Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin

img

ENQERE - Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê dijminê Kurdane, li hemberî daxwazên rakirina tecrîdê bedeng dimînin û ji bo hilbijartina nêz dibe jî wiha got: “Stratejiya me ya rojava AKP ji eyar derxistiye. Dê nekarin bajarên Kurdan û Îzmîrê ji Enqerê bi rêve bibin.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, tecrîd û rojevên heyîn yên welat de ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî.  
 
Olûç, diyar kir ku di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a partiya wan a çend roj berê hat lidarxistin de, rojeva sereke çalakiyên greva birçîbînê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatin destpêkirin hebû. 
 
Olûç, anî ziman ku rewşa çalakiya Guven gihaye astek krîtîk û wiha axivî: “Li girtîgehan rewş krîtîk bûye. Ji bo ku ev mijar bikeve rojevê tişta ji destê me hat, me kir. Em bernameyek derxist. Di rojên pêş me de emê gav bi  gav pêk bînin. Ji bo ku tecrîd rabe û zirar negihêje kesên di greva birçîbûnê de, emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê di hemû civîn xwe yên bi gel re û xebatên hilbijartinê de, mijara tecrîdê binîn ser ziman.” 
 
‘DAXWAZEK MIROVIYER’
 
Olûç, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: “Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwazek miroviye. Tirkiye bi vê tecrîdê hevpeymana demokratîk a navneteweyî binpê dike. Ji bo rakirina tecrîdê divê gav bên avêtin. Li welat û herêmê aştî tê xwestin. Hewldan û ramanên Birêz Ocalan ên di warê aştiyê de, diyarin. Ji ber vê hemû kesên aştiyê dixwazin, ji bo rakirina tecrîdê têdikoşin. Li Tirkiyeyê çawan ku tecrît dest pê kir, pevçûn û şer jî dest pê kir. Hikûmet di vê mijarê de bêdenge. Ji ber ku tifaqa AKP-MHP’ê dijminantiya Kurdan dike.”
 
‘SOYLÛ MILÎTANÊ AKP’Ê YE’
 
Olûç, daxuyaniyên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû yên derbarê partiya xwe de jî nirxandin û wiha domand: “Suleyman Soylû yê bi sifatê Wezîrê Karê Hûndir îro tevdigere, ya rastî weke milîtanekê AKP’ê tevdigere. Raste rast êrîşî HDP û CHP’ê dike. Heqaretên pir giran dike. Ji bo ku hilbijartin dinava bêewlekariyê de derbas bibe, tişta ji destên wî tê dike. Ji ber vê jî em baş dizanin ku dê hilbijartinek ne demokratîk û adîlane derbas bibe. Serokê Giştî yê AKP’ê jî bi heman awayî êrîşî HDP û partiyên mûxalîf dike. Derew û rencîde dike.”
 
‘JI BO ME VÎNA GEL GIRÎNGE’
 
Orûç, bal kişand ser gotinên Erdogan ên weke “Emê qeyûm tayîn” bikin jî û wiha rêz kir: “Ji bo belavkirina tirsê propagande dikin. Ji bo me vîna gel girînge. Kes nikare vîna gel tune bi hesibîne. Di 31’ê Adarê de, gel dê xwedî vîna xwe û şaredariyên xwe derbikevin. Di şeva 31’ê Adarê de, li bajarên Kurdan emê bi ser bikevin. Em encamên xwe bigirin, bila ew di 1’ê Nîsanê de bifikirin. Ji bo me vîna gel girînge. Gel dê xwedî vîna xwe derbikeve.” 
 
‘DÊ NEKARIN BAJARÊN KURD LI ENQERÊ BI RÊVE BIBIN’
 
Olûç, destnîşan kir ku wisan difikirin ku dê karibin her derî bi biryarên kesekê bi rêve bibin û wiha bilêv kir: “Nexêr, dê nekarin bi rêve bibin. Dê nekarin bajarên Kur li Enqerê birêve bibin. Dê nekarin Îzmîrê û Stenbolê li Enqerê bi rêve bibin. Teqez ev desthilatdar dê paş bikeve. Em li gelek bajêran anket çêkirin. Bi taybetî welatiyên li bajarên Kurdan dijîn, polîtîkayên qeyûman qebûl nakin. Encamên li Kurdistan û rojava didin xuya kirin ku desthilatdar dê li metropolan qeybek mezin bide. Bi taybetî em vê li Edene, Mêrsîn, Antalya, Bursa, Enqer û Stenbolê dibînin. Ji bo ku em encamek hîn baştir bidest bixin, xebatên me yên strateji û taqtîkên nû berdewam dikin.” 
 
‘STRATEJIYA ME YA ROJAVA AKP JI EYAR DERXISTIYE’
 
Olûç, darbarê stratejiya hilbijartyinê ya HDP’ê ya li rojava birêve dibe jî, ev tişt gotin: “Stratejiya me ya rojava AKP’ê ji eyar derxistiye. AKP dixwest, HDP ji bo hemû herêman namzetan diyar bike. Emê bi vê stratejiya xwe, nehêlin ku yek dengê me jî xesar bibe. Ji bo ku em qadên AKP-MHP’ê deng bikin, paşve bixin û dengan bi wan bidin winda kirin, em çûn stratejiyek wiha. Di çewher de em xwedî hêza mûxalefetê ne. Ji ber vê me xwest em vê hêza xwe li dijî desthilatdariyê bi kar bînin. Ev rêbazeke siyaseta demokratîke.”
 
PAŞVE KIŞANDINA NAMZETIYA RIHAYÊ
 
Olûç, di dawiya axaftina xwe de paşve kişandina namzetiya HDP’ê ya Rihayê jî nirxand û wiha got: “Ji ber stratejiya me ya hilbijartinê me namzetiya şaredariya Rihayê paşve kişand. Riha cihek pir girîng e. AKP ev demek dirêje li Rihayê, tişta ku dixwaze bike, dike. Em xwest em derfeta hêzên demokratîk ên li Rihayê qezenc bikin derbixin holê. Ji bo ku em encamek baş li Rihayê bigirin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Sernavên din

28/02/2019
14:06 Ji bo Roboskî daxwaza edaletê dubare kirin
13:50 Li Tatosê di 2 rojan de 15 kes hatin binçavkirin
13:47 Li Girtîgeha Kiriklar 2 girtî hatin sîrgûnkirin
13:09 Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî
12:45 16 girtî hatin sirgûnkirin
12:40 Buldan: Taliya talî ev welat dê vegere mutabakata Dolmabahçeyê
12:36 Parêzerên Ocalan cara 794'emîn serlêdan kirin
12:33 Olûç: Dê nekarin bajarên Kurdan li Enqerê bi rêve bibin
12:26 Rapora Krîmînal a Navnetewî: Polîs rasterast Kemal Kurkut hedef girtiye
12:18 Turkdogan: Divê ku pêvajo veguhere Mutabakata Dolmabahçeyê
11:25 Serap Dogan Mutlu: Heta qeyûm biçe ezê têbikoşim
11:15 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Hezar canê me jî hebe, em amadene feda bikin
11:10 Yagiz sed roj in di grevê de ye: Em bi hatina biharê re tecrîdê bişkînin
10:54 8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin
10:45 Karkerê înşaetê yê ji qata sêyemîn ket, bi giranî birîndar bû
10:36 Eraslan ê 65 salî bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin
10:35 Ji ber hişmendiya bûye sedem dayika min 113 roj in birçî bimîne dilê min jan dide'
09:42 Ji bo efrîniyên di Girtîgeha Hatayê de hat gotin: Divê rojeke xweş nebînin
09:35 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila pirsgirêk bê çareserkirin
09:33 Bazarvan: Madem em terorîst in, tu yê di sindoqê de bibînî
09:32 'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin'
09:32 Hatay li ser avê ye!
09:30 Şener: Li hemberî AKP'ê liv û tevgerek nû heye
09:29 Çalakiya xwe greva birçîbûnê li malê didomîne
09:26 'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin'
09:25 Wê li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê pêşî li bazarê dest pê bikin
09:25 Qeyûm kirêya dikanan du qat zêde kir
09:24 'Wê faşîzm bi xwedîderketin û bilindkirina vê berxwedana dîrokî bişikê'
09:23 Namzetên HDP'ê yên Tozanê: Em ê peykerê hat rûxandin ji nûve çêkin
09:22 ‘Çalakiya Leyla Guven dişibe berxwedana Leyla Qasimê'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN
27/02/2019
16:42 Parlemnter Ayşe Surucu: Divê Leyla Guven bijî
16:16 Di doza Gundemê de ji bo gerînendeyên weşana nobetê ceza hat xwestin
16:08 Bîlgen: 31'ê Adarê fersendek e
15:44 HDP'ê li Êlihê namzetê Hevşaredariyê Mehmet Demîr nîşan da
15:43 Leyla Guven: Çalakiya min dê serbikeve
15:07 Girtiyên jin ên Girtîgeha Amedê: Ji van bedenan re bibin beden
14:55 Hevserokên Giştî yên HDP'ê di 1'ê Adarê da dest bi mitîngan dikin
14:34 Ji bo Berkîn Elvan dê keşîf bê kirin
14:33 Komîsyona Mexdûrên KHK’ê hat avakirin
14:11 Di şewata Îstasyona Trênê ya Qahirê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:10 Li Stenbolê jin dê li dijî krîz, şer û şidetê li qadan bin
13:54 Di konteynira çopê de lingê jinekê hat dîtin
13:33 Li çoltera Şemrexê tevgera leşkerî
13:26 'Dewlet berpirsiyar e ku parazvanên mafên mirovan biparêze'
13:21 Li ber girtîgehê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin
13:00 Platforma Jinan a Enqerê banga tevlîbûna 8’ê Adarê kir
12:48 Polîsan bi ser avahiya HDP'a Nazilliyê de girt: Hevserok hat binçavkirin
12:05 'Gelê Kurd xwedî hêz e ku bibe bersîva pêvajoyê'
11:41 Temelli esnafên halê ziyaret kir: Em bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin
11:23 ‘Em ê Meletiyê bi nerîna jinê bi rê ve bibin'
11:03 Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan
10:41 Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşand
10:37 Li Erziromê 8 kes hatin binçavkirin
09:49 Sezgîn Tanrikûlû yê CHP’î Leyla Guven ziyaret kir
09:24 Dadgeh: Tenê îstîxbarat nabe delîl
09:24 Weazdayîn melê fexrî qedexe kirin, lê hêj meleyek jî neşandine gund!
09:23 YSK'ê ji bo veguhastina sindoqan got: Bêqanûntî ye
09:22 Ozdemîr: Biryareke dijî hiqûqê ye
09:21 Unsal: Wê Semsûr hesabê xiyalşikestina 15 salan di sindoqê de bipirse
09:20 Girtiyê ji Doza Nisêbînê: Ev darizandin senaryoya lîstikekê ye
09:19 'Tekane rêya bilindkirina têkoşînê çalakî ne'
09:18 Soyler ku 74 roj in di greva birçîbûnê de ye: Rengê êşê tune ye, lê rengê aştiyê heye
09:17 Li Girtîgeha Tekirdagê zext û zoriyên li ser girtiyan zêde dibin
09:16 Prof. Dr. Gok: Divê em wateya têkoşîna Leylayê ji herkesî re vebêjin
09:16 Çepnî: Taktîka me ya sereke paşvebirina faşîzma AKP-MHP'ê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2019'AN
08:44 Berxwedana Leyla Guven di roja 112'mîn de didome
26/02/2019
22:30 Namzetiya namzeta HDP'ê ya Qereqoçanê hat betalkirin
22:22 Cahîde Encu hat berdan
17:52 18 meh ceza li Yuksekdag birîn
17:32 Darizandina 53 kesên li Nisêbînê hatin girtin dîsa berdewam kir
16:37 Xwişka Encû yê di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da hat binçavkirin
16:36 Danişîna rojnameger Kanbal hat taloqkirin
16:23 Namzetên HDP'ê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin
16:10 Rewşa Nasir Yagiz cîdiye
15:21 Daxuyaniya ji bo greva birçîbûnê bê dayîn hat astengkirin
15:04 Rêveberê HDP'ê yê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da li Dersîmê defin kirin
14:50 Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin
14:43 Aktaş, Yavûzel û Yeşîl li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:34 Jinên bazarvan: Cihê ji me re hatiye veqetandin emê nedin zilaman
13:19 Kaya: Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh dikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger
12:46 Li Bêdlisê 4 kes hatin girtin
12:25 Pîvana şekirê girtiyên di greva birçîbînê de nakin
12:12 Namzetên ku AA ew kirin hedef: AA bi agahiya Soylu nûçe amade kiriye
11:48 Demîrtaş û Zeydan ji bo Xirvetê name şandin
11:47 Berxwedana Leyla Guven di roja 111'mîn de didome
11:29 Ji parêzerên Doza Nisêbînê Kûzû: Biryara cihêkirina dosyeyan ne hiqûqî ye
11:10 Girtiyan ji qawîşan derdixin û davêjin hucreyan
10:47 Parêzerên Ocalan cara 793'yemîn serî li dozgeriyê dan
10:46 Meclîsa Jinan a HDP: Em di 8'ê Adarê de li qadan in
10:46 Bêdengiya Meclîsê ya ji bo Guven: 50 roj in bersiv nedane daxwaznameyê
10:32 Salhan ê di grevê de: Me xwe ji bo serkeftinê amade kiriye
10:05 Di 'projeya nûkirinê' de dîrok derket holê!
09:53 Parkirinên PDK û YNK’ê
09:27 'Em ê bi vîna xwe ya ji pola bi ser bikevin'
09:27 Hem derb kirin hem jî lêpirsîn dan destpêkirin
09:26 Kaya: Bila tecrîd rabe da em azadiyê bêhn bikin
09:25 Pêşbaziya her du partiyên desthilatdar wê herêmê ber bi ku ve bibe?
09:25 Emniyetê nehişt tev li merasîma cenazeyê birayê xwe bibe