Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî

  •  
  • 09:33 28 Sibat 2019
  • |
img

RIHA - Bazarvanan, bal kişand ser noqteyên tanzîmê û bang li hikûmetê kirin: "Madem dikare fêkî û zebzeyan bi erzanî bifiroşe, nexwe bila her tiştî erzan bike. Madem em terorîst in, em ê jî ji niha û pê ve di sindoqê de bersiva serokomar bidin." 

Hikûmet, ji bo fiyetên zebze û fêkiyan kêm bike li Stenbol û Enqereyê noqteyên tanîzmê vekirin, lê belê li bajarên din venekirin. Yek ji van bajaran jî Riha ye. Esnafana diyar kir ku li Rihayê fiyet kêm nebûne û gel nikare tiştekî bikire. 
 
‘BILA MAZOT Û BENZÎNÊ JÎ TANZÎM BIKIN'
 
Bazarvan Beşîr Tazefîdan, diyar kir ku rewşa karê wan qet nebaş e. Tazefîdan, bilêv kir ku noqteyên tanîzmê wê pirsgirêkê çareser nekin, çimkî li van noqteyan zebze û fêkî bi zirarê tên firotin û got: "Em nikarin serî bi dewletê re derxin. Ew çawa bixwaze dikare bi wî awayî bifiroşe. Lê em nikarin. Tenê em dixwazin hikûmet ceryan û gaza xwezayî jî tanzîm bike. Mazot bi 6 lîreyan tê firotin, em dixwazin mazotê jî tanzîm bike. Madem hikûmet ev qas samîmî ye, bila hemû tiştan tanzîm bike." 
 
‘BILA BÊ LI BAZAR Û HALÊ BINERE' 
 
Bazarvan Mûrat Rat jî, diyar kir ku fiyetên berên li bazarê pir biha ne. Rat, anî ziman ku par bi 100 lîreyî sepete tije dibû, lê niha heman sepet bi 200 lîreyî jî tije nabe. Rat, ji bo noqteyên tanîzmê jî diyar kir ku hikûmet ji bo hilbijartina herêmî ev noqte ava kirine û got: "Em pir emxdûr bûne. Hikûmet dibêje bazarvan, komîsyonvan fiyetan biha dike. Bila were li bazar û halê binere. Bazarvan birçî ye. Rewşa tu bazarvanî nebaş e. Bazarvan nikarin bi rihetî debara xwe bikin. Ez AKP'î me, lê ji niha û pê ve ez ê raya xwe nedimê. Madem dikare fêkî û zebzeyan bi erzanî bifiroşe, nexwe bila her tiştî erzan bike. Madem em terorîst in, em ê jî ji niha û pê ve di sindoqê de bersiva serokomar bidin. Çi bibe sûcdar em in. Em nikarin tiştekî jî ji gel re vebêjin. Rewşa me, rewşa komîsyonvanan nebaş e." 
 
‘GEL DIXAPÎNIN' 
 
Bazarvan Huseyîn Faraç jî diyar kir ku ew naxwazin li Rhayê noqteyên tanzîmê bên vekirin. Faraç, anî ziman ku her tiştê wan di dest wan de dimîne û ji ber pere bi gel re tune ye nikare bê bazarê. Faraç got: "Du roj in zebze û fêkiyên min ji halê anîne, nefirotine. Gel jî mafdar e, di bêrîka gel de pere tune ye. Kîloya patatn 4 lîre, ya pîvazan 5 lîre ye. Dewlet derewan dike. Ma firingî û bacanên reş çawa bi 2 lîreyan bin? Dewlet bi zirarê difiroşe. Gel dixapînin. Ji bo hilbijartinê wisa dikin. Wê piştî hilbijartinê nikaribin dewam bikin. Zirara ku dewlet dike, ji berîka me derdikeve." 
 
'HER DIÇE XIRABTIR DIBE'
 
Bazarvan Mahmût Çîçek jî destnîşan kir ku tenê ne bazarvan, rewşa hemû esnafan nebaş e û krîz li tevahiya welat heye. Çîçek, diyar kir ku her tişt biha bûye û got: "Benzîn, mazot, ceryan, tûp, gaza xwezayî hema her tişt biha bûne. Ma wê welatî çi bike, wê bi ku ve biçe. Nikare bi meaşê xwe yê teqawidbûyînê debara xwe bike. Aboriya welat qediyaye. Mirov nikarin bi 200 lîreyî jî alvêra xwe bikin. Ji bo pêşeroja vî welatî tu hêviyek min nemaye. Her diçe xirabtir dibe. Hema fîşekan berdidin. Ma nizanin fiyetê fîşekan bi çi qasî ye? Wê çawa be? Wê îktîdar bersiva xwe di sindoqê de bibîne. 17 sal in me deng da AKP'ê, lê ji niha pê ve tu rayê em bidinê tune ye. Êdî li Rihayê AKP qediyaye." 
 
Çîçek, destnîşan kir ku ji ber krîza aborî gel perîşan bûye û got: "Krîz ji bo gel heye, lê belê ji bo serokomar tune ye."
 
‘BILA JI KESÊN TEQAWIDBÛYÎ BIPIRSIN' 
 
Ayşe Yilmaz, ku li malê lîsteya xwe dagirt û berê xwe da bazarê, tenê kîloyek pîvaz kirî û çû malê. Yilmaz, anî ziman ku bi saetan li bazarê geriyaye lê belê nikaribûye tiştekî bikire. Yilmaz, diyar kir ku ew dixwazin noqteyên tanzîmê li Rihayê jî bên vekirin û got: "TEqawidbûyî me, lê meaşê min têra min nake. Min nikaribû firingî, îsot û bacanên reş bikire. Êdî em nikarin fêkiyan bixwin. Ma ez ê bi vî meaşî çawa fêkiyan bikirim? Fêkî ji bo me êdî tiştekî luks e. Her tişt biha bûye, em nikarin tiştekî jî bikirin. Par min bi 50 lîreyî sepeta xwe tije dikir û ji her tiştî 5 kîlo dikirî. 70 salî me, cara ewil e bi tiştekî wisa re rû bi rû dimînin. Em li ber krîzê li ber xwe didin. Serkomar dibêje 'we daye dû firingî û îsotan.' Îjar em ê bidin dû çi? Derdê feqîran ew e ku xwe têr bikin. Serokomar dibêje krîz tune ye. Ma mimkun e ku li qesrê krîz hebe? Hela bila were ji kesên teqawidbûyî bipirsa ka krîz heye yan na." 
 
Mûstafa Bîner jî ji bo zebze û fêkî bikire berê xwe da bazarê. Bîner, diyar kir ku ji ber bihabûnê ew nikarin tiştekî bikirin û got: "Du hefteyan carekê care nîvkîlo tişt dikirim û em îdareya xwe dikin. Mehek, min du kîlo tişt nekirîne. Ya kîloyek ya jî nîv kîlo. Mesela kîloya xiyaran 6 lîre ye. Lê belê ez kesekî etqawidbûyî me, nikarim bi 6 lîreyan bikirim. Loma nîv kîloyî dikirim. Mirov nikare bi meaşê teqawidbûyî debara xwe bike. Vê mehê min 572 lîre heqê ceryanê û 400 lîre jî heqê gaza xwezayî da. Tiştek di destê min de nema. Tenê min kîloyek îsot û kîloyek bacanên reş kirî. Êdî me tahma fêkiyan ji bîr kiriye. Hikûmet bi kevçî dide, lê bi çoçikê jî distîne. Ji ber vê di dest me de jî tiştek namîne." 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe