AMED - Dikandarên jin, bertek nîşanî bazarvanên zilam ên xwestin li qada ji bo bazarvaniya jinan hatiye veqetandin bazarê danin dan û gotin, ewê destûr nedin ku qada wan a bazarê bê dagirkirin.
Li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, ji ber ku bazarvanên zilam xwestin li qada bazarê ya ji bo jinan hatiye veqetandin dezgehên xwe danin rageşî derket. Zilamên bazarvan, ên gotin qada ji bo wan hatiye veqetandin têra wan neke, hewl dan li qada ji bo jinan hatiye veqetandin dezgehên xwe danîn. Jinên ku di saetên serê sibê de li Cadeya Yenîhalê kom bûn, diyar kirin ku ewê destûrê nedin ku zilam li qada bazara wan dezgehên xwe danin û dest bi nobet girtinê kirin. Jinên ku bertek nîşanî zilamên xwestin di saetên serê sibê de bazara xwe danin dan, gotin ku ev qad ya wane.
Li ser vê yekê nîqaş dinava jin û zilam de derket û polîsên hatin cihê bûyerê mudaxileyê bazarvanan kirin. Balkêşe ku şaredariyê heya niha tu daxuyaniyê nedaye. Hat diyar kirin ku rayedarekê polîsan ji bo rageşiyê ji holê rabike ketiye navbera her du aliyan de.
Bazarvanên jin û zilam li cihê bûyerê radiwestin.