnigariya ku birçiyê demokrasî, azadî û hiqûqê ye Leyla Guven gelek kesên din li ber xwe didin. Ev berxwedana wan peyamê dide cîhanê. Tecrîd, îşkence û otokrasî li pêş xwişk û biratiyagelan dibe asteng. Mirovên ku bedena xwe ji bo pêşerojê kirine sîper carek din feraseta tarî ya operasyonên ‘Vegera jiyanê", komkujiyên bi bombeyan, kesên di bîrên asîdê de, gund û mezrayên hatin xerakirin û  tine bira me û me li hemberî vê yekê hişyar dike. Divê mafê jiyana wekhev bê parastin. Divê hiqûqa adîl bi lez pêk bê."
 
AHMET TELLÎ: EV BERXWEDANA DAWÎ YE
 
Helbestvan Ahmet Telli: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven qêrînek e. Ev qêrîn li dijî bêdengiya wîcdanan e. Ger ku guhê wîcdanan ker bûbe wê demê rewş xerab e. Ev berxwedana greva birçîbûnê hatiye sînorê mirinê. Ev berxwedan gava dawî ye." 
 
AHMET UMÎT: BILA EDALET PÊK BÊ
 
Nivîskar Ahmet Umît: “Ger ku îro mirovan ji bo edalet û azadiyê canê xwe danîbe holê û bi greva birçîbunê li ber xwe didin, wê demê rewşek xemgîn û şermê heye. Wê demê divê li welat edalet û azadiyek wisa pêk bê ku kes bedena xwe nede ber mirinê." 
 
 
METİN KAHRAMAN: EM DESTÛR NEDIN YÊN DI GRAVÊ DE CAN BIDIN
 
Hunermend Metîn Kahraman: “Leyla Güven li dijî pêkanînên dijdemokratîk berxwedanek bêhempa nîşan dide. Em her ku diçin ber bi rewşa 12'ê Îlonê ve diçin. Em dikarin di vê pêvajoyê de bi têkoşînê bi ser bikevin. Devê em destûr nedin mirinê." 
 
FUSÛN DEMÎREL: DEMEK BERÎ DEMEKÊ BILA DAXWAZÊN WAN PÊK BÊ 
 
Listikvan Fusûn Demîrel: “Ji ber ku Leyla Guven di grevê de ye em pir xemgîn in. Dive demek berî demekê daxwazên wê bên axaftin û guhdarkirin." 
 
MEM ARARAT: BILA DAXWAZÊN WAN PÊK BÊ 
 
Hunermend Mem Ararat: “Tecrîd li dijî mirovahiyê û rûmeta mirovahiyê ye. Li vir pirsgirêka kurd heye. Ji ber ku pirsgirêka kurd ji çareseryê dûr dikeve mirov bedena xwe didin ber mirine. Divê guh bidin vê daxwazê. Ev çalakî heta dawî aştiyane ne. Divê rayedar û bi baldarî li van daxwazan guhdar bikin û bibin bersîva van daxwazan. Leyla Guven wekîla gel e. Divê ev yek li ber çavan bê girtin." 
 
DENîZ TURKALÎ: TECRÎD LI DIJÎ ZAGONAN E 
 
Lîstikvan Deniz Turkalî: “Ez pir xemgîn dibim. Naxwazim ev çalakiyên grevê hebin. Ez pir ji Leyla hez dikim. Tecrîd li dijî zagonan e. Ez dixwazim meseleya tecrîdê bi dawî bibe. Ez dixwazim ev rewşa li dijî hiqûqê bi dawî bibe. Ez li dijî tecridê me." 
 
OZCAN ALPER: EZ HÊVÎ DIKIM DENGÊ WÊ BÊ BIHÎSTIN
 
Derhêner Ozcan Alper: “Leyla Guven, ji bo demek berî demekê aştî pêk bê û şer li ser vê axê bi dawî bibe bedena xwe ji mirinê re razandiye. Wekî dayikek û wekîlekê tişta herî dawî bike bedena xwe li pêş mirinê razandiye, Li gel her tiştî dîsa guh ker bûne. Ez hevî dikim ku demek berî demekê dengê wê bê bihîstin û daxwazên wê pêk bên." 
 
