HEWLER - Rewşa tenduristiya Nasir Yagiz ê 98 rojin li Hewlerê di greva birçîbûnê deye cîdiye. Yagiz baş nabîne û nabihîze.
Rewşa tenduristiya Nasir Yagiz ê 98 rojin li Hewlerê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbînê ya bêdem û bêdoveger deye, cîdiye. Her roja diçe rewşa tenduristiya Yagiz xirabtir dibe û organên bedena wî lewaz dibin.
Li gorî agahiyên bijîşkan, ji êvara Duşemê ve êşek giran ketiye zikê Yagiz, êdî nema baş dibîne û bi zorê dengan dibihîze. Bijîşkan, diyar kirin ku pirsgrêka Yagiz a dîtinê girantir dibe û wiha got: "Yagiz ev demek bû ku bi zorê radiza, lê di çend rojên dawî de êdî nikre razê. Danê sibehê jî bêyî alîkariya kesên ligel wî nikare ji nava nivînan rabe."
Yagiz ê rewşa tenduristiya wî giran bûye tedawiyê red dike û di çalakiya xwe de bi biryar e. Rewşa tenduristiya Yagiz a giran bûye rê li ber fikaran vedike.