Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse

img

SEMSÛR – Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal, destnîşan kir ku wê gelê bajêr di vê hilbijartinê de hesabê xiyalşikestina 15 salan ji AKP'ê bipirse. Her wiha Unsal, ji bo piştgiriya HDP û CHP'ê jî got, ev ji bo pêşerojê cihê hêviyeke mezin e. 

Namzetê Partiya Saadetê yê Semsûrê Ahmet Farûk Unsal ku dê HDP û CHP jî piştgiriyê bidinê got: "Gelê Adiyamanê ji sala 2002'yan ve bi awayekî zêde destek daye partiya îktîdarê. Lê belê, dema em li xizmeta heyî dinerin, li gor vê destekê ne tu tişt e. Yanî 15 sal in xiyalşikestî ye. Wê gelê Semsûrê, di sindoqan de hesabê 15 salan bipirse." 
 
‘SEMSÛRÎ JI BO ZILMÊ BIŞIKÊ BÛN YEK' 
 
Unsal, anî ziman ku li Semsûrê ger CHP, HDP û SP bi namzetên xwe biketana hilbijartinê wê encamek nehatan girtin. Unsal, anî ziman ku ji navendên giştî yên partiyan û rêxistinên bajêr bêtir, gelê Semsûrê di warê yekîtiyê de li hev kiriye. 
 
Unsal got: "Yekparebûn, di dilê gel de pêk hat. Gel got em nazmetekî wisa nîşan bidin ku hem em ji derdora AKP'ê deng bigirin hem jî ji CHP, HDP û SP'ê. Yanî wexta li namzetê xwe binere, diviya perçeyek ji xwe tê de bibîne. Loma tiştek wiha kir. Ji ber ez jî qaneh bûm ku ev fikra gelê Semsûrê fikreke rast e û loma min namzetiya ji SP'ê qebûl kir. Di vî warî de tê dîtin ku pêdiviya hatina cem hev peyda bûye. Ev pêdivî jî ev e; AKP, bajarê me û welatê me bi awayekî partîzanî û bêedaletî bi rê ve dibe. Gelê me hay ji vê rewşê heye. Ev rewş bû sedema yekîtiyê. Di vir de hêviyeke mezin heye. Ger em di her şert û mercî de cudatiyên xwe deynin kêlekekê û bên cem hevdu, wê ev hem ji bo herêma me hem jî ji bo bajarê me bibe cihê hêviyeke mezin." 
 
‘WÊ SEMSÛR DI SINDOQÊ DE HESABÊ 15 SALAN BIPIRSE' 
 
Unsal, bi bîr xist ku AKP 17 sal in welat û 15 sal in jî Semsûrê bi rê ve dibe. Unsal, diyar kir ku ger li Semsûrê û li welat kar ne têkûz be, berpirsiyar jî hikûmet e. Unsal, destnîşan kir ku pirsgirêkên sereke yê Semsûrê nehatine helkirin û her wiha rewşa betalî, bihabûn, enflasyon, tûtin û çandinuyê li holê ye û ev yek jî ji ber guhnediriya îktîdarê ye. Unsal got: "Gelê Semsûrê ji sala 2002 ve ye destekeke mezin dide vê îktîdarê. Lê belê beramberiya vê destekê xizmeta hatiye kirin pir kêm me. Helbet hin tişt hatine kirin. Lê belê, dema em desteka hatiye dayîn û tişta hatiye kirin didin ber hevdu, em dibînin ku ya hatiye kirin pir kêm e. Semsûrî jî hay ji vê hene. Di 15 salan de xiyalşikestineke pir mezin çêbûye. Wê gelê Semsûrê di sindoqê de hesabê 15 salan bipirse. Wê gelê Semsûrê, di vê hilbijartinê de bersiveke baş bide AKP'ê. Êvara 31'ê Adarê wexta sindoq bên vekirin em ê bibînin ku hem li Semsûrê hem jî li tevahiya Tirkiyeyê wê guhertineke mezin çêbibe." 
 
‘EM Ê POTANSIYELA ABORÎ DERXÎNIN HOLÊ' 
 
Unsal, anî ziman ku wexta ew bên ser kar ew ê di warê aborî de potansiyela Semsûrê derxin holê û ji bo vê yekê jî ji dil û can bixebitin. Unsal, diyar kir ku ew ji bo pîşesaziyê û çandiniya avî kooperatîfan ava bikin û ew ê hewl bidin ku bajar di warê aborî de pêş bikeve. Unsal, bilêv kir ku ji bo ciwanên betal ew ê kursên pîşeyî û kursên zimanê biyanî vekin. Unsal got: "Yanî em ê pitansiyela aborî derxînin holê û qadên îstihdamê çêbikin. Hikûmetê baca tûtinê ya ji derveyî welat tê daxist sifirê. Lê li ber tûtina me astengiyên mezin hene. Helbet şaredarî ne cihê qanûnçêkirinê ye û heta ev qanûn hebe wê tûtinfiroş nikaribin tiştekî bikin. Lê ger cotkar di vê hilbijartinê de îktîdarê baş hişyar bikin, wê Semsûrê bêhnê bistîne." 
 
Unsal, anî ziman ku turîzma Semsûrê tenê ne Çiyayê nemrûdê ye, li Semsûrê gelek deverên dîrokî û çandî hene. Unsal destnîşan kir ku ew ê hewl bidin ku vê potansiyela turîzmê derxînin holê û turîzmê pêş bixin. 
 
‘SOKAKLARDAN YÖNETECEĞİZ’
 
Unsal, anî ziman ku ne gelê Semsûrê ne jî ew nizanin şaredarî çi qas deyndar e û got: "Wê di dema rêveberiya me de, rêveberiyeke şefaf hebe. Em ê şaredariyê ne li odeya şaredara li kuçe û taxan bi rê ve bibin. Em ê li taxan meclîsan ava bikin û li wir em û gel em ê li hev bicivin û pêdiviyên li wir li cihê cih tespît bikin û dest bi xizmetê bikin. Wê semsûrî hemû hay ji rewşa darayî ya şaredariyê hebe. Li Semsûrê, sunî û elewî di nav hev de dijîn. Em çi qas piştgiriyê bidin mizgeftan em ê ew qasî bidin cemxaneyan jî. Çimkî em li Semsûrê di nav hev de dijîn. Budçeya şaredariyê budçeya me hemûyan e. Çi qas mafê suniyan hebe ew qas jî yên elewiyan heye. Bila di vî warî de tu şik û gumanên kesî ttune bin." 
 
MA / Muhamed Abdulkadir Esen
 
 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe