KOCAELÎ/ANTALYA - Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzê, daxwaza girtiyên di greva birçîbînê de ya wêne kişandinê nehat qebûl kirin. Li Girtîgeha Tîpa L a Antalya jî, pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbûnê de nayê girtin.
Berxwedan greva birçîbûnê ya 328 girtiyên li 62 girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destpê kirin, di roja 73’yemîn de berdewa dike. Her ku çalakiyên greva birçîbûnê mezin dibin, êrîşên rayedarên girtîgehê jî li ser girtiyan zêdetir dibin.
Girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê ku di greva birçîbûnê de ne û dixwazin ji bo ji malbatên xwe re bişînin wêneyên xwe bikişînin, lê daxwaza wan nayê bicihanîn.
PÎVANÊN ŞEKIR ÊN ÇALAKGERAN NAYÊ GIRTIN
Herwiha girtiyan diyar kir ku wêneyên di dema hevdîtina vekirî de bi malbatên xwe re kişandine jî nadin wan.
Li Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê jî hat diyarkirin ku gardiyan bi awayê provakatîf nêzî girtiyan dibin. Her çend ku pîvana tansiyonê û ya kîloya girtiyan tê girtin jî bi fermana Wezareta Dadê şekirê bedena gitiyan napîvin. Herwiha hat ragihandin ku ku teraziya girtî xwe pê diwazinînin jî xirabe ye û her roj kîloyê cuda cuda nîşan dide.
Hat ragihandin ku vîtamîna B12 jî di rojên dawî de didin girtiyan.