STENBOL - Endamên Însiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin, xwestin li Gebzê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê rastî astengiya polîsan hatin.
Endamên Însiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, xwestin li Qada Kentê ya Gebzeyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Stenbolê Zuleya Gulum û gelek kes rêya wan ji aliyê polîsan ve hat birîn. Polîsan diyar kir ku qeymeqamtiya Gebzeyê daxuyanî qedexe kiriye. Gulum jî ji polîsan belgeya qedexeyê xwest, lê polîsan belge nîşan nedan.
'EV BIRYAREKE KEYFIYE'
Gulum, derbarê qedexeya polîsan de agahiyek kûrt da û wiha got: "Ji bo piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de, em li vê derê kom bûn. Em dixwazin ku li vî welatî aştî û azadî pêk were, kes nemire û em birev re bijîn. Me xwest ku em daxwazên hevalên me yên di greva birçîbînê dene, ji raya giştî re eşkere bikin. Lê qeymeqamtî destûr nade vê daxuyaniyê me. Biryara qedexe û astengkirinê ne rast e. Ev li dijî hiqûqê ye."
Piştî axaftina Gulum girse derbasî avahiya navçeyê ya HDP'ê bû.