ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê bi dirûşmeya “Ji bo em mafê xwe û xeyalên xwe bijîn û bidin jiyandin, di 8'ê Adarê de li qadan in" amadekariya 8'ê Adarê dikin. Meclîsa Jinan dê di çalakiyan de balê bikişîne ser tecrîdê û grevên birçîbûnê.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îsal 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşmeya “Ji bo em mafê xwe û xeyalên xwe bijîn û bidin jiyandin, di 8'ê Adarê de li qadan in" pêşwazî dikin. Meclîsa Jinan dê di çalakiyan de balê bikişîne ser tecrîdê û grevên birçîbûnê. Jin dê ji 1'ê adarê heta 8'ê Adarê li qadan bin. Ji 1 heta 8'ê Adarê dê hefteyekî li qadan şahiyan, meş û xwepêşandanan pêk bînin.
DÊ JI JINÊN GIRTÎ RE KARTAN BIŞÎNIN
Meclîsa Jinan dê bi minasebeta 8'ê Adarê li Tirkiye û herêmê meş, xwepêşandan, mîtîng û şahiyên cuda pêk bînin. Dê ji jinên girtî re kartan bişînin. Dê malan ziyaret bikin û li gelek navendan jin bên cem hev. Jin armanc dikin ku di hemû xebat û çalakiyan de mijarên sereke tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên li dijî tecrîdê derxin pêş û balê bikişînin ser daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 111 rojin di greva birçîbûnê de yû 328 girtiyên siyasî yên di grevê de ne.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku 8'ê Adarê dê "Di serdemek dîrokî" de pêşwazî bikin û wiha got: "Li aliyekî grevên birçîbûnê hene. Li aliyekî xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî he ye. Em 8'ê Adarê di pêvajoyek wisa dîrokî de pêşwazî dikin. Îsal 8'ê Adarê ji her sal cudatir e. Ji ber ku çalakiya greva birçîbûnê bi berxwedana jinê dest pê kiriye. Hemû çalakî û şahiyên me dê li ser vê esasê pêk bên."
Taşdemîr, da zanîn ku tundiya li dijî jinê, xizanî û destdirêjî roj bi roj zêdetir dibe û wiha bi dawî kir: "Herî zêde jin bedela tundî, destdirêjî û xizaniyê dijîn. Ji ber vê yekê herî zêde jin berpirsiyariyê didin ser milê xwe. Ji bo me greva birçîbûnê di heman demê de daxwaza demokrasî aştî û çareseriya pirsgirêkên civakî ye. Ji milê jinan ve bilindkirina vê têkoşînê û hewldanên şikandina tecrîdê, bi têkoşîna Leyla Guven gav hatine avêtin. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê wekî gihiştinek dîrokî em digirin dest. Ev pêkanînên îktîdarê ji bo jinan talûkeyekê ava dike. Hebûna AKP'ê ji bo pêşeroja jinan talûke ye. Jin bi vê zanînê derdikevin kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de dakevin qadan û tev li şahî û çalakiyan bibin. Em dixwazin jin hem vîna xwe û hem jî demokrasiya herêmî biparêzin."