AMED - Namzetê Hevşaredariya HDP'ê ya Peyasê Necatî Pîrînççîoglu destnîşan kir ku qeyûman bi se milyonan TL neguhêzbarê Şaredariya Peyasê dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr, Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî û weqfa di bin rêveberiya kurê Serokomar Erdogan, Bîlal Erdogan de kiriye.
Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Peyasê Kezîban Yilmaz û Necatî Pîrînççîoglu têkildarî neguhêzbarên Şaredariya Peyasê yên ji aliyê 3 qeyûman ve bi awayek bêrêbaz dewrî saziyên din kirin e civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê pêk hat.
Pîrînççîoglu di civînê de axivî û bi bîr xist ku 3 qeyûmên tayînî Şaredariya Peyasê hatine kirin li ser wezîfeyê ne û got: "Budçeya şaredariyê bi awayek hovane bikar anîn. Her wiha hemû neguhêzbarên aîdî şaredariyê di demên cuda de ji aliyê qeyûman ve dewrî Qeymeqamiyê yan jî di bin navê hîbe de dewrî saziyên din ên dewletê kirin. Ev agahî gelek caran ji me re hatin."
MAL Û MILKÊN DEWRÎ QEYMEQAMIYÊ KIRIN
Pîrînççîoglu da zanîn ku wan li ser bihîstina van nelirêtiya û bêrêbaziyan gihîştine hin agahiyan û wiha got: "Me di encama lêkolînan de 13 Malên Piştevaniya Perwerdehiyê ku xwendekarên xizan perwerde dikir, Kompleksa Werzîşê ya Peyasê bi tevî milkiyeta wan ve dewrî Qeymeqamiya Peyasê kirin e. Pirtûkxaneya ku li ser eraziyê bihayê wê 80 milyon TL ye û bi 20 milyon TL dane çêkirin dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr hatiye kirin. Navenda Zarokan a li Taxa Medyaya Peyasê ku Şaredariyê û Weqfa Koçberiyê bi hev re xebatên hevpar lê birêve dibirin dewrî Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ku birêdayî Qeymeqamiyê ye kirin."
WEQFA KURÊ ERDOGAN DI DEWRÊ DE YE
Pîrînççîoglu anî ziman ku di nav van neguhêzbarên şaredariyê ku dewr kirin e Weqfa Ciwanan û Xizmeta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) ku di bin rêveberiya zarokên Serokkomar Erdogan, Bîlal Erdogan û Esra Albayrak de ye jî heye. Pîrînçîoglu got: "Em gihîştin agahiya ku kar û barê li Parka Ekîn Ceren ji bo 25 salan bi kirê dane TURGEV'ê."
HEM AVAHIYÊ DEWR KIRIN Û HEM JÎ PEREYÊ TAMÎRÊ DAN
Pîrînççîoglu diyar kir ku Şaredariya Peyasê derbasî avahiya nû ya şaredariyê bûye û avahiya kevn û milkiyeta wê dewrî qeymeqamiyê hatiye kirin û mesrefên li ser çêkirina avahiya kevn ku bi 2,5 milyon TL hatiye çêkirin ji aliyê şaredariyê ve hatiye razandin.
'AKP Û MHP ŞAREDARIYAN BIRÊVE DIBIN'
Pîrînççîoglu destnîşan kir ku di hefteyek dawî de wan bihîstiye kreşa Zarokîstanê dewrî Qeymeqamiyê, Navenda Çanda Cegerxwîn dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê û seraya 100 donimî ya şaredariyê jî dewrî yekîneyên girêdayî Qeymeqamiyê hatine kirin û dê piştî hilbijartinê jî ji bo van karê hatine kirin dê razandina wê bê kirin. Pîrînççîoglu da zanîn ku şaredarî di sitendina karkeran de serokên bajêr ên AKP û MHP'ê û her wiha organên cûr bi cûr referans digirin.
'EM LI ŞAREDARIYAN XWEDÎ DERKEVIN'
Pîrînççîoglu bang li hemû saziyên demokratîk û sivîl û gel kir ku xwedî li şaredariyên xwe derkevin û xwest xelk li dijî biryarên kêfî yên qeyûman dengê xwe bilind bikin.