STENBOL - Rojnamevan Meltem Oktay, ji Girtîgeha Jina ya Gebzeyê, der barê greva birçîbûnê û çalakgeran de bi ser navê "Tu min dibînî" nivîsek nivîsand.
Rojnamevan Meltem Oktay, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, der barê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin û çalakgerên di grevê de nivîsand. Oktay, tevî Ozlem Soyler ku 73 roj in di greva birçîbûnê de ye li heman qawîşê dimîne. Piştî Soyler ji "Tu min dibînî?" Oktay jî vê nivîsê dinivîse.
Nivîsa Oktayê ya bi sernavê "Tu min dibînî?" wiha ye:
"Çalakiya greva birçîbûnê ku Leyla Guven li dijî tecrîda li Îmraliyê di 8'ê Mijdarê de da destpêkirin, 100 roj (11 roj berê) li pey xwe hiştin. Helbet, mirov dikare ji bo awayê vê çalakiyê gelek tiştan bibêje û bilêv bike. Lê ji ber gotina herî xweş, wateya herî bihişmet Leyla Guvenê gotiye, bilêvkirina gotineke din zehmet e.
ÊN HERÎ BIŞID LEYLAYÊ HEMÊZ DIKIN JIN IN
Çalakiya Leyla Guven a li ser asasê 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin' hat binavkirin, li gelek deveran bi dirûşmeya 'Daxwaza Leylayê daxwaza me ye' hat pêşwazîkirin û hemêzkirin. Her wiha yên herî bişid Leylayê û daxwaza wê hemêz dikin jî jin in.
Li girtîgeha ku ez niha lê me jî; Ozlem Soyler, Ozlem Ozdemîr, Hacer Halîl Yûsûf, Rûhşan Bozan û Ayten Gulsum ji 16'ê Kanûnê ve vê hemêzkirinê, vê xwedîderketinê bi awayekî bêdem û nedorveger didomînin. Wek rojnamevaneke girtî, li girtîgehê dibim şahidê reng û pêşengiya jinê. Helbet, şahidiya ji bo vê çalakiya dîrokî, li gor qewimînên ku bûme şahidên wan pir cuda ye. Zêdetirî 70 roj in dibînim. Her çend ev jin dizanin birîske jî lê azweriya wan a ji bo jiyanê, hêviya wan û vîna wan muazzam mirovan diricifîne.
Ev baweriya wan, helwesta wan ku dibêjin 'ger Ezraîl bê, em ê bi wî re jî biaxivin, birêxistin bikin û daxilî berxwedanê bikin', bêtir hêvî û baweriya ji bo jiyaneke azad û demokratîk li mirov peyda dike.
EM ÇI DIKIN?
Ji çalakgeran ez û Ozlem Soyler di heman qawîşê de ne. Her çend nehsiyan bike jî lê bi esprî û pêkeniya xwe enerjiyê li mirov peyda dike. Di demên dawî de kî jê bipirse 'Tu çawa yî, çi dikî?' Tenê dibêje; 'Ez baş im, li ber xwe didim. Tu çi dikî?'
Di vê pêkeniya wê de rexneyek jî heye. Heqîqeten em çawa ne, em çi dikin? Em dibin dengê wan î ku hewl didin tarîtiyê ber bi ronahiyê ve bibin? Em ji bo tecrîda ku bi pola ser jiyana azad, wekhev û demokratîk girtiye tiştekî dikin an jî wijdanê me rihet e? Tê gotin 'bila darbest ji girtîgehê dernekevin.' Ji bo ev pêk neyê em bi berpirsiyariyeke çawa tev digerin?
Dizanim, tirs, endîşe û gumanên me hene! Lê belê çalakgerên ku ez wan dibînim dibêjin; 'Ji niha û pê ve tu wateyeke tirs, endîşe û gumanan tune ye. Tirs, endîşe û gumana rastîn tenê li Leyla Guven peyda bibû û wê jî ev yek bi gotina xwe û çalakiya xwe kir yek.'
OZLEM BI QASÎ KU NIKARIBE GOVENDÊ BIGERÎNE BÊHAL E
Ji ber em di heman odeyê de ne, herî zêde Ozlemê dibînim. Wekî her carê, di destpêka grevê de tevî hemû îtirazan jî ku dihat gotin çalakgeran newestîne, min û wê têra xwe govend digerand. Lê belê, niha Ozlemê bi qasî ku nikaribe govendê bigerîne bêhal e.
Çend roj berê, bi lez û bez di nêrdewanan de ber bi jor ve diçûm. Ozlemê jî hêdî hêdî dadiket. Xwe bi xwe diaxivî û dikeniya. Pêşî tirsiyam, min got 'gelo ji ber grevê tiştek pê hatiye?' Bi wê endîşeyê min jê pirsî 'çi bûye?' Wê jî wekî ku tiştek nebûbe bi rihetî û jixweber got, 'Ma tu min dibînî?'
Mat mam. Zimanê min negeriya. Pêşî min tiştek ji pirsa wê fam nekir û min got her hal ji ber grevê ye û jê re got 'Erê, te dibînim.' Ew, weziyeta min a metelmayî û biheycan wekî 'panîkê' bi nav dike. Loma got 'rojnamevana bipanîk, ka were em hinekî sohbet bikin.' Piştî wisa got, bêhna min derket ku ji ber grevê texrîbatek çênebûye. Lê di rojên pêş de em nikarin bibêjin wê rîskên wisa çênebin...
Mijara sohbetê diyar bû; Leyla Guven, çalakgerên Strasboûrgê, Nasir Yagizê li Hewlêrê, Îmam Şîşê li Gallerê û girtîgeh.
Berî em dest bi sohbetê bikin, min jê pirs kir: 'Çima tu xwe bi xwe dikeniya û dipeyîvî?' Paşê, ji ber min wisa got poşmaniyek li min peyda bû. Lê wê got:
‘Ez xwe bi xwe napeyivim û nakenim. Tu dizanî, di civaka heyî de ji bo kesên wisa dibêjin dîn e. Bila dîn şaş fêm nekin, lê şikir hîn ez dîn nebûme. Ez bi hunermend, demokrat, nivîskar, sosyalîst, xwendekar, jin, dayik, bav û xizmên me re dipeyîvim û dikeniyam. Ji sedî 50'yê civakê dibêje em ketine etra we. Em niha di xeleka agir re derbas dibin. Ev serdem êdî nikare endîşe, guman û tirsê rake. Jixwe Leyla Guven, ji bo herkesî daxwaz û berxwedanek avêt holê. A watedar, a ku dê biguherîne û veguherîne, şik û gumanan, tirs û endîşeyan ji holê rabike helwesta Leyla Guven e. Wexta behs tê ser zindanan, tê gotin di warê wijdanî û ehlaqî de 'ên em wan nabînin.' Loma min ji te re got 'Tu min dibînî?' Na, şaşiyek heye. Dema behs bibe zindan, divê neyê gotin 'ên em wan nabînin.' Çimkî, ên dixwazin fêm bikin, bibînin û tiştina bikin hemû me dibînin. Em Leyla, çalakgerên strasboûrgê, Nasir Yagizê li Hewlêrê, Îmam Şîşê li Gallerê ne. Ev dîmen yek e, yekpare ye. Çimkî, daxwaza, biryardarî û berxwedan yek e.'
Jinên berxwedêr ku fikr û ramanên wan ev qasî zelal in, niha strana azadiyê ji me re dibêjin. Ji bo em hemû li cîhaneke azad, adil, demokratîk û wekhev bijîn, bedenên xwe dane ber mirinê. Ger em dixwazin 'ji girtîgehan darbest dernekevin', ma divê em vê berxwedanê hîn bêtir nebihîsin?"