'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'

img

MÊRSÎN – Pisporê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak, cinayetên di qada çandiniyê de pêk tên nirxandin. Başkavak, destnîşan kir ku tiştên diqewimin ne qeder e û ger karker xwe birêxistin bikin wê cinayetên bi vî rengî pêk neyên. 

Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); di sala 2018'an de hezar û 923 karker jiyana xwe ji dest dane û di meha Çile ya 2019'an de jî 155 karker ji ber cinayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di du hefteyên dawî de li Mêrsînê di qezayên kar de 6 karker mirin û 9 jê giran 38 karker jî birîndar bûn. Pisporê Sendîkaya Hemû Hilberîner û Gundiyan (Tum Koy Sen) Sedat Başkavak û Serokê Şaxa Kedkarên Baskê Cemaweriyê ya Xizmeta Çandinî û Daristanan (Tarim Orkam-Sen) ê Mêrsînê Yilmaz Kîlîm cinayetên kar nirxandin. 
 
'BILA DEWLET PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'
 
Başkavak, diyar kir ku cinayetên kar ne qeder in, ji ber îhmalkarî û guhnedêriya hikûmetê pêk tên. Başkavak, ji bo mirinên di du hefteyên dawî de pêk hatin jî got, ji ber tevdîr nayên girtin pêk hatine. Başkavak, anî ziman ku berpirsiyariya kardêr ew e ku ewlehiya kar pêk bîne û ya dewletê jî ew e ku divê kontrol bike. Başkavak, diyar kir ku hîn jî karkerên çandiniyê de di dema çûnhatinê de jiyana xwe ji dest didin û ev yek jî tê wateya ku dewlet û Wezareta Karên Navxweyî peywira xwe ya kontrolkirinê pêk nayne. Başkavak, bi bîr xist ku hîn jî karker di remoqên qamyonan de diçin û tên û di şert û mercên nebaş de dixebitin. 
 
Başkavak, destnîşan kir ku karkerên çandiniyê bi mînîbus û otobêsên ku veguherandine qamyonan tên veguhastin û piraniya van wesayîtan jî nayên muayenekirin û kontrolkirin. Başkavak, bilêv kir ku hikûmet li ber şert û mercên karkeran xwe li nedîtinê datîne. 
 
'AKP WEK PATRONAN NÊZÎ KARKERAN DIBE' 
 
Başkavak, bilêv kir ku hîn jî karker li qeraxên cihok û çeman dimînin û bi heqdesteke kêm ji serê sibehê heta êvarî dixebitin. Başkavak, destnîşan kir ku bi taybetî di dema hikûmeta AKP'ê de cinayetên kar zêde bûne û ev yek jî ji ber polîtîkayên hikûmetê ne. Başkavak, rewşa karkerên li Balafirgeha 3'yan a Stenbolê û mirina 301 karkerên li somayê bi bîr xist û got: "Diviya AKP, guh bide karkeran û pirsgirêkên wan çareser bike. Lê belê ji dêvla guh bide wan bi zext û zorî bi ser wan de diçe. Piştî mirina 301 karkerên li Somayê, helwesta hikûmetê ya ji bo cinayetên karker guherî. Hikûmeta AKP'ê wekî patronan nêzî karkeran dibe." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Başkavak, destnîşan kir ku ji bo cinayetên kar neqewimin, divê karker xwe bi rêxistin bikin. Başkavak, bilêv kir ku ji bo karkeran rêxistinbûyîn wekî nan û avê girîng e û got: "Divê karker li sendîqayên xwe xwe bi rêxistin bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên cem hevdu. Ger vê nekin wê pirsgirêk û cinayet ji bo wan qeder be. Lê wexta xwe birêxistin bikin wê pirsgirêkên wan çareser bibin." 
 
Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Yilmaz Kîlîm jî, destnîşan kir ku heta niha ji bo karkerên çandiniyê û demsalî tu tiştekî cidî nehatiye kirin û ev pirsgirêk her diçe zêdetir dibe. Kîlîm got: "Şert û mercên nebaş herî zêde tesîrê li zarokan dikin. Di dema xwegihandina qada xebatê de bi sedan eks dimirin. Ji mecbûrî bi heqedesteke kêm dixebitin. AKP, di 16 salên îktîdara xwe de ji bo ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tiştek nekiriye. Polîtîkayên wê ji bo sermayeyê ne. Lê belê di warê çareserkirina van pirsgirêkan de tu hêviyî û baweriya me bi AKP'ê nemaye." 
 
MA / Ergin Çaglar

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe