'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'

  • rojane
  • 09:24 28 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL – Necla Atak (23) ku li dijî tecrîda li Îmraliyê 75 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek şand. Atak got: "Wê faşîzmê bi bilindkirin û xwedîderketina li vê berxwedanê bişikê."

Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 113'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li 67 girtîgehan jî 331 girtî di greva birçîbûnê de ne. Duh li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û destnîşan kir ku ger hikûmet gavekê navêje wê di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê bike. 
 
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Necla Atak e. Atak, 75 roj in li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê di greva birçîbûnê de ye. Atak, nameyek şand.
 
‘JI BO NEBIM HEVPARÊ SÛC TIM LI WAN KONAN RADIKETIM' 
 
Atak, destnîşan kir ku cara ewil e ku ew dikeve greva birçîbûnê. Atak, di nameya xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2012'an û got: "Cara ewil e dikevim greva birçîbûnê. Di sala 2012'an de li derve bûm. Pêvajoya 2012'an tesîr li min kir. Hin kes ji bo azadiya civakê bedena xwe didan ber birçîbûnê. Ev yek ez hestiyar dikirim. Deqîqeyek wek emrekî bû. Wê demê kon hatibûn vedan. Tim li wan konan bûm. Ji bo nebim hevparê vî sûcî tim li konan radiketim. Mirov gelek tiştên greva birçîbûnê meraq dike. Mesel; tenduristî, moral... Mirov her tiştî meraq dike. Lê belê herî zêde min meraqa vîna wan, hest û fikrên wan dikir." 
 
Atak, bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal berê bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û ji wê rojê heta niha tecrîda li ser didome. 
 
'GER TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ ARAMÎ ÇÊBIBE' 
 
Atak, tecrîdkirina Ocalan tê wateya tecrîdkirina gelê kurd û vîna gel û got: "Bi tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, dixwazin civakê bêdeng bikin. Ev tecrd derî mirovahiyê ye. ger ev tecrîd rabe wê aramî çêbibe." 
 
Atak, anî ziman ku bi vê çalakiyê ew dixwazin dawî li vê rewşê bînin û tenê daxwazek wan heye, ew jî bidawîbûna tecrîdê ye. 
 
Atak, anî ziman ku wan her cure bedêl anîne ber çav û got: "Daxwaz, daxwazeke civakî ye. Heta daxwaza me neyê qebûlkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ranebe û şert û mercên wî neyên başkirin wê çalakiya me dewam bike." 
 
‘JI BO AŞTIYA CIVAKIYÎ' 
 
Atak, da zanîn ku çalakiya wan ketiye roja 75'an û got: "Niha tenê bêhalî û êşa piştê heye. Her diçe zêde dibe. Lê belê, ji ber em ji bo azadî û aştiya civakê tiştekî dikin em xwe baş hîs dikin." 
 
Atak, anî ziman ku şekir, xwê, vîtamîna B1 û B12 tê dayîn û rewşa wan atenduristî tê kontrolkirin. 
 
'RÊYA RÛXANDINA FAŞÎZMÊ...' 
 
Atak, bilêv kir ku faşîzma AKP-MHP'ê her diçe civakê ber bi tarîbûnê ve dibe û got: "Ji bo rûxandina vê faşîzmê, tenê rêyeke heye. Ew jî; bilindkirina demokrasiyê ye. Heval Leyla rêya vê yekê li ber me xist. Piştî zindan û gelek welatparêz peyama wê girtin ketin nav liv û tevgeran û ji bo bibin dengê Leylayê bedena xwe dan ber birçîbûnê. Li hemberî tarîtiyê meşaleya ewil pêxistin. Niha jî divê kesên ji xwe re dibêjin 'em demokrat in' û kesên xwedî wijdan divê li dor vê berxwedanê bibin xelek û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ji bo ev firsenda dîrokî ji dest neçe, em hemû mecbûr in vê yekê bikin. Ev berxwedan li ser berxwedana şehîdên 14'ê Tîrmehê, Gever, Cizîr, Sûr û Nisêbînê bilind bûye û divê em vê berxwedana dîrokî bilind bikin û bi ser bikevin. Em ê di demeke nêzde li lûtkeyên çiyê, li ser sûrên Amedê bi hev re hilatina rojê temaşe bikin." 
 
MA / Yasin Kobulan

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe