Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'

  • rojane
  • 10:35 28 Sibat 2019
  • |
img

AMED - Sabîha Temîzkan, keça Leyla Guven ku 113 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi bîr xist diya wê ji bo daxwazeke qanûnî û divê demildest pêk bê di greva birçîbûnê de ye û got: "Ji ber daxwaz pêk nayê hem hêrs dibim hem jî li ber dikevim. Diya min ji ber vê ferasetê 113 roj in birçî ye û ji ber vê diêşim. Eger em niha neaxivin tu wateyeke axaftinên din namîne." 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 113 roj in di greva birçîbûnê de ye. Keça wê Sabîha Temîzkan ku tim li cem dayika xwe ye pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
Te bi diya xwe re hevpeyvînek çêkiribû. Diya te gotibû 'Em bi hev re mezin bûn.' Ji ber tu şahidê jiyan û têoşîna wê yî, tu behsa Leyla Guven bikî tu yê çawa bikî? 
 
 Îktîdar, li ser ferasetên zilamî hatine avakirin û ji hemû liv û tevk-gerên ku wan dihejînin ditrsin. Bi rastî jî hêza jinê ditirsin. Diya min jî, bi jinbûna xwe, bi sekn û helwesta xwe û bi têkoşîna xwe ew tirsandin.
 
Tê bîra min nayê bîra min, diya min di nav têkoşînê de ye. Tenê behsa têkoşîna siyasî nakim, têkoşîna ji bo jinê jî dikim. Min berê jî behs kiribû; wextadê û bavê min dev ji hevdu berdan, ez 13 salî bûm. Diya min tenê dibistana seretayî xwendiye û qet nexebitiye. Lê tu carî ev yek ji xwe re nekir der û di warê xwebaweriyê de pirsgirêk lê peyda nebûn. Tu carî negot ez nikarim bikim. Lê nehişt malbat jî weziyeta jina heyî lê ferz bike. Serîrakirina wê ya ewil ev bû. Li gor cîvakê jineke dev ji hevjînê xwe berdaye; an wê li mala xwe rûnê an wê bizewice an jî wê zarokên xwe xweyî bike û mezin bike û bi 'namûsa xwe bijî.' Diya min li hemberî evan tiştan hemûya derket û dest bi xebatê kir û em emzin kirin. Paşê di dema HADEP'ê de partî nas kir. Ji wê rojê heta niha xebitî. Tim û tim rola jinantiyê ya diya min li pêş bû. Berxwedana wê ji jiyana wê dest pê kir û ev yek di têkoşînê de jî xwe dide der. Jixwe di nav tevegra jinan de cih digirt û bû şaredar. Wexta şaredar bû tim bi xebatên xwe li pêş bû. Maddeyên der barê jinan de xist nav peymana giştî ya kar. Wê demê ev tişt bal kişandibû. Heta hin bernameyên jinan gazî diya min kirin, lê piştî wexta hay ji partiya wê û wê çêbûn dev jê berdan. Yanî ji nêz ve cihêkarî jî dît. Ez jî wek zarokeke kurd li Konyayê mezin bûm û min ev cihêkarî tim û tim hîs kir. 
 
Diya min, tu carî nasnameya xwe ya jintiyê paşguh nekir. Wexta şaredara bû, wexta parlementer bû di hemû organên partiyê de wek jinekê cih girt. Tu dibê qey îktîdar ji vê yekê ditirse. Îktîdar, li ser ferasetên zilamî hatine avakirin û ji hemû liv û tevk-gerên ku wan dihejînin ditrsin. Bi rastî jî hêza jinê ditirsin. Diya min jî, bi jinbûna xwe, bi sekn û helwesta xwe û bi têkoşîna xwe ew tirsandin. Niha jî ji vê çalakiya wê ditirsin. 
 
Bi kurt û kurmancî ez ê çawa behsa diya xwe bikim; divê ez bêjim keseke pir kedkar e. Ne ji ber ku diya min e wisa dibêjim, lê wexta wisa dibêjim jî ditengijim. Bi kêre pêwendî danîbe, bi kê re tiştek parve kiribe û temasî kîjan dilî kiribe, ew hemû wisa dibêjin. Bi rastî jî diya min jineke fidakar û kedkar e ku temasî dilê herkesî dike. Yanî dikarim bêjim, wexta navê Leyla Guven bê bilêvkirin, ev tişt tê bîra mirov. 
 
 Leyla Guven, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiyeke mezin da destpêkirin. Wexta diya te di girtîgehê de bû tu tim diçûyî girtîgehê. Berî dest bi vê çalakiyê bike, biryara xwe ji te re gotibû? Wexta te bihîst hîsek çawa li te peyda bû, berteka te ya ewil çi bû? 
 
Berê ji min re negotibû. Ez jî li eywana dadgehê hay jê çêbûm. Heyirîm. Çimkî qet ne li bendê bûm. Bi taybetî jî wexta got wê ez ê dest bi çalakiyeke bêdem û nedorveger bikim... Kêliyeke zehmet bû. Paşê wexta ez hinekî li ser hûr bûm, min ferq kir ku berê amadekariya xwe kiriye. Mesela wexta diya min hat girtin xurt bû. her ku em diçûn zihîf dibû. Min pirsî 'dayê qey tu enxweş î?' Wê jî got 'Na, ez diyetê dikim, sporê dikim. Kîloyê min zêde bûn, dixwazim zihîf bibim.' Piştî derket û me sohbet kir, me got '6 meh e ez xwe ji bo vê amade dikim.' Tim dibêjim, ji ber ku diya min di girtîgehê de bû mecbûr ma çalakiyeke wisa bike. Helbet, greva birçîbûnê meriva diêşîne. Ji bo her awayê çalakiyan rêza min heye, lê meriv bi çalakiya greva birçîbûnê diêşe. Diya min çalakiya xwe didomîne û niha di asteke pir krîtîk de ye. Yanî çi tê gotin, nizanim. Bawer nakim wê bi min re parve bikirana. Helbet ji bo wê jî zehmet bû. Ez keça wê me, lê ji bo min zehmet e. Erê, bi min re parve nekir lê ez keça wê me tim li cem wê me. Car carinan dibêjin 'Li cem diya xwe tu çi qas xweşik î, hûn çi qas bi hev re xweş dimeşin. Tu çi qas xweş behsa wê dikî.' Ez tenê behsa wê dikim. Çimkî diya min pir cuda ye. Hem bi parlementeriya xwe, hem bi jinantiya xwe jineke cuda ye. Tim hewl dide a baş bike. Wexta behsa wê dikim, bi hemû peyvan, hestan hewl didim behs bikim. Bi rastî jî ji bendika dil hîs dikim. Te dît dibêjin 'keza min dişewite.' Ez ne dayik im lê wexta behsa çalakiya wê, behsa helwesta û sekna wê dikim kezeba min dişewite. Ji bendika dil hîs dikim. Helbet ez ê heta dawiyê li cem wê bim, lê ji bo min pir zehmet e. Ev jî ji ber tenduristiya wê. Daxwaza wê daxwazeke qanûnî ye û daxwazeke ku dikare zû bê qebûlkirin. Ji ber vê hem hrês dibim hem jî li ber dikevim. Çimkî pir bi rihetî dikarin bihêlin parêzer û malbat bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Dikarin niha pêk bînin û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin. Lê nakin. Loma hem bihêrs im hem jî ji ber li vî welatî dijîm li ber dikevim. Li welatekî wisa bêhna mirovan diçikê. Tiştekî êşbar e. Diya min ji ber vê ferasetê 113 roj in birçî ye û ji ber vê diêşim. Heta niha bi awayekî radîkal min serî li ber pergalê ranekiriye. Belê rojnamevan im û muxalîf im. Tim li cem gel im û min nûçeyê xwe li gor vê çêkirin. Lê her diçe hêrsa min a li hemberî pergalê mezin dibe. Rewşên wisa dike ku mirov polîtîze bibe. Hêvîdar im berî tiştekî cirab biqewime, dawî li vê rewşê bê. Daxwaza min ev e. 
 
Dayika te Leyla Guven 113 rojin di greva birçîbûnê de ye. Tu bi nasnameya rojnamegeriyê wekî keça pêşenga çalakvan Leyla dibe şahidê vê pêvajoyê. Şahiday pêvajoyek wisa rewşek çawa ye? 
 
Dijwar e. Ji ber ku dayika min e pir dijware. Rewşa dayika min hat astek krîtîk. Ez jî keçek wê û rojnameger im. Em bi hevre dibin şahidên gelek tiştên bi êş. Niha em li malê li gel dayika xwe ne. Lê yên li girtîgehê rewşa wan hêj xerabtir e. Dema tansiyon dadikeve em xwê zêde dikin. Em tiştekî dikin. Lê yên li girtîgehê ne wisa ne. Şensa wan tune. Malbatên wan bi me re dikivin nava dan û stendinê. Hinek malbat tên dayika min ziyaret dikin. Kesên li girtîgehê di grevê de di hucreya yek kesî de tên girtin. Dê piştî demekê êdî nikarin li xwe binerin û bi tenê bijîn. Bi rastî jî hatine halekî pir xerab. Pir zahmet e ku bi vê bêdengiyê îktîdar dengê wan bibhîze. Çawa ku dayika min tenê li min nafikire, ez jî nikarim tenê li dayika xwe bifikirim. Ez pir bi fikar im. Bê guman berî herî tiştî ji bo dayika xwe bi guman im. Li ber çavê min roj bi roj dihile. Di serê sibê de dibim şahidê ketina tansiyonan. Bi şevan jî dibim şahidê êşa masûrkên wê. Ez jî rehet nikarim razêm. Ez xwe xerab hîs dikim. Ji ber vê yekê nizanim çi bikim. Çawa ku dayika min di girtîgehê de bû min xwe bê çare hîs dikir, niha jî malbatên din jî ji bo zarokên xwe yên girtî heman tiştî dijîn. Ez li gorî malbatên girtiyan pariyekî baştir im. Ez hevî dikim ku ev êş demek kurd bi dawî bibe. Ez naxwazim du dayik, bav, xwişk û bira vê êşê bijîn." 
 
Rojên borî min hevalek ku hevjînê wê di girtîgehê de di grevê de ye nas kir. Mirov di nava bê çaretiyek mezin li bendê ne ku tiştek bê kirin. Çareserî hêsan e. Ger ku parêzer û malbat biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin û tecrîd bê rakirin dê pirsgirêk çareser bibe. Ev mafekî pir zanonî ye. Mirov ji bo mafekî xwe yê zagonî ew qas roj û meh birçî ne. Nêzîkatiya dewletê îhlala mafê mirovan e. Sedama ku ew qas mirov ew qas rojin di greva birçîbûnê de ne îktîdar e. Divê êdî îktîdar vê binpêkirina mafên mirovan dikare ji holê rake. Li vir mafekî zagonî heye, lê nayê dayîn. Ger ku vî mafî bide ew qas mirov zerar nabînin. Ji xwe dayika min wekîla gel e. Ji xwe li dijî hiqûqê hat girtin. Piştî bû wekîl jî nehat berdan. Ev pêvajo ji serî heta binî bê hiqûqî ye. Dayika min tenê ji bo mafê xwe têketa grevê jî heta dawî mafdar bû. Gelek binpêkirinên mezin û dijhiqûqî heye. Ev tev bi şandina parêzeran a Îmraliyê u rakirina tecrîdê bi dawî dibe. 
 
Dema em li parvekirina medya civakî û daxuyaniyên te yên çapemeniyê dinerin, tu bi hêz e. Tu vê hêz û motivasyonê ji ku digire? Ya hêzê dide te çiye? 
 
 Dayikamin ji girtîgehê derket, lê çalakiya xwe ya grevê berdewam dike. Niha em bi hevre wekî di girtîgehek din de bin. Mala me her dem di bin dorpêça polîsan de ye. Li baxçê me jî polîsên sivîl disekinin. Wêneyê kesên tên mala me û diçin dikişînin. Em li lama xwe jî di bin tecrîdê de ne. 
 
Dayika min heta niha tu parastina tiştekî şaş nekir. Niha jî ez bawer dikim ku têkoşîna dozek rast dimeşîne. Ez bi hêz disekinim. Ji ber ku wekî din şensê min tune. Dem bi dem ez ketin nava derûniyên cuda. Demên pir zor û zahmet jiyîm. Min got 'ez nikarin vî barî rakim û nikarim pêk bînim'. Hin dem çêbû ez bi rojan giriyam. Lê mirov fêm dike ku bi girîn û xemgîniyê nikare ji nava vê pêvajoyê derkeve. Ji ber vê yekê divê gav bên avêtin û hin tişt bên kirin. Divê mirov bi hêz be û hin tiştan bike. Ez niha hewl didim dengê dayika xwe bêtir bilind bikim. Ez hewl didim bi awayekî herî baş wê vebêjim. Ez hewl didim daxwazên wê bînim ziman. Ez vê yekê jî bêjim hin agahiyên şaş hatin parvekirin. Bi agahiyên şaş dixwazin fişekî şaş bidin avakirin. Dayika min dixwaze tecrîda mutlak a li Îmraliyê rabe. Daxwaza dayika min a sereke tecrîda mutlak a li Îmraliyê bi dawî bibe ye. Ji bo vê yekê têdikoşe. Ev jî mafekî zagonî ye. Sekna hikûmetê ya ji bo vê daxwaza dayika xwe pir bê wîcdanî dibînim. Ji ber vê yekê ez dê bi hêz bim û li cem dayika xwe bim. Ji bo daxwaza dayika min pêk bê û dîsa li jiyana xwe ya asayî vegere ezê tebikoşim. Dayika min ji girtîgehê derket, lê ji ber ku greva xwe li malê berdewam dike û mal dorpêçkiriye, em li malê jî di tecrîdê de ne. Mala me her dem di bin ablûkayê de ye. Li baxçê me ji polîsên sivîl hene. Ez jî dê li gel dayika xwe têbikoşim. Ji bo dayika min bi ser bikeve çi ji destê min bê ezê bikim. Ez hêza xwe ji mafdarî û baweriya xwe ya bi dayika xwe digirim. 
 
Rojek Leyla Guven çawa derbas dibe? Wekî kesek hemû dema xwe pêre derbas dike hûn dikarin rojek xwe ya rutîn vebêjin? 
 
Dayika min nikare pir razê. Êdî masûrkê wê dihilin û êşên wê bi şevê zêde dibin. Nikare bi şevê razê. Serê sibê pir zû hişyar dibe. Ew saet di 07.00'an de em serê sibê saet di 08.00'an de dest bi rojê dikin. Em beriya avê bidin wê em tansiyon, germa laşê wê dipîvin û kiloyê wê diwezinînin. Piştre li gorî tansiyonê wê em ava şor an jî ava şêrin û pêdiviyên wê didin. Hevama me ya tenduristiyê roj bi roj pê eleqeder dibe. Mixabin em nikarin qala jiyanek bi qalite bikin. Bi rastî jî tenduristiya wê pir xerab e. Bi piranî li ser doşekê dirêjkirî ye. Li aliyekî bi coş e, li aliyekî bi meraq e. Hemû kesên di greva birçîbûnê de meraq dike. Dem bi dem em wê bi kesên li derve di grevê de hevditinê pêk tînin. Bi çalakgerên li Strasburg, Îmam Şiş û Nasır Yagiz re hevdîtin dike. Tenduristiya wê jî ji vê yekê re ne pir guncav e. Hêj pir name jêre tên û pir kêfxweş dibe. Pir hêzê ji nameyan digire. Gelek kes navnîşana dayika min nizanin, lê dîsa ji pir name tên. helbestan dinivîsin û dikin helbest. Ji girtîgehan gelek xelat tên. Li girtîgehan hunerên destan pir çê dikin û dişînin. Ev dayika min pir kêfweş dike. Em nivîsê der barê wê de jêre dixwînin. Qunciknivîs û nivîsên li ser twitterê tên nivîsîn û xêzkirin em pêre parve dikin. Bi piranî roji wisa derbas dibin. Em heta saet 23.00'an bi hevre demê derbas dikin. Ew her dem nîv hişyar û nîv razayî ye. Ji bo em poralê wê bêtir zêde bikin em hewl didin tiştên cuda bikin. Ew li ser nave kesên ketine grevê bi fikar e. Dibêje "Xwezî min tenê ev çalakî berdewam kiribûya." Em hevî dikin ku em rojên bêtir bi tenduristî bi hevre derbas bikin." 
 
Ji Tirkiyeyê û gelek deverên cuda yên cîhanê gelek mirov ji bo Leyla Guven bibînin tên mala we. Dema ziyaratevan tên û diçin Leyla Guven hestek çawa dijî? Bi taybetî ziyaretvanên Guven kelecan kirin û bextewar kirin çêbûn gelo? 
 
Ziyaretên tên kirin li ser dayika min bandor dikin. Di demên dawî de ji hêla rojavayê Tirkiyeyê gelek serdan tên kirin. Çalakiya dayika min bandorê li ser wan dike. Ziyaretvan bi xemgînî tên û dema ji cem dayika vediqetin bi aramî derdikevin. Çimkî dayika min moral dide wan. Bawerî û biryardariya wê moralek mezin dide wan. Ev serdan hêz û moral jî didin dayika min. Hêz didin berxwedana wê. Piştî serdanê dema bi dayika xwe re diaxivim dibêje 'Ez tiştekî nakim. Ez mafdar im. Nexwê ne wisa be ev mirov nakevin rê û nayên vir.' Di esasê xwe de hêzek didin hev heye. Wek xwedanwend nêzî dayika min dibin gelek wê hestewar dikin. Mirov dixwazin destê wê hembêz bikin. Dixwazin wê maç bikin û hembêz bikin. Lê ji bo hîjyenê ev yek qedexe ye. Lê ji dûrahî ve be jî dayika min hembêz dikin. 
 
Bi armanca piştgiriya Leyla Guven gelek çalakî tên kirin. Tu van çalakiyan çawa dinirxînî û têr dibînî gelo? Di vê çarçoveyê de bangeka te ji bo raya giştî heye gelo? 
 
 Her kes cihê ku lê ye bila dengê xwe bilind bike. Çimkî ji her demê bêtir pêdivî bi vî dengî heye. Heke îro em neaxivin sibê em biaxivin jî tu wateya wê nîne
 
Li gorî min her kesê li cihekî tiştekî dike. Ez di wê ferqê de me ku her kes bêtir hîs dike. Dayika min jî di vê ferqê de ye. Dibe ku ev zêde li kolanê xwe nade nîşandan. Mirovan avêtin hepsan. Zext li mirovan tê kirin. Her gava tê avêtin di bin kontrolê de ye. Her gotina rastî lêpirsînê tê. Ji ber vê yekê dengek herî biçûk a ji bo çalakiya dayika min gelek hêja ye. Ez vê yekê di ziyaretvanên dayika xwe de dibînim. Yên ku nayên û li min digerin û li ser medya civakî peyamên xwe dişînin û piştevaniya xwe destnîşan dikin ewqas hene ku ev hejmar nayê gotin. Ev hemû pirr bi nirxe. Ez bawerim tiştek wisa li tu deverê nayêdîtin. Roja îro ne divê em siberoja xwe biparêzin û divê em rizgar bikin. Dema em wisa bikin em dikarin hin bêtir bi dengek bilind qîr bikin. Ez wisa difikirim; em gelek mafdar in û desthilatdariya li dijî me ji nefes sitendina me jî aciz e. Em gellek gellek mafadar in. Ji bo em mafdar in jî divê em vê yekê bi dengek mezin bînin ziman. Divê em ji vê yekê netirsin. Belê dibe ku îro me biavêjin hepsan û zextê li me bikin, lê em van zextan nikarin bi bêdengiyê û li kêlekekê bihêlin ji pêşiya xwe rabikin. Divê em hemû dengê xwe bilind bikin. Di medya civakî de jî dibe, li kolanê, li avahiyê û dema em bi cîranek xwe re jî diaxivin divê em behsê bikin ev jî dengek e. Her tişta em dikin terorîze dikin. Tenê ji bo em kurd in ji mirovên rojavayê Tirkiyeyê re me wek behok nîşan didin. Min beriya niha jî got; tişta me bikuje jî jî bêdengî wê me bikuje. Ji kerema xwe em bêdeng nemînin. Her kes cihê ku lê ye bila dengê xwe bilind bike. Çimkî ji her demê bêtir pêdivî bi vî dengî heye. Heke îro em neaxivin sibê em biaxivin jî tu wateya wê nîne. Çimkî îro ne tenê dayika min bi sedan mirovên bedena xwe dane ber mirinê û jiyana wan ketiye asta krîtîk. Heke tiştek bê serê wan bi qasî dewletê em ê jî bibin berpirsyar. Heke her kes li gorî vê berpirsyariyê tevger bike, em ê encamên hin xweşiktir bi dest bixin. 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe