Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye

  • rojane
  • 09:20 27 Sibat 2019
  • |
img

MÊRDÎN – Resûl Ergun ku di Doza Nisêbînê de tê darizandin, doza heyî wekî "senaryoya lîstikekê" pênase kir û got: "Ji bo ser kuştinan, rûxandin û şewitandinê bigirin darizandineke wisa amade kirin. Lê bedêl çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê bitêkoşin." 

Piştî li Nisêbîna Mêrdînê di 14'ê Adara 2016'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin, di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kes ji navçeyê hatibûn tahliyekirin. Kesên ji navçeyê hatin tahliyekirin hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Piştî 2 salan, du îdianame hatin amadekirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Piştî îdianame hat qebûlkirin darizandin jî dest pê kir. Zarokên hatin girtin ji ber temenên wan, danişîna wan bi awayekî girtî tê kirin û heta niha 7 caran derketine pêşberî dadger. 53 kesên din jî heta niha 6 caran derketine pêşberî dadger. 
 
Yek ji kesên di dozê de tê darizandin jî Resûl Ergun e. Ergun, der barê tiştên qewimîn, darizandin û helwesta girtiyan de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
'NE ŞIDET, WEHŞET E'
 
Ergun, diyar kir ku ji roja hatine binçavkirin heta niha tên îşkencekirin û divê ev pêvajo wekî şidetê neyê bilêvkirin, wekî wehşetê bê bilêvkirin. Ergun got: "Wekî gelek hevalên xwe ez jî birîndar bûm. Ji stuyê xwe, mil û lingên xwe birîndar bûm. Heta niha em qet nehatine tedawîkirin. Diviya roja ewil bihata kirin. Ez birîndar bûm. Min û 4 hevalên min ji ber kamerayan birin devereke din û em serdevkî dirêjî erdê kirin û ji paş ve destên me kelemçe kirin. Paşê li me dan. Dû re em birin dibistaneke ku veguherandibûn baregeha leşkerî. Ev nêzîkatiya derî mirovahiyê heta wir dewam kir." 
 
Ergun, bilêv kir ku paşê wan birine jêrzemîna dibistanê û dema wan dadixistin jêrzemînê heqaret li wan dikirin, li wan didan û got: "Lê belê îşkence û wehşeta sereke niha dest pê dikir. Te digot qey zewqê distînin. Di dema vê wehşetê de min kir qîrîn, ev yek bala wan kişand û vê carê li deverên min ên hesa û bi taybetî jî li deverên min ên birîndar dan. Ev yek bi qundaxa çekan, bi pense û amûrên bi vî rengî dihat kirin. Bênavber li me didan. Ê di westiya diçû, yekî din dihat."
 
Ergun, diyar kir ku hêzên dewletê wêne û dîmenên wê wehşetê digirtin. Ergun, anî ziman ku ji ber birîna wî nû bû û necebirî bû tim xwîn jê dihat û piştî demekê ew ji ser hişê xwe çûye. Ergun, da zanîn ku ew du rojan li wê jêrzemînê mane û hevalên wî gotine wexta ew ji ser hişê xwe çûye jî îşkence dewam dikir. Ergun, anî ziman ku paşê wan bi wesayîteke zirxî birine emniyeta Nisêbînê û di dema çûyînê de jî dihatin îşkencekirin. Ergun got: "Vê carê POH û JOH ketin dewrê û ev wehşet bi versiyoneke din dewam kir. Li emniyetê jî heman muamele dewam kir. 3 soran li ser hev kî hat heqaret kir û îşkence kir. Piştî 3 rojjan şûnde, em birin Nisêbînê. Dozgerekî ku nig avêtibû ser nig û di dest de tizbî bêyî tiştekî bipirse biryara girtina me da û em hatin girtin. Lê ev pêvajo li zindanê jî dewam kir. Ji wê rojê heta niha em hem di warê derûnî hem jî di warê fizîkî de bi şidetê re rû bi rû ne." 
 
'SENARYOYA LÎSTIKEKÊ YE' 
 
Ergun, ji bo pêvajoya darizandinê jî destnîşan kir ku îdianameya hatiye amadekirin, ne îdianame ye senaryoya lîstikekê ye û got: "Di her danişînê de hem me hem parêzerên me me tim anîn ziman. Li ser medyaya civakî û di dîmenên kamerayan de ev yek heye. Ya ku hêêzn dewletê û dewlet li me dike sûc e û ev dîmen belgeya van sûca ye. Yanî li dijî qanûna bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tev digerin. Ev nayên hesibandin. heyeta dadgehê jî dibe hevkarê vî sûcî û vê bêhiqûqîtiyê. Ev belgeyên aşkere ne ku neheqî li me tê kirin." Ergun, bilêv kir ku dDi îdianameyê de jî tiştekî li gorî aqilan û matiqê tune ye û got: "Îdianme senaryoya lîstikekê ye. Heyeta dadgehê jî listikvanê wê ne. Eywana danişînê jî sahne ye. Ev darizandin, darizandine ku îktîdara faşîst dixwaze pê ser kuştin, rûxandin û şewitandina zarok, ciwan, jin û extiyarên li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û deverên din ên Kurdistanê bigire. Ev îdianame ji bo vê hatiye amadekirin." 
 
'DIXWAZIN BERXWEDANA GELAN BEREVAJÎ BIKIN'
 
Ergun, anî ziman ku wan di hemû danişînan de bilêv kiriye ku tu daxwazek wan û hêviyek wan ji dadgehê tune ye û got: "Bi taybetî dixwazim vî tiştî bibêjim; dixwazin di doza Nisêbîne de, di şexsê me de berxwedana gelê kurd a li kurdistanê, daxwaza azadiyê ya gelên Tirkiyeyê û berxwedanên bêhempa pûç bikin. Her wiha dixwazên bi vê plana xwe bi gelên Tirkiye û Kurdistanê çok bidin şikandin û wan teslîm bigirin. Di dîrokê de jî eyan û beyan e ku serdest dixwazin dîroka berxwedanê ya gelan berevajî bikin. Niha ya tê kirin jî ev e. Jixwe heqîqet li holê ye û pir aşkere ye. Nikarin rojê biseyînin. Em li cem gelê xwe ne û wê helwesta me, sekna me planên îktîdara faşîst pûç bike. Loma hem daxwza min hem ya hevalên min û hem jî ya gelê me; rêveberiryeke xwe bi xwe ye. Em ê tu carî doa daxwazeke şexsî nekin. Ev ne ehlaqî ye." 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Ergun, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî û got: "Berî her tiştî tecrîda di şexsê Ocalan de li ser gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn de tê pêkanîn şermezar dikim. Her wiha komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo jî şermezar û lanet dikim. Niha bi pêşengiya hevrê Leyla Guven berxwedanek heye. Paşê ev berxwedan li zindanên T.C. û Kurdistanê bi ruhê Zindana Amedê derket holê. Bi vê jî nema, agirê vê berxwedanê xwe berda derve jî. Zarokên agir û rojê careke din rabûn ser piya. Niha li her derî meşaleya berxwedanê dîsa bilind dikin. Ez û hevrêyên xwe berxwedana zarokên Kawa û milîtanên Rêber Apo yên serî natewînin silav dikin û bi rêzgirî bejna xwe ditewînin. Em bawer dikin ku em ê bi vê berxwedanê bi ser bikevin. Wekî hevrê Leyla Guven gotî; divê hem gelê kurd, hem gelê tirk, heê gelên bindest, şervanên azadiyê û girtiyên azadiyê di vê pêvajoya dîrokî xwe xwe rexne bikin. Armanca tecrîdê, tunekirina deng û hêviya gela ye." 
 
Herî dawî Ergun got: "Bedêl çi dibe bila bibe, em ê di vê rêya azadî û biratiyê de serî netewînin û çi bikeve ser milê me em ê bikin. Wekî fermandarê nemirê ê Nisêbînê Xebatkar gotî; Tovên berxwedanê ketine nav xwîna me. Me hêviya azadî, bawerî û serketinê ku dê qet neyê jibîrkirin li zarokên cîhanê peyda kir. Di siberojan de em ê tevî wan mezin bibin. Zû an deren, teqez em ê bi ser bikevin." 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe