WAN - Namzetên Hevşaredariya HDP'ê bertek nîşanî nûçeyên Ajansa Anadolu ku hevşaredar kirin hedef û amad kirine dan. Namzetên HDP'ê diyar kirin ku ev nûçeyên AA. amade kirine bi agahiya Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu hatiye amadekirin û wiha gotin: "Suleyman Soylu çi bêje AA jî wê dike nûçe."
Ajansa Anadolu (AA) li dijî namzetên HDP'ê nûçe çêkir û namzetên HDP'ê bi sucdariya terorê tawanbar kir. AA. bi nûçeyên înfografik nûçe amade kir û serwîs kir. Piştî vê yekê bertekên li dijî AA zêde dibin. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Namzetê Hevşaredariya Navçeya Tuşba Yilmaz Berkî û Namzeta Hevşaredariya Navçeya Erdîşê Yildiz Çetîn bertek nîşanî AA dan û diyar kir ku bi vê yekê dixwazin aqilekî ava bikin.
Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, anî ziman ku li ser vê nûçeyê pir serê xwe êşandine û wiha got: "Piştî Erdogan û wezîrê wî gotin 'Emê qeyûm tayîn bikin' ev nûçe hat amadekirin. Qeyûm darbeya herî mezin a li dijî demokrasiyê ye. Tu aliye rewa yê qeyûman tune ye. Em şaredariyan ji destê qeyûm derxin dê ji bo demokratîkbûna Tirkiye gelek bi xêr be. Em têkoşîna serkeftinê didin. Îro di nava gel de tu qîmeta qeyûm tune ye. Qeyûm dê biçin û gelê me dê bi ser bikeve."
'TENÊ DOZEK LI MIN VEBÛ, EW JÎ DEWLET MAHKUM BÛ'
Namzetê Hevşaredariya Navçeya Tuşba Yilmaz Berkî jî diyar kir ku AA, der barê wî de nûçeya bi ser navê "Danişîna doza ji sucdariya endamê rêxistine li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê heta 15 sal ceza hat vekirin didome." weşandin. Berki anî ziman ku dozek wisa tune ye û wiha got: "Tenê dozek li min hat vekirin. Di wê dozê de jî dewletê tazmînat da. AA her dem operasyona aqilekî nû ava bike pêş dixe. AA bi zanebûn ev nûçe ji cihekî serwîs kiriye. Gotina Suleyman Soylu û nûçeya AA yek e. Soylu çi gotiye AA. jî heman tişt nivîsandiye. Partiyek civakî, zagonî û hiqûqî weki partiya dijzagonî nişan didin. AA me hedef nişan dide. Em dê têkildari vê yekê mafê xwe yê hiqûqî û zagonî biparêzin. Gelê me her tiştê me dizane."
EM GAVAN PAŞVE NAVÊJIN
Namzeta Hevşaredariya Navçeya Erdîşê Yildiz Çetîn jî bertek nişanî AA da û wiha got: "Sernavê nûçeyê jî pir pêkenok e. AA dixwaze hişeki derûnî ava bike."