VEYSÎ ALTAY: EM NEBIN ŞIRÎKÊ VÎ SÛCΠ
 
Derhêner Veysi Altay: “Tecrîd, ji dîlgirtina bedenê wêdetir dîlgirtina fikrê ye. Ji bo perçekirina kesayetiya mirovan tecrîdê dixin meriyetê. Devlet, sûcê tecrîdê bi awayekî siyasî pêk tîne. Hemû kesên ku xwedî wîcdan erka wan a ewil divê ji tecrîdê re bêjin bes e. Ger ku bertek neşên nîşandan dê bibe îşkenceyek mayinde. Tecrida li Îmraliyê bûye rêbaza cezakirina civakê. Piştî hevalên me û Leyla Guven li dijî tecrîdê bedena xwe ji mirinê re razand hem hêvî û hem hêrz zêde bûn. Ji bo tecrîd bişkê û hevala me Leyla Guven û hevalên xwe bijî divê em bi awayekî civakî bertekên xurt nîşan bidin. Em bêdeng nemînin û nebin şirîkê vî sûcî." 
 
MELDA ONUR: EM BANG LI ÎKTÎDARÊ DIKIN KU GUH BIDIN VAN DAXWAZAN
 
Parlamentera berê ya CHP'ê Melda Onur: “Ev daxwaza aştiyê ye. Ji ber ku ev welat heqiqeten di pêvajoyek girîng a aştiyê re derbas bû. Dema em li pêvajoya aştiyê û ya niha li welat dinerin ferqek gelek mezin heye. Aştiya herî xerab ji şerê herî baş, baştir e. Divê îktîdar daxwazên Leyla Guven pêk bîne. Dive demek berî demekê welat vegerê pêvajoya aştiyê.Ji bo vê yekê jî divê îktîdar gavan bavêje. Ez dewletê vedixwînim ku demek berî demekê daxwaza Leyla pêk bîne û gavan bavêje." 
 
FERHAT TUNÇ: EM BI WÊREKIYEK MEZIN LI VÊ BERXWEDANÊ XWEDÎ DERKEVIN
 
Hunermend Ferhat Tunç: “Rewşa Leyla Guven me dixe nava fikaran. Li girtîgehan jî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Tenduristiya wan sînorê talûkeyê derbas kiriye. Di hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye. Hemû kesên jiyanê diparêzin divê piştgiriyê bidin çalakiya Guven û deng bidin dengê wê. Leyla Guven bi zanebûna pêşerojê û dîtina rastiyan dest bi vê çalakiyê kir. Dewlet ji jiyana hemû welatiyan û bi taybetî ji jiyana girtiyan berpirsiyar e. Dewlet mecbûr e rê li pêşiya mirinê bigire. Dewlet dikare dawî li tecrîdê bine û daxwazên girtiyan pêk bîne. Erka me jî heye. Li hemberî van geşedanan erka hunermandan gelek zêde ye. Dive hunermend ji her kesî bêtir hestiyar tev bigerin."  
 
ÎLKAY AKKAYA: DIVÊ HER KES LI CIHÊ XWE DENGÊ XWE BILIND BIKE
 
Hunermend Îlkay Akkaya: “Dibe wekî rêgez hûn li dijî greva birçîbûnê bin. Lê çi dibe bila bibe ji bîr nekin ku jiyana zindi pîroz e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes zextan li îktîdarê bike. Canên ku ketine greva birçîbûnê êdî rewşa wan hatiye asta krîtîk. Divê her kes li cihê xwe têkeve nava tevgerê û bibin dengê Leyla." 
 

Sernavên din

26/02/2019
09:24 Rojnamevan Oktay der barê hevala xwe ya di greva birçîbûnê de nivîsî: Tu min dibînî?
09:23 'Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin Bedlîsê bi dest bixin'
09:20 Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê helbestek nivîsand
09:20 ‘Divê jin li dijî 'efûya zewicê' zemînên rêxistinbûyînê biafirînin'
09:19 Girtiyên dirûşme berz kirin cezayê hucreyê li wan hat birîn
09:18 'Tiştek biqewime berpirsiyar hikûmet e'
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN
25/02/2019
17:44 Jinên Şaredariya Rojava û Bakurê Sûriye ji Guven re name şandin
17:25 Li salona dadgehê dirûşmeya 'Bijî berxwedana zindanan' berz kirin
16:47 'Qeyûm dê biçin û zarokên vî gelî dîsa wê bên bijartin'
16:40 Ji bo Leyla Guven meşiyan: Rûmeta me ye
15:55 Çalakger Nasir Yagiz nikare rabe ser xwe û raze
15:45 Komek ciwanên kurd li ber avahiya CPT çalakî pek anîn
15:39 Pîrînççîoglu: Qeyûman hemû mal û milkên şaredariyê dewr kirin e
15:34 'Em ê pirsgirêkên Çewlîgê bi ferasetek modern çareser bikin’
15:18 Platforma Li Îzmirê Xwedî Derkeve: Hewldanên ji bo betalkirina Îhayê dê bidomin
14:12 'Hêza tundiya zilam xelas bike piştevaniya jinane'
14:10 Buldan: Divê AKP bêdeng nemîne tecrîdê rake
13:52 Vakfa Mezopotamya: Di dorê de 2 kovarên kurdî hene
13:43 HDP'ê li Rihayê ji bo Cevherî xwe ji namzetiyê vekişand
13:29 Beverly Ann Keen: Emê li her derê daxwaza Leyla bînin ziman
13:17 HDP’ê îstîsmara zayendî ya li Serêkaniyê hat jiyîn bir Meclîsê
12:56 Polîsan daxuyaniya greva birçîbûnê ya Bakirkoyê asteng kirin
12:33 Cîgirê Serokê Baroya Wanê: EGM'ê îşkence parast
12:27 Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike
12:27 Yildiz ê MKP’î yê di greva birçîbûnê de: Divê sosyalîst bedeng nemînin
11:54 Vîtamînê nadin girtiyên di greva birçîbûnê dene
11:11 Tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî HDP’ê ava bûye
10:52 Hunermend û rewşenbiran ji bo Guven bang kirin: Ne birçîbûn, bêdengî dukuje
10:51 Pezkovî daketin berpalên Çiyayê Sumbul
10:09 CHP’iyê namzetiya wî hat paşvekişandin: Serokê me yê navçeyê bertîl ji AKP’ê girt
10:07 Xelatên Oscarê yên 91'emîn dan xwediyên wan
09:21 ‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’
09:20 Girtiyên li Kandirayê: Ji zîndana li derve mil bidin milê me
09:19 Pisporên ewlehiya kar: Karkerên Mîlasê li ber çavan şandine mirinê
09:18 Rêxistina Jinan a Wekhev dê di 8’ê Adarê de li 4 bajaran dakevin qadan
09:17 Xwendekara MKU ya rastî gefa kuştinê hat serî li ÎHD'ê da
09:17 Nevîn Gokçe ya di grevê de: Tecrîd halê Kerbelayê ye
09:16 'Ewrên reş û tarî ji ser Îmraliyê rakin’
09:14 Hasret Kahraman a birayê wê di grevê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:13 Demîrcî: Polîs xwediyê buroyên HDP’ê tehdît dike
09:13 ‘Ew avê jî nedin me, em ê çalakiya xwe bidomînin’
09:00 ROJEVA 25'ê SIBATA 2019'AN
08:42 Berxwedana Leyla Guven di roja 110'emîn de didome
24/02/2019
17:11 Guven: Bi rakirina tecrîdê Tirkiye dê bêhnê bistîne
17:01 Çalakgerên Strasboûrgê: Em li her derê bi hev re rabin ser piyan
16:03 Li Agiriyê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:02 Vekirina buroya hilbijartinê li Nisêbînê bû mîtîng: Serkeftina me wê AKP-MHP'ê hilweşine
14:45 Elewiyên Kakaî li Dersimê ne
14:10 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Rojnameger Zehra Dogan hat berdan: Ezê pîşeyê xwe bidomînim
13:43 Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye
12:19 Birîndarê Gezi 6 salin têkoşîna hiqûqê dide
12:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
11:30 Bavê çalakgerê greva birçîbûnê: Em ê çiqas bêdeng bimînin?
11:29 Li Serêkaniyê zarokên din jî rastî îstîsmarê hatin
10:51 Namzetên AA hedef nîşan dan: Dixwazin bi operasyonên ferasetê HDP’ê lewaz bikin
10:50 Karanfîl ji destekî digêje desê din û belav dibe
10:09 Li Stenbolê bi ser malbatek Sûriyeyî de girtin û kesek birîndar kirin
09:36 Lêpirsîn derbarê girtiyê bi birayê xwe yê girtî re li ser grevên birçîbûnê axivî, hat vekirin
09:28 'Em îro dîsan bibin bi 100 hezaran û dakevin kolanên Amedê'
09:27 Li Girtîgeha Rihayê rewşa girtiyan gihişt asta talûkeyê
09:06 Bi ‘Xaçerêk’ derket ser dikê û bi ‘Xaçerêk’ bi dawî kir
09:05 Dayika rojnamevan Altûn: Pênûsa kurê min di destê rojnamevanê birûmet de ye
09:04 'Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dev ji vê rêyê bernedin'
09:03 Hemşîniya di greva birçîbûnê de: Wê ev felaket li ber Îmraliyê raweste
09:03 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê dest pê dike
09:02 Namzetên Îdirê: Jixwe gel tifaqa xwe çêkiriye
09:01 'Bi meşaleya ku Leylayê pêxist ber bi serketinê ve dimeşim'
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2019'AN
08:38 Berxwedana Leyla Guven di roja 109'emîn de didome
23/02/2019
18:42 Pîrozbahiyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin: Daxwaza Leylayê daxwaza me ye
18:09 Nivîskar Jîr: Divê nivîskar hay ji êş û azarên civaka xwe hebe
17:13 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkere kir
16:50 Parêzerên hatin berdan: Li ber çavanên wan reş û şîn bûn
16:44 'Înfaza girtiyê nexweşê kanserê Ozbay taloq bikin'
16:35 Jinên rojnameger ên çûn serdan Guven: Em ê bibin dengê Leyla Guven
16:34 Pirtûkxaneya Lilavê bi 5 hezar pirtûk deriyê xwe ji xwîneran re vekir
16:20 Namzetên Hevşaredariya Amedê beşdarî çalakiya xizmên windayan bûn
15:57 HDP'ê lez da xebatên hilbijartinê: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
15:17 Hanîfe Yildiz: 24 salin me miriyê xwe nespartiye axê
15:02 ‘Girtiyê nexweş Bayram ê 71 salî berdin’
14:21 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Aqûbeta sazumankarê ÎHD'ê Can û Kaya pirsîn
12:18 Rêveberiya Girtîgehê li malbatan geriyan: Bila zarokên we grevê berdin
12:06 Suleyman Benzer ê di greva birçîbûnê de, di hucreyê de tê girtin
11:35 Dayik û bavê girtiyan: Ji bo daxwazên zarokên xwe em ji her tiştî re amade ne
10:41 Dest danîn ser radyoyên girtiyan
10:38 Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da
10:30 7 parêzerên ku fenera daxwazê firandin hatin binçavkirin
09:59 Girtiyên di greva birçîbûnê de, kirin hucreyan
09:17 Çalakgerê Strasbourgê Agît Ural nameyek ji keça xwe re şand.
09:07 Li Artûklûyê 33 cenaze li goristana bêkesan tên rawestandin
09:07 20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD'ê dan
09:06 ‘Divê guh bidin daxwaza bi milyonan'
09:05 Serlêdaran bertek nîşanî biryara DMME'yê da: Wijdanê mirovan êşand
09:04 Geveriyan: Bila ji me dengan nexwazin
09:03 'Wê gel Tetwanê bi rê ve bibe'
09:03 Tumuklu: Îktîdar berberîbûnê dixe nav civakê
Gunay: Wê muxalefeteke ku tenê li ser sindoqan hûr dibe bi ser nekeve
09:02 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Wê bi vê berxwedanê dawî bêhempa be
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2019'AN