COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan, ji gelê Bajaroka Xirvatê re name şandin û bang kirin ku li dora namzetên hevşaredariya xwe kom bibin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ên ji 2 salî zêdetire li Girtîgeha Tîpa F Edîrneyê tên girtin, ji bo gelê Bajaroka Xirvatê ya navçeya Gever a Colemêrgê name şandin. Demîrtaş û Zeydan, di name bi rêya parêzerên xwe re şandin de bal kişandin ser girîngiya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê bê lidarxistin û bang li jin, ciwan û gelê bajaroka ku 2 hezar û 111 hilbijêrên wê hene kirin ku xwedî hevşaredariyên xwe derkevin.
BANG LI JIN Û CIWANAN KIRIN
Demîrtaş û Zeydan, di nameya şandin de wiha gotin: Divê hûn xwedî namzetên Hevşaredariya HDP’ê ya bajarokê Gulcan Ceylan û Emîn Bûlgan derkevin û li dora wan bibin xelek. Xwişk û birayên me yên pir hêja yên gelê Xirvatê. Hilbijartina herêmî ya li pêşiya ma dê me hemûyan keyfxweş bike. Em di wê baweriyê dene ku hûnê seknek birûmet nîşan bibin û li dora namzetên hevşaredariya xwe Gulcan Ceylan û Emîn Bûlgan kom bibin. Bi taybetî divê hevalên me yên jin û ciwan ji bo serkeftinê bi dil û can bixebitin. Ji bo agahiyên xweş em li benda wene û ji were serketinê dixwazin. Bi silav û heskirin Selahattîn Demîrtaş-Abdullha Zeydan.”