WAN - Sînan Salhan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê di greva birçîbûnê de ye got: "Heta tecrîd bê şikandin bedela wê çi dibe bila bibe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Me xwe ji bo serkeftina tekez amade kiriye."
Çalakiya grevên birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullh Ocalan li girtîgehan berbelav dibin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û li 67 girtîgehan çalakiya ji 317 zêdetir girtiyan didome. Sînan Salhan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê girtî ye ji 8'ê çile ve di greva birçîbûnê de ye û bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û der barê grevê de agahî dan.
'ROJ BI ROJ, MIL BI MIL SERKEFTIN PÊKAN E'
Salhan bal kişand ser giraniya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Tecrîd nemirovî, nehiqûqî û newîjdanî ye. Ez bi ruhê 14'ê Tîrmehê hevalên xwe yên di grevê de ne silav dikim. Heta tecrîd neyê şikandin bedela wê çi dibe bila bibe em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Bedelê wê çi be ji bo dayînê em amade ne. Me xwe ji bo serkeftinek tekez amade kiriye. Em ê tecrîdê rakin û Kurdistanê azad bikin. Ji gelê me daxwaza me ew e ji 7 salî heta 70 saliyan ji destê kî çi tê bila bike. Hemû mirovên dibêjin ez xwedî wîjdan û doza mafên mirovan û demokratîk dikim bila mil bidin milê têkoşîna mirovahiyê. Roj bi roj wê ev berxwedan bi ser bikeve. Heta serkeftinê wê çaalkiya me dewam bike."