RIHA - Rojnameger Rohat Aktaş, Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl ên di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê de hatin kuştin, li ser gorên xwe ji aliyê malbat û rojnamegeran ve hatin bibîranîn.
Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê di 26’ê Sibata 2016’an de, di dema qedexeya derketina kolanan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînê de hat kuştin, ji aliyê malbat, heval û rojnameger ve li ser gora xwe hat bibîranîn.
Bîranîn li Goristana Şehîdgeha Kobaniyê ya Navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat lidarxistin. Malbata Aktaş, Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) Hakki Boltan, hevalên xebatê yên Aktaş, malbatên Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavûzel û Mazlûm Yeşîl, beşdarî bîranên bûn.
'CÎHAN JI WÎ FÊRBÛ'
Berdevkê OGÎ Hakkî Bultan, piştî deqeyek rêzgirinê axivî û got: “Di demeke ku hemû kes li cîhanê bêdeng mayî de, çapemeniya azad cesaretek mezin nîşan dide û rastiya digihîne ge. Rohat Aktaş jî, ji bo ku rastiyan ji gel re ragihîne, çû Cizîrê û canê xwe danî holê. Di saya Rohat Aktaş de rastiya li Cizîrê hat jiyîn ji gelên Tirkiyeyê re hat ragihandin. Ji ber xebatên wî yên bi cesaret em minetdarê wî û hevalên wîne. Xebata wî kirî, di dîroka mirovahiyê de, xebatek pîroze. Apê Mûsa ji bo hemû êrîş û zextan got êdî bese! Rohat jî bû şopdarê vê soza wî û ji bo xwe esas girt.”
'BILA CÎHAN HEMÛ ME BIBÎHÎZE'
Bavê Aktaş Ferît Aktaş piştî Boltan axaftinek kurt kir û wiha got: “Em dixwazin ku, Kurd, Tirk, Erep, Ermenî û hemû cîhan vê hovîtiya hat jiyîn bibînin. Îro Leyla Guven 111 rojin di greva birçîbûnê deye. Em bang li Serokkomar dikin. Êdî mirovên me, nêzî mirinê bûne. Ji bo ku em bijîn, em hene, ne ji bo mirinê. Bila hemû kesê vê wisan zanibe. Em dixwazin ku hemû cîhan dengê me bibihîzin. Gelo cîhan çima evqas bê denge?
Dayika Aktaş Lamîha Aktaş jî, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û wiha axivî: “DMME bi hinceta rêyên hiqûqî yên navxweyî bi dawî nebûne, doza Cizîrê red kir. Ger rêyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê bi dawî nebûne, wê demê çima faîlên zarokên me nayên dirizandin. Ji ber ku hemû rêyên hiqûqî li me hatin girtin, me serî li DMME da.”
Pîştî li ser gorên Mehmet Yavûzel, Mazlûm Yeşîl û Rohat Aktaş dua hatîn xwedin, ziyaretvan derbasî mala Aktaş bûn.