KOCAELÎ - Nazîme Avras ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê ye, ji bo tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe serî li îdareya girtîgehê da, lê belê emniyetê bi hinceta "ewlehiyê" serlêdan qebûl nekir.
Nazîme Avras, di 25'ê Mijdara 2016'an de wexta Hevseroka HDP'a Bedlîsê bû bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 8 sal ceza lê hat birîn û wê şandin Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê. Di meha Kanûnê de, birayê wê li Stenbolê di cinayeta kar de jiyana xwe ji dest da. Avras, ji bo li Pendîkê tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe serî li îdareya girtîgehê da. Girtîgehê jî daxwaza Avrasê şand Midûriyeta Emniyeta Pendîkê. Lê belê emniyetê bi hinceta "ewlehiyê" serlêdana Avrasê qebûl nekir.