MÊRDÎN - Ji parêzerên Doza Nisêbînê Erdal Kûzû, biryara cihêkirina dosyeyan a şandiya dadgehê nirxand û got: “Ev biryar dê rê li pêşiya mezinbûyîna mexdûriyetên girtiyan veke û tu eleqeya wê bi hiqûqê re tuneye.”
6'emîn danişîna doza Nisêbînê ku 53 kesên di qedexeya derketina derve ya 26'ê Gulana 2016'an de ji navçeyê hatin tahliyekirin û girtin tên darizandin, di bin dorpêça polîsan de, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat. Ji 53 kesên ji dozê tên darizandin ku derbarê wan de cuda cuda "muebeta giran" tê xwestin 8 jê jin bi giştî 40 kes duh anîn salonê.
Ji ber ku bi hinceta li salonê cih tune û tenê destûr dan girtî û parêzer derbasî salonê bibin û di navbera wan de jî leşker hatin bi cihkirin nîqaş derketin. Li ser vê biryarê girtiyan bertek nîşan dan û got, "Heta malbat neyên salonê em parastinê nekin.” Li ser vê heyeta dadgehê berî ku daneşîn bê destpêkirin navber da. Heyeta dadgahê piştî navberê, derbarê dosyeyê de biryara cihêkirinê da û ji girtiyan re got; “Madem ku hûn dibêjin ‘Çima malbat nayên salonê, mafê darizandina adîlane tê îhlalkirin û leşker hene’ em jî weke we difikirin. Ji ber vê heyê emê dosyeya her kesê ji hev cihê bikin.”
Komek parêzeran ev biryara dadgehê weke “Bertekek ji derveyî hiqûqê derketin” nirxandin û bi îdîaya “Erka xwe xirab bi kar anîn û sextekarî kirin” derbarê heyeta dadgehê de serlêdana sûc kirin.
'ELEQEYA WÊ BI HIQÛQÊ RE TUNEYE'
Ji parêzerên dosyeyê Erdal Kûzû, derbarê biryara heyeta dadgehê dayî de axivî û wiha got: “Divê hemû nav beyî ku ji hev bên veqetandin, bi hevre bên darizandin. Ji ber ku darizandinek komiye, divê hemû delîl bi hevre bên nirxandin û darizandinek komî çêbe. Hîna jî me fêm nekiriye ku dadgehê çima û ji bo çi biryareke wiha da. Di encamê de mafê hemû malbatan jî heye ku danişînê bişopînin. Tenê li ser vê yekê nabe ku dosye ji hev bên cihê kirin û tu eleqeya vê bi hiqûqê re nîne.”
‘EV BIRYAR BERÊ HATIBÛ DAYÎN’
Kûzû, diyar kir ku ya rastîn ev biryar, mafê darizanina adîlane careke din bin pê dike û wiha bilêv kir: “Ev doz dozeke taybete. Sûcên li ser girtiyan tên îdîakirin, sûcên pir cîdîne. Ji bo ku rastî derbikeve holê, divê darizandinek adîlane bê kirin. Helwesta dadgehê bi bertek û reaksiyon bû. Ev biryar berê hatibû dayîn. Ji hev cihêkirina dosyeyan û yek bi yek darizandina kesan, li dijî Kanûna Dadgeha Ceza (CMK) a yê ye.”
‘DÊ RÊ LI MEXDURIYETEK MEZIN VEKE’
Kûzû, dest nîşan kir ku ev biryar li dijî pêvanên darizandina adîlaneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne mimkuneke darizandinek wiha bê kirin. Bi vê darizandinê dixwazin tiştên li Nisêbînê hatin jiyîn, ser bigirin. Ev tê wateya ser dosyeyê bigirin û darizandina kesên girtî dirêj bikin. Dosya heya cihekê hat. Kêsên tên darizandin jî girtîne. Em bi girtineke sînoran derbas dike re rû bi rû ne. Ev dê rê li ber mexduriyetên mezintir veke. Divê ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin û darizandinek adîlane bê kirin. Ji bo vê emê îtîrazî dadgehe bilindtir bikin.”
MA / Berîvan Altan – Ahmet Kanbal