EDENE – Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, girtiyê nexwel Mazhar Guler hat derbkirin û rapor nedanê. Her wiha ji ber jimariya li ser piyan qebûl nekiriye der barê wî de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin.
Girtiyê nexweş Mazhar Guler ku di 6'ê Sibatê de ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat kirin, pêkanîn di dema sewqkirinê de û li girtîgehê ragihandin.
HAT DERBKIRIN
Gulerê nexweşîna Hepatît B lê peyda bûye, di 15'ê Sibatê de li girtîgehê bi parêzerekî ÎHD'ê re hevdîtin çêkir. Guler, diyar kir ku 12 sal in di girtîgehê de ye û di 6'ê Sibatê de ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hatiye sewqkirin. Guler, diyar kir ku di dema sewqkirinê de nerihet bûye û li Konyayê wî birine nexweşxaneyê, lê belê piştî serûm lêxistine wî anîne Girtîgeha Kurkçulerê û di dema têketinê de hatiye derbkirin.
RAPOR NEDAN
Parêzerê ÎHD'î, diyar kir ku malbata Guler xwe gihandiye wan û li ser vê ew di 15'ê Sibatê de çûne girtîgehê. Parêzer, bilêv kir ku di dema sewqkirinê de û wexta wî anîne girtîgehê bi muameleyên nebaş re rû bi rû maye. Parêzerê ÎHD'î got: "Hîn jî eşyayên wî nedane. Ji ber lê têketina girtîgehê lêgerîna tazî qebûl nekiriye hatiye derbkirin. Her wiha ji ber jimariya li ser piyan jî qebûl nekiriye hatiye derbkirin. Xwestine wî bi rîngê bibin. Destê wî kelemçekirine û wî li ser çokan dane rûniştandin. Guler, li dijî vê pêkanînê jî derketiye û gotiye 'Ez bi vî awayî naçim nexweşxaneyê, min bi wesayîteke din bibin.' Ji ber vê Guler neçûye nexweşxaneyê. Wî birine revîrê. Li ser canê wî şopên derban hene, lê belê dîsa jî rapor nedane. Ji ber jimariya li ser piyan qebûl nekiriye, der barê wî de lêpirsîna ji bo dîsîplînê hatiye destpêkirin."
Parêzerê ÎHD'î, diyar kir ku ew ê giliyê kesên Guler derb kirine bikin.
MA / Hamdullah Kesen