ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN

* Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, diyar kir ku ew ê li Herêma Egeyê li hin bajaran bi namzetên xwe têkevin hilbijartinê li hin herêman jî piştgiriyê bidin hêzên demorasiyê. Çepnî, destnîşan kir ku taktîka sereke ya partiya wan xwe dispêre paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê. 

* Prof. Dr. Fatma Gok, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Berî bi derengî bikeve divê wateya têkoşîna Leylayê bê vegotin." 
 
* Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê, gardiyan Umît Akgumuş û Îsmet Taş ên di greva birçîbûnê de taciz kirin. Her wiha gardiyanan ji girtiyan re gotiye: "Tu dibê qey hûn ji bo Fenerbahçe ketine greva birçîbûnê." 
 
* Ozlem Soyler ku 74 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye nameyek şand û got: "Rengê êşê tune ye, lê rengê aştî, biratî, dostanî û demokrasiyê heye." Soyler, ji bo careke din trajedî neqewimin bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê derkevin. 
 
* Jinan, bilêv kir ku îktîdar bi bilêvkirina xwe ya mîlîtarîst cihêkarî û nefretê zêde dike û tekane rêya li dijî van polîtîkayan jî bi çalakiyan xurtkirina têkoşînê ye. 
 
* Resûl Ergun ku di Doza Nisêbînê de tê darizandin, doza heyî wekî "senaryoya lîstikekê" pênase kir û got: "Ji bo ser kuştinan, rûxandin û şewitandinê bigirin darizandineke wisa amade kirin. Lê bedêl çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê bitêkoşin." 
 
* Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal, destnîşan kir ku wê gelê bajêr di vê hilbijartinê de hesabê xiyalşikestina 15 salan ji AKP'ê bipirse. Her wiha Unsal, ji bo piştgiriya HDP û CHP'ê jî got, ev ji bo pêşerojê cihê hêviyeke mezin e. 
 
* Desteya Hilbijartinê ya Bajêr, di 25'ê Sibatê de namzetiya Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Êlihê red kir û di heman rojê de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Ozdemîr got: "Li qadê polîtîkayên çewisîner hene. Lê em ne li bendî tiştekî wisa bûn." 
 
* Li navçeya Pîranê, Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê biryar dabû ku sindoq bên veguhastin. Desteya Hilbijartinê ya Bajêr jî biryara desteya navçeyê red kir. Lê desteya navçeyê dîsa biryar da ku divê sidnoqa bên veguhastin. Li ser vê HDP'ê îtiraz kir û YSK'ê jî ji bo biryara desteya hilbijartinê ya navçeyê got "bêqanûntî ye" û biryar betal kir. 
 
* Dadgehê biryar dabû ku meleyê fexrî yê mezrika Îsa Axa ya Cizîrê weazan nede. Di ser vê qedexekirinê re 10 meh derbas bûne, lê hîn jî meleyekî bikadro ji mezrikê re nehatiye şandin ji bo vê yekê jî wekî hincer hat gotin "cihê mayînê" tune ye. 
 
* Dadgehê biryar da ku betalkirina bicihkirina mamoste S.A. ya ji ber agahiya îstîxbaratê li dijî hiqûqê ye. Dadgehê parast ku li gorî agahiyên îstîxbaratê bicihkirina mamoste nayê betalkirin. 
 
* Rêxistina HDP’ê ya Amedê, dê xebatên hilbijartina herêmî ya 31’Adarê bê lidarxistin berdewam bike. 
 
* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê dikandarên hala fêkî û zerzewatan a li Esenler ziyaret bike. (08.00) 
 
* Danişîna doza darizandina polîs Fatîh Dalgali yê di dema çalakiyên Parka Gaziyê de Berkîn Elvan kuşt, dê li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00) 
 
* Gelek saziyê parastina mafê mirovan, dê têkildarî îdîanameya di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Parka Gezî ya derbarê 16 kesên karsaz Osman Kavala jî di navde hat amadekirin de, li salona Konferansê ya Aynali Geçît a beyogluyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)
 
* Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê, dê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê d, li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne.  (11.00)
 
* Bi armanca piştgirî dayîna grevên birçîbînê yên li girtîgehan, dê çûyîn li ber girtîgeha Mêrdînê pêk were û li Şirnexê jî dê ji bo girtiyan kart bên şandin. (10.00-11.00)
 
* Danişîna doza Gerînendeyê Giştî yên Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê yê Tirkiye Erol Onderoglu û nivîskar Ahmen Nesin dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
 
* Platforma Jinan a Enqerê, dê têkildarî bernaya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Mulkiyeler Bîrlîgî civîna çapemeniyê  li dar bixe. (11:00)
 
* Şaxa Tumbel-Sen a Amedê, dê derbarê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya ji hilbijartinê re çend roj mayîn, dest bi girtina 400 personelan kir de, li avahiya şaxê civîna çapemeniyê li dar bixe (12.00)
 
* Şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê, dê derbarê mizgefta li Orman Parkê bê çêkirin û suxme kirina daristanên bajêr a herêma jor a Bûlwara Mahabad de, li şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
 
* Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin, dê bi parastina Tufan Îlbaş ê girtî berdewam bike. (14.00)
 
* HDP, di çarçoveya xebatên hilbijartina 31’ê Adarê de, dê li navçeya Qoser a Mêrdînê û Şirnexê buroyên hilbijartinê veke. (14.00 - 15.00)
 
* Meclîsa Jinan a HDK’ê, dê derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhan de, li Qada Khalkedon a Kadikoyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (19.00)
 
* Platforma Hevpar a Mafê Mirovan (ÎHOP), rapora bi ser navê “Bandora Xumama Qanûnên Têkoşîna li dijî  Terorê ya li ser Azadiya Raman” a amadekirin, dê di paneleke li Otelekê li dar bixin de, ji raya girştî re eşkere bike. 14:00-16:30)
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe