Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê

  • rojane
  • 12:18 28 Sibat 2019
  • |
img
ENQERE - Bi ser Mutabakata Dolmabahçeyê ya di navbera hikumetê û Heyeta Îmraliyê de hat îmzekirin 4 sal derbas bû. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan ê di nava Heyeta Mirovên Aqilmend de cih digirt diyar kir ku ji tiştên qewimî divê ders bê derxistin û xwest pêvajo veguhere îradeya 28'ê Sibatê roja mutabakat hat îmzekirin. 
 
Di çarçoveya pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan prosesa aştiyê da destpêkirin. Di serdema pêvajoyê de Ocalan Mutabakta Dolmabahçeyê nivîsand. Ev mutabakat di navbera Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên HDP'ê pêk dihat û heyeta hikumetê de roja 28'ê Sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Bi ser deklerekirina vê mutabakatê re 4 sal derbas bûn. Di 3'ê Nîsana 2013'an de Heyeta Mirovên Aqilmend hat avakirin. 
 
AKP JI DESTHILATDARIYÊ VE KET Û TECRÎD KÛR BÛ 
 
Pêvajoya çareseriyê ango prosesa aştiyê nêzî du sal û nîv ji aliyê hikumet û kurdan ve hat birêvebirin. Di serdema vê pêvajoya çareseriyê de tevî hemû mudaxele û planên têkbirinê jî bi peyamên Ocalan nehat xerakirin û ji vê xerakirinê re bû asteng. Pêvajoya çareseriyê piştî hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'an li ser daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat bidawîkirin. Di hilbijartinê de AKP ji desthilatdariyê ket û nikaribû bibe hikumet. Tevî hemû lêgerîna avakirina koalîsyonê jî pêk nehat û biryar hat girtin di 1'ê Mijdara 2015'an de hilbijartina pêşwext pêk were. Tirkiye carek din çû hilbijartinê û AKP bi dek û dolabên xwe carek din xwe kir îktîdar. 
 
 Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê jî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin di 5'ê Nîsana 2015'an de dest pê kir. Ji 5'ê nîsanê şûn ve Heyeta Îmraliyê êdî nikaribû biçe cem Ocalan. 
 
PÊVAJO BI DAWÎ BÛ Û ŞER DEST PÊ KIR
 
Piştî teqîna li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat û 33 ciwanên çepgir jiyana xwe ji dest dan û kuştina du polîsên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê mirov dikare êdî bêje ku pêvajoya çareseriyê bi eşkereyî bi dawî bû. Li herêmê pêvajoya aştiyê cihê xwe ji şer re berda û pêvajoya şer dest pê kir. Li dehan navend û gundan û çolteran qedexeya derketinên derve hat îlankirin. Bi hezaran mirovan di vê pêvajoya şer a heta îro didome de jiyana xwe ji dest dan. 
 
HEWLA DARBEYÊ Û BANDORA OHAL'Ê
 
Li ser vê yekê di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hewla darbeyê pêk hat. Piştî hewla darbeyê hikumetê li gel desteka hevkarên xwe di Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte (OHAL) dest pê kir. Di çarçoveya OHAL'ê de bi dehan Biryarên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin ragihandin û bi deh hezaran kedkar û karker ji karê xwe bûn. Di çarçoveya van KHK'yan de bi sedan komele û saziyên divîl û demokratîk hatin mohrkirin. Herî zêde sazî û dezgehên çapemeniyê para xwe ji OHAL'ê girtin. Bi dehan rojname, televîzyon, ajans, malper, radyo hatin girtin û bi hezaran rojnameger bêkar man. 
 
LI DIJÎ HDP'Ê DARBE
 
Yek ji dîroka herî girîng jî ew bû ku di 4'ê Mijdara 2016'an de li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê darbeyek siyasî pêk hat û hatin girtin. Ji wê rojê ve heta niha ev parlamenterên berê girtî ne. 
 
TURKDOGAN: DI ROJA PEYMANA LOZANÊ DE ŞER DEST PÊ KIR 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ê ku di nava Heyeta Mirovên Aqilmend de cih digirt pêvajoya paş de ma nirxand. Turkdogan bi bîr xist ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de pêvajoya şer ku dest pê kir roja ku Peymana Lozanê hatiye îmzakirin e.
 
Turkdogan destnîşan kir ku destpêkirina pêvajoya şer a di roja îmzekirina Peymana Lozanê de dest pê kir peyamek bû li dijî kurdan û wiha got: "Halbukî her kes dizane em nikarin bizivirin sed sal berê. Di sedsala 20'emîn de gelê kurd tune hatin hesibandin. Lê di vê sedsalê de her kes dizane ku êdî şertên tune hesibandina kurdan nemaye." 
 
‘SERDEMA MUDAXELEYA TIMÎ DEST PÊ KIR' 
 
Turkdogan pêvajoya piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an we kpêvajoya "serdema timî ya mudaxeleyan" pênase kir û wiha got: "Yanî kesên alîgirên şer û polîtîkayên ewlehiyê her tim li dijî rejîmê mudaxeleyek wan heye. Di esasê xwe de Birêz Abdullah Ocalan vê yekê wek 'mekanîka darbeyê' tarîf kiribû. Em pirr aşkere dibînin ku hêzên îktîdarê ji pêvajoya ji 2015'an ve diqewime hatin gel hev û ji bo hebûna xwe bidomînin her tim hêza mudaxeleyê li pêş xistin. Em serdema ku hemû hêzên mudaxelekar ên Komara Tirkiyeyê di li ba hev in."
 
‘DIVÊ DÎSA PÊVAJO VEGUHERE 28'Ê SIBATÊ'
 
Turkdogan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha axivî: "Kesên Tirkiyeyê birêve dibin heke ku qanûna xwe ya înfazê ya li Îmraliyê pêk naynin bila îdia nekin û nebêjin em Tirkiyeyê jî birêve dibin. Çimkî welatek wisa her kes dikare birêve bibe. Heke ku makeqanûn û qanûnên heyî hûn binpê dikin hewcehî bi siyasetmedaran jî namîne. Ev ramanek bi xetere ye. Divê pirsgirêka tecrîdê tekez were çareserkirin. Divê guh bidin îradeya mirovên ketine grevên birçîbûnê. Ji 28'ê Sibata 2015'an heta 28'ê Sibata 2019'an dema ku derbas bû 4 sal li pey xwe hişt û pêvajoyek dijwar a şer qewimî. Di vê serdemê de divê alî gelek tiştan vebêjin. 28'ê Sibata 2015'an di dîroka çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî girîngiyek dîrokî ye. Ji aliyê komarê ve jî dîrokek girîng e. Yekemîn car dewlet bi nûnerên gelê ku tune dihesibîne re li ser bingeha demorkatîk îrade danîn holê. Li gorî me divê pêvajo veguhere beyankirina îradeya 28'ê Sibatê." 
 
MA / Denîz Nazlim
 

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe