Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye

  • rojane
  • 09:18 27 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL – Ozlem Soyler ku 74 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye nameyek şand û got: "Rengê êşê tune ye, lê rengê aştî, biratî, dostanî û demokrasiyê heye." Soyler, ji bo careke din trajedî neqewimin bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê derkevin. 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya 331 girtiyî jî didome. 
 
Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê Ozlem Soyler ku ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand. 
 
ÇALAKIYEKE ZEHMET
 
Soyler, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê li gelek deverên cîhanê bi sedemên polîtîk tên kirin û piştî ew daxilî vê çalakiyê bûye xwe wekî "endamê cîhana demokratîk" hîs dike. Soyler got: "Tevî gelek mînakên li cîhanê, di dîroka Komara Tirkiyeyê de jî li zindana Amedê di sala 1981'ê de şoreşger xwedî li rûmeta cîhanê derketin û bi çalakiya xwe bûn rêya azadiyê. Çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke zehmet e. Ji bo hemêzkirina vê zor û zehmetiyê divê mirov pêşî bawer bike ku wê mirovatî bi awayekî aştiyane bijî." 
 
Soyler, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser hemû civakêî siyaset, jin û hiqûqê tê pêkanîn û got: "Grava Îmraliyê, proto-tîpa civakekê ye ku pergala dewletê xwe lê diceribîne. Tiştên li wir pêk tên li civakê tên ferzkirin. Lê Birêz Ocalan hay ji vê heye û loma li ber xwe dide. 21 sal in li ber xwe dide. Loma ji bo ev tecrîd bi dawî bibe me dest bi çalakiyeke wisa kir. Ger tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û dewlet di çarçoveyeke hiqûqî û ehlaqî de qanûnên xwe pêk bîne wê polîtîkaya tecrîdê, Rewşa Awarte jî bişikê." 
 
‘HETA TECRÎD NEŞIKÊ WÊ DEWAM BIKE' 
 
Soyler, bilêv kir ku heta tecrîd ranebe wê çalakiya wan dewam bike. Solyer, destnîşan kir ku ger hikûmet dawî li tecrîdê bîne ew ê jî çalakiya xwe bi dawî bikin û got: "Lê ger gav neyên avêtin û ev yek dewam bike, em zanibin em ê bimirin jî dîsa em ê dev ji çalakiya xwe bernedin. 
 
Soyler, diyar kir ku 74 roj in di grevê de ye lê belê dîsa jî moralê wê xurt e û got: "Lê belê ji ber grevê bêhaliyek çêbûye. Vîtamîna B1 nayê dayîn. Vîtamîna B12 tê dayîn. Heta niha em ji aliyê bijîşkên pispor an jî bijîşkên serbixwe nehatine muayenekirin. Gardiyanên ku peywira hemşîereyan girtina her roj tên li kîlo û tansiyona me dinerin. Bijîşkê revîrê heta 20 rojan jî nehat. Carinan tê û tenê dibêje 'hûn çawa ne?'" 
 
‘EM BI HEV RE BIJÎN' 
 
Soyler bang li raya giştî jî kir û got: "Divê civaka Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê rewşa me fam bike. Ev çalakî tê wateya ku ew ê bi awayekî aştiyane û bi hev re bijîn. Divê biratiya herdu gelên qedîm ku bi hezaran sal in bi hev re dijîn nebe qurbanê polîtîkayên dewlet û hikûmeteke demborî. 40 sal in herdu hêl jî pir êşiyan û bedêl dan. Rengê êşê tune ye, lê rengê aştî, biratî, dostanî û demokrasiyê heye. Ev reng jiyan bi xwe ye. Werin em bi hev re bijîn. Cenazeyên Denîz Gezmîşan, Mahîr Çayanan, Kemal, Mazlûm û Xeyriyan ji van girtîgehan derketin. Daxwaza me ji raya giştî ev e ku berî trajediyên mezin biqewimin bibin dengê vê çalakiyê. Em kurd in, tirk in, ermen û laz in. Wexta em bi hev re bin em xwişk û bira ne. Ev tecrîd nahêle em guh bidin hevdu, nahêle em hevdu fêm bikin. Divê herkes bibe yek û vê tecrîdê bişikîne." 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe