MÊRDÎN - Li Qada Cumhuriyetê ya Navçeya Artuklu demek beriya niha di bin navê "projeya nûkirinê" de xebata binesaziyê hatibû destpêkirin. Ji ber li vê qadê Kaniya Dayika Meryem, bermahiyên Dêra Kapuçîn, bermahiyên aîdî gorên Xirîstiyan û Misilmanan derketin holê xebat hat sekinandin.
Ajansa Pêşketina Dîcle (DÎKA) û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, nêzî mehek berê bi navê "projeya nûkirinê" li Qada Cumhuriyetê ya li Navçeya Navendî ya Artuklu ku cihek dîrokî cih digire xebata binesaziyê dan destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de peykerê Ataturk hat rakirin. Hin avahiyên kevnare yên li vir bi kepçeyan hatin hilweşandin. Lê 3 roj berê xebata li vê meydanê hat rawestandin.
Hat zanîn ku xebat ji ber Kaniya Dayika Meryem, bermahiyên Dêra Kapuçîn, bermahiyên aîdî gorên Xirîstiyan û Misilmanan derketin holê hatiye rawestandin.
CEMATA SURYANIYAN: EM DIXWAZIN BÊ PARASTIN
Serokê Desteya Rêveberiya Cemata Suryaniyan Îliye Kirilmaz têkildarî mijarê axivî û got wêneyên di destî wî de yên berê heyîna dêrê ya li vê herêmê dide nîşandan. Kirilmaz da zanîn ku di salên 1950'î de ev dêr hatiye hilweşandin û tenê rikinê dêrê mane û got: "Bi vê xebata 'nûjenkirinê' re carek din dîrok derket ser rûyê erdê. Lazim e ev herêma hat kolandin bê parastin. Parastina li vir elzem e. Ji bo vê herêmê bikin meydan hat hilweşandin. Ser bermahiyan bi betonê dane girtin. Di bin meydanê de Dêra Kapuçîn, gorên aîdî Suryanî û Misilmanan û Bîra Dayika Meryem ku jê re bîra şîr tê gotin hene. Heta beriya 60 salan dayikên şîrê wan kêm bû diçûn ava wê bîrê vedixwarin ku şîrê wan zêde bibe û zarokên xwe bi mijînin. Piştî wê avê vedixwarin şîr didan zarokên xwe. Ji bo bîr dîsa bê bikaranîn û derketina wê kelecanê da me. Hem gorên sivîlan û hem jî yên dêrê dê derkevin. Sitûnên dêrê hene. Dêr aîdî Katolîkên Suryaniyan e."
MA / Ahmet Kanbal