MÊRSÎN – Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê di greva birçîbûnê de ne, peyamek şandin û gotin: "Em ê bi vê çalakiyê vîna xwe veguherînin vîneke ji pola. Em ê bi vê vînê bi ser bikevin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin."
Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 111'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya girtiyan didome.
23 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Li Girtîgeha Jimare 1, 2, û 3'yan a Tarsûsê 6 jê jin 23 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û nerdorveger de ne. Rêveberê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAYDER) Alî Bîlen û xizmên girtiyan di 20'ê Sibatê de çûn Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê û hevdîtin bi Erdal Emeç, Fesîh Tekîn, Denîz Ozdemîr, Mehmet Fatîh Bîngol, Serhat Yildirim, Mûrat Karaaslan, Halef Yîgît, Oktay Gul û Bişar Bîlen ên di greva birçîbûnê de ne çêkirin.
ROJEVA WAN TENÊ TECRÎD E
Bîlen, diyar kir ku girtî pir zihîf, zer bûne, çavê wan reş bûye û bi zorê diaxivin. Bîlen, anî ziman ku lê belê dîsa jî girtî bibiryar in û tenê rojeva wan tecrîd û Leyla Guven e. Bîlen, anî ziman ku vîtamîna B1 û tiştên avî nayên dayîn û her în tansiyon û kîloyên wan tên kontrolkirin. Bîlen, destnîşan kir ku îdareya girtîgehê dixwaze li derveyî qawîşan girtiyan kontrol bike. Her wiha Bîlen, diyar kir ku di dema hevdîtina vekirî de heta li devê xizmên girtiyan jî tê nerîn û gorên wan ji lingên wan derdixin.
'BIBIN DENGÊN ME'
Bîlen, destnîşan kir ku moralê girtiyan pir xurt e û bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Bîlen, peyama girtiyan a ji bo raya giştî jî parve kir: "Heta tecrîd neyê şikandin, mirin jî tê de hebe em ê li cem Guvenê bin. Em ê bi vê çalakiyê vîna xwe veguherînin vîneke ji pola. Em ê bi vê vînê bi ser bikevin. Dengê xwe li dengê me zêde bikin. Em zelal in û bibiryar in. Em ê tawiz ji vê helwesta xwe ya birûmet nedin."
Bîlen, bilêv kir ku wan bi çavê xwe biryar û helwesta girtiyan dîtiye û ji bo vê bang li raya giştî kir ku dengê xwe li dengê têkoşîna girtiyan zêde bike.
MA / Ergin Çaglar - Hamdullah Kesen