WAN – Cîgirê Baroya Wanê Hamza Çîftçî, diyar kir ku piştî îşkence li zarokan hat kirin, îşkenceya li zarokan hatiye kirin bi raya giştî re parve kirin û der barê îşkencekaran de serledana sûc kirin. Çîftçî, anî ziman ku Midurîyeta Giştî ya Polisan (EGM) îşkence parastiye û got: “Li şûna faîlên îşkence kiriye lêkolîn bike, parazvanên mafên mirovan, baroyan û parêzeran dikin hedef û wan dixin bin zextan."
Li taxa Xaçortê ya Wanê di 15'ê Sibatê de polisan 11 zarok binçav kiribûn û îşkenceyek giran li 3 zarokan kiribûn. 3 zarokên ku li Miduriyeta Polisan a Wanê rastî îşkenceya polîsan hatin, li nexweşxaneyê rapor stendin. Baroya Wanê piştî bi zarokan re hevdîtin kir, îşkenceya li zarokan hatiye kirin bi raya giştî re parve kir. Piştî parêzerên Baroya Wanê îşkenceya li zarokan hatiye kirin bi raya giştî re parve kir, îşkence ket rojeva Tirkiye. Zarokên ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin li serdozgeriya Komarê ya Wanê hatin berdan. Zarokên ku rastî îşkenceyê hatin di îfadeyên xwe de jî anîn ziman ku rastî îşkenceyê hatine. Dîsa di raporên nexweşxaneyêde jî hatin belgekirin. Li ser vê yekê Baroya Wanê ji bo lêpirsînê serî li serdozgeriyê da. Lê Midûriyeta Gişti ya Polisan (EGM) li şûna der barê polîsan de lêpirsîn veke û wan ji kar dûr bixin, parêzerên baroyê û parazvanên mafên mirovan tehdît kir û kirin hedef.
Cîgirê Serokê Baroya Wanê Prz. Hamza Çiftçî, der barê geşedanên işkenceyê û helwesta EGM'ê de axivî. Prz. Çîftçî ku raste rast bi zarokên rastî îşkenceyê hatin re hevdîtin kir, wiha got: "Piştî agahiya zarok rastî îşkenceye hatine ji mere hat. Komîsyona Zarokan a Baroyê û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroyê em bi hevre çûn Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan û me bi zarokan re hevdîtin kir. Me bi hemû zarokên li vir di bin çavan de ye re hevdîtin kir. Ji zarokên hatine binçavkirin 3 zarok rastî îşkenceyê hatibûn. Îşkenceya li 3 zarokan hatibu kirin aşkere li ber çavan xuya bû. Zarokan îşkenceya li wan hatiye kirin kêlî bi kêlî vegotin. Zarokan îşkenceya li wan hatiye kirin vegot. Zarok ji ber îşkenceya li wan hatiye kirin di nava travmayê de bûn. Tişta bi serê wan de hat ne tiştekî hêsan e. Ev zarokên rastî îşkenceyê hatin hêj 14-16 salî ne. Zarokên rastî îşkenceyê hatin gelek ji wan birîndar bûn. Serê wan xistin klozeta tuwaletê. Bi kundarên çekan li sere wan û pişta wan xistin. Vê yekê bandorek pir mezin li ser zarokan ava kir."
PÊDIVIYA ZAROKAN JI PIŞTGIRIYA DERÛNÎ HEYE'
Prz Çiftçî, anî ziman ku piştî zarokan li dozgeriyê îfade dan serbest hatin berdan û wiha got: “Zarok şok bûbûn. Min got 'Ez tem bîra we ya na? Dema min bi wan re hevditin pêk anî û niha tevgera wan pir cuda bû. Min ferk kir ku tesira travma li ser wan her ku diçe zêde dibe. Çavên zarokan reş û şîn bûbû. Sere wan şikestibû. Ji ber vê yekê naxwazin biçin dibistanê. Naxwazin li taxê wisa bên dîtin û naskirin. Hem stres û hem jî dîtina wan a fîzîkî bandorek pir xerab li ser wan çêkiriye. Ji ber ve yeke divê teqez piştgiriya derûnî bidin zarokan. Li gorî qanûnên Komara Tirkiye ev zarok sûcê herî mezin bikin ji divê polîs û eskerên ku wan binçav dikin li wan îşkenceyê neke. Tu mafê wan ê îşkenceye tune ye. Me der barê "polîsên ku îşkence kirine" de serlêdana sûc kir û divê der barê wan de lêpirsîn bê vekirin. Em meraq dikin ku dê lêpirsînek çalak bidin destpêkirin ya na."
Di bûyerên dawî de em bûn şahid ku lêpirsinek çalak nehatiye meşandin. Em dê der barê vê îşkenceya li zarokan hatiye kirin de, heta dawî şopdar bin. Em dê di qada darazê de hesab bipirsin."
HÊJ LÊPIRSÎNA ÎŞKENCEYA LI WESTANÊ LI ZAROKAN HAT KIRIN BI ENCAM NEBÛYE
Hamza Çîftçî, bal kişan ser zarokên li navçeya Westanê ya Wanê ku di Hezîrana 2017’an de dema kîvark kom dikir û rastî îşkenceyê hatin û wiha berdewam kir: “Li navçeya Westanê ya Wanê zarokên kîvark kom dikirin hatin binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan a Westanê rastî îşkenceya giran hatin. Wekî kesên midûriyeta polîsan bombe kirine di çapemeniyê de hat parvekirin. Lê derket holê ku ev zarok masûm û bê guneh in. Ne girîng e ev zarok sûc bikin ya nekin. Çi dibe bila bile divê îşkence li zarokan neyê kirin. Ew dosya hêj didome û lêpirsîna wê hêj bi encam nebûye. Em şopdarê wê dozê ne jî."
‘BAWERÎ BI EDALETÊ NEMAYE'
Çiftçî, herî dawî anî ziman ku êdî baweriya civakê bi edaletê nemaye û wiha bi dawî kir: “Biryarên ku dadgeh didin, di rastiyê de ne li gorî edalet û hiqûqê ye. Dîsa der barê dosyayên ku dewlet, polîs û esker bersûc in, lêpirsînên çalak nayên meşandin. Wekî dosya Tahir Elçî û Roboskî hêj bi encam nebûye. Ji bo der barê van dosyayên îşkenceyê de lêpirsînek çalak bê meşandin em wekî Baroya Wanê dê heta dawî şopdarê dosyayê de bin.
EGM LI ÎŞKENCEYÊ XWEDÎ DERKET
Me îşkenceya li zarokan hatiye kirin bi raya giştî re parve kir. Midurîyeta Giştî ya Polisan (EGM) îşkence parast. Li şûna faîlên îşkence kiriye lêkolîn bike, parazvanên mafên mirovan, baroyan û parêzeran dikin hedef û wan dixin bin zextan."