BEDLÎS - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Farûk Îşlek, diyar kirin ku ew ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin.
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Farûk Îşlek, destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin. Namzetan got, ew ê nexşeya hilbijartinê ya Bedlîsê bi rengê mor boyax bikin.
'WÊ EW DÎWAR DI 31'Ê ADARÊ DE BÊN RÛXANDIN'
Zekiye Îlbasan, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku şaredariya hatiye xespkirin dîsa bi dest bixin û radestî gel bikin. Îlbasan, anî ziman ku wê gel di 31'ê Adarê de dawî li vê xespkirinê bîne. Îlbasan, bilêv kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin li bajêr tu xebat nehatine kirin û got: "Tişta qeyûman kiriye, tenê ew e ku deriyê şaredariyê ji gel re bigirin. Tu bi kê re diaxivî dibêje em nikarin biçin şaredariyê pirsgirêkên xwe hel bikin. Divê ev dîwar di 31'ê Adarê de bên rûxandin."
'WÊ GEL KONTROL BIKE'
Îlbasan, anî ziman ku ji bo wan Bedlîs pir girîng e û got: "Em ê hewl bidin ku gelên me bi hev re bijîn. Bi taybetî jî piştî hilbijartinê em ê hewl bidin ku gelê me daxilî hilberîna herêmî bibe. Em dixwazin modela şefaf û gelparêz a HDP'ê li vir pêk bînin. Biryar a gel e, bixwaze çi bike wê bike. Bedlîs bajarekî dîrokî ye, lê belê her diçe xirab dibe. Pirsgirêkên avaniya binerd û sererd, pirsgirêkên gihaniyê û paqijiyê pir zêde ne. Em hay ji van prisgirêkan hene. Piştî em bên hilbijartin çi ji destê me bê em ê bikin. Divê hemû jin, ciwan û şêniyên bajêr daxilî hemû pêvajoyên şaredariyê bibin. Wê gelê me zanibe pereyê şaredariyê çawa tê xerckirin. Wê gel em kontrol bikin."
Îlbasan, destnîşan kir ku piraniya projeyên di dema rêveberiya DBP'ê de hatin çêkirin ji aliyê qeyûm ve hatine betalkirin û got: "Em ê hewl bidin van projeyan pêk bînin. Qeyûm Navenda Jinê ya Dîlanê girtiye. Em çawa bên ser kar em ê vê navendê vebikin. Ji bo keda jinê derkeve pêş em ê tev bigerin. Tevî ev qas zext û zorî jî gelê me em bi tenê nahêlin. Gel, xwedî li vîna xwe derdikeve û em bawer dikin wê wê ev îrade di sindoqan de xwe bide der. Em ê tevî gel di 31'ê Adarê de şaredariya xwe ya hatiye xespkirin bi dest bixin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li vîna xwe derkeve."
'QEYÛM DI NAVBERA GELAN DE DÎWAR LÊKIRIN'
Namzet Farûk Îşlek jî bilêv kir ku bênavber ew dixebitin. Îşlek, bal kişand ser texrîbata qeyûman û diyar kir ku gel nikarin biçin şaredariyê. Îşlek got: "Qeyûm di navbera gelan de dîwar lêkirine. Gelê Bedlîsê ne qeyûm, rêveberiyeke jixwe dixwaze. Li hemberî qeyûman nerazîbûneke mezin heye û wê di sindoqan de bersiva qeyûman bidin. Berê tu deynê şaredariyê tune bû, lê belê niha 380 milyon deyn wê heye. Her wiha erd û erseyên şaredariyê hatine firotin. Ji xeynî deynan tu îcraateke qeyûman tune ye."
'EM Ê JI CIHÊ MAYÎ DEWAM BIKIN'
Îşlek, anî ziman ku berî qeyûm bê tayînkirin şaredariya DBP'î karên baş kiribûn û di nav du salan de gelek pirsgirêkên Bedlîsê çareer kiribûn. Îşlek, destnîşan kir ku hevşaredarên DBP'î û gel bi hev re tev digeriyan û got: "Em ê jî wekî wan tev bigerin û ji cihê mayî dewam bikin. Herî zêde gel bi pirsgirêkan dizane. Loma wê ew pirsgirêkan çareser bike. Em ê jî mîrateya berê dewr bigirin û ji cihê mayî dewam bikin. Hemû derfetên îktîdarê di dest qeyûman de ne, lê belê tu tişt ji bo bajêr nekirin. Em ê şaredariyeke ku herkes tê de cih bigire bi rê ve bibin."
'EM Ê BEDLÎSÊ BI MOR BOYAX BIKIN'
Îşlek, destnîşan kir ku ew ê li Bedlîsê bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin û got: "Em bawer dikin ku wê ji her derdorê kes dengê xwe bide me. Baweriya me bi gelê me û bi taybetî jî bi ciwanan heye. Em ê bi dengê wan bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin. Di nexşeyên hilbijartinê de Bedlîs gelek caran jê bi rengê cuda tê boyaxkirin, lê belê em ê Bedlîsê bi rengê mor boyax bikin. Divê gelê me bi me bawer be. Diyaloga di navbera me û gel de, diyalogeke pir xweşik e. Em bawer dikin ku wê ev yek di 31'ê Adarê de di sindoqan de xwe bide der."
MA / Adnan Bilen