BÊDLIS – Li navenda Bêdlisê û navçeyên Tetwan û Norşinê ji 11 kesên hatin binçav kirin jê 4 kes hatin girtin.
Li navenda Bêdlisê û navçeyên Tetwan û Norşinê polîsan di 24'ê Sibatê de bi ser gelek malan de girtibûn. Polisan di serdegirtina malan de 11 kes hatibûn binçavkirin. Ji 11 kesên hatin binçavkirin 4 kes hatin girtin. Piştî lêpirsînê 11 kes sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê hevjînê Namzeta HDP'e ya Şaredariya Tetwanê Serap Çakmak Genç Malgir Çakmak, Cahit Kaçan, Îsa Erkoç kesekî din bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin Girtîgeha Bêdlisê.