ENQERE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ji bo Leyla Guven daxwaznameya 50 roj berê da Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hêj bersiva wê nehatiye dayîn.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo rewşa Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye daxwaznameyek da Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê. Beştaş bi bîr xist ku berpirsyariya dewletê heye ku hewl bide mirovan bide jiyandin û da zanîn ku 50 roj bi ser daxwaznameya wê re derbas bû hêj kes bersiv nedaye daxwaznameya wê. Beştaş got: "Hikumet leyîstika xwe sê meymûn dewam bike jî dê nikare ji berpirsyariyê xwe rizgar bike." Beştaş anî ziman ku hikumet bi zanebûn bersiva daxwaznameyê û got: "Bi zanebûn hilnadin rojeva xwe."