DERSÎM - Rêveberê HDP'ê Ozgur Yaşar Genç ê li Belçîkayê li sirgûniyê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin.
Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Navendî ya Dersîmê Ozgur Yaşar Genç (36) ku piştî der barê wî de doz hat vekirin û koçî Belçikayê kir, li Belçîkayê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Genç piştî anîn warê wî Dersîmê li Dersîmê defin kirin. Di merasima cenaze de rêveberên HDP'ê yên Dersîmê Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Dersîmê, rêveberên EMEP, SMF, ESP, CHP, Partizan û gelek partiyên siyasî amade bûn. Piştî cenaze defin kirin qurnefîl danîn ser gora wî